19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar dê li pêş edliyeyê fitarê bikin

Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 390’emîn de ye. Ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye malbat nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.

Dayik Şenyaşar û kurê wê yên par rojiya xwe ya ewil li pêş Edliyeya Rihayê vekirî bû. Ji ber roja meha Remezanê ya ewil e wê dayik û kurê wê di saetê êvarî de bên pêş Edliyeya Rihayê û fitara xwe li vir bikin. Malbatê di hesabê xwe yê medya dîjîtal de Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan etiket kir û ev peyam parve kir: “Em fitara xwe ya ewil li pêş mala xwe, Edliye Rihayê vedikin. Dayik 390 roj in li pêş deriyê edliyeyê ye, kesên fermana serweran pêktînin jî di malên xwe yên germ de ne. Kesên rojiyê digirin mecbûr in ku adil bin.”