6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadger ji bo polîsan biparêze amûran bi qusûr dibîne

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zarokên kurd li kolanan tên kuştin. Herî dawî di 24’ê adarê de li gundê Micit ê Rihayê zarokê 16 salî Muharrem Aksem li cîhê talîma polîsan bi guleyên polîsan hat kuştin. Di 28’ê Adarê de jî li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê Erhan Eser ê 23 salî bi guleya polîsan hat kuştin. Li aliyê din zarok û ciwanên tên kuştin, kujerên wan nayên cezakirin. Mînaka dawî polîs Îdrîs Aksoy ê Efe Tektekîn bi maşîna zerxî qetil kir, li dadgehê beraet kir.

Têkildarî mijarê Endamê Komîsyona Zarokan a Baroya Amedê Prz. Omer Sansarkan nirxandin kir. Prz. Omer Sansarkan ê ku tev li danişîna doza Efe Tektekîn bû, çavdêriyên xwe yên li dadgehê parve kir û got: “Dosyaya Efe Tektekîn a edlî bi destê polîsekî hatibû amedêkirin. Hempîşe û hevalekî faîlekî raporê amade kirin. Ev rapora ku polîs amade bikin dê çawa bêalî bê. Di dosyaya Efe de Efe wekî sucdarê yekemîn û polîs jî wekî sucdarê duyemîn hat dîtin.  Efe jî wekî sucdarê sereke hat ditin. Ji ber vê yekê dadgehê jî sûc li Efe birî. Ji ber ku dadgehê faîl Îdrîs Aksoy beraet kir, berê jî û niha di nava miduriyêta polîsan de dixebite. Gava ku me dîmenên kamerayan û maşîneya zirxî xwest ji me re gotin dîmen tune ye. Dema li cihê bûyerê lêkolîn kirin, hemû delîl ji holê rakirin û delîl winda kirin. Polîs hem qetil dikin hem jî delîlan winda dikin. Li bakurê Kurdistanê gava ku faîl polîs û leşker bin hertim bi zirxa bêcazakirinê diparêzin.”

‘Wek qezaya trafikê penase kirin’     

Prz. Sansarkan anî ziman ku kesên bi destê leşker û polîsan tên kuştin wekî qezayê trafîkê pênase dikin û wiha domand: “Saziya Tipê ya Edlî (ATK) a Amedê di rapora xwe ya duyemîn de ji sedî 100 Efe û bavî wî sucdar dît. Me ev yek îtîraz kir û serî li Saziya Îhtîsasê ya ATK’ê ya Stenbolê da. Di rapora Stenbolê de tenê Efe sucdar nehat dîtin. Ji ber ku wê seatê Efe li kuçêyê listiye Efe sucdar hat dîtin. Lê sucê esasî ewe ku di wê kuçê de wesayita zirxî li kolanê çi digere ye. Dema bûyer pêk hat şer û bûyer tune bû. Çima polîs di rojeke asayî de bi maşîneya zirxî li kolanê digere? Me li ser vê rastiyê doz vekir. Lê dadgehê ev qebûl nekir. Dadgehê di danişînê de Polîs Aksoy bêsûc nîşan da û got ‘Tiştekî bi zanebûn tune ye’ û beraet kir.”

‘Dadgeh û faîl bi hevrene’

Prz. Sansarkan bal kişand ser kuştina zarokên bakurê Kurdistanê û wiha lê zêde kir: “Di dosyayên kesên wekî Helîn Hasret Şen, Muhammed û Furkan, Efe û kesên din de dadgeh ji bo faîlan biparêze û sucdar nîşan nede her tiştî dikin. Li Silopiyayê Muhammed û Furkan li mala xwe bûn. Polîsan bi panzêrê li diwarê malê qeliband û zarok kuştin. Ji ber ku nekaribûn zarokan bi qusûr nîşan bidin, panzêr bi qusûr nîşan dan. Bi aqlê mirovan dilîzin. Bi hinceta panzêr 23 salî ye û kevne ew bi qusûr nîşan dan. Lê ehliyeta polîs tune bû. Ev kusura polîs a ehliyetê bi cezayê pereyan girtin. Dadgeha Destûra Bingehîn mehek berê biryar da ku kesên bi teqemenî, maşîneyên zirxî û amûrên dewletê tên kuştin, dewlet berpirsiyar e.

Polîtîkayên bêcezakirinê dihêle ku polîs û leşkeran serbest tev bigerin û sûc bikin. Lê dadgeh li gorî Dadgeha Destûra Bingehîn tev nagerin. Heta niha faîl ceza nekirine. Em vê yekê ji gotina ‘Wîcdanê min rehet e’ dizanin. Polîtîkayên bêcezatiyê edî faîl anîne vê astê ku xwe bi hêsanî mafdar dibînin. Dadgeh polîs û leşker bi hev re dimeşîn. Li aliyê din zarokên ku jiyana xwe ji dest didin jî nikarin parastina xwe bikin.”

 ‘Peymana Ottowa binpê dikin’

 Prz. Sansarkan anî zimanku Kamîsyona Zaroan a Baroya Amedê ji bo binpêkirina mafên zarokan a bi maşîneyên zirxî, mayin û di şer de raporek nû amede kirine û ev agahî dan: “Rapor  ji 2012’an heta 2021’ê cih dide binpêkirina mafên zarokan. Di 11 salan de bi maşîneyên zirxî 49 kes hatin kûştin. Ji 49 kesan 22 kes zarok in. 27 zarok jî birîndar bûn. Ev bûyer ji sedî 52 ji ber polîtîkayên dewletê yên salên 2016 û 2018’an pêk hatin. Ji ber teqemenî, şer û bermahiyên şer 45 zarok hatin kuştin. 135 zarok jî birîndar bûn. Li bakurê Kurdistanê mafên zarokan ê jiyanê pêşveçûn û listîkê hatiye binpêkirin. Tirkiyeyê Peymana Ottawa îmza kiriyê. Lê biryarên peymanê binpê dikin. Di peymanê de cihê ku mayin lê hebin divê bê paqişkirin. Kesên ku bi mayinê hatibûn kuştin û birîndar bûbin jî dewlet berpirsiyar e.”

‘Qusûra xwe wekî qusûra amûran e nîşan didin’

Prz. Sansarkan herî dawî  bertekên xwe yên li dijî biryarên dadgehê anî ziman û got: “Polîs û leşker gelek rehetin. Ji ber ku mekanîzmaya dadgehê û ê polîtîkaya dewletê li gorî wan dimeşe. Dadgeh û polîtîkaya dewletê hertim faîlan diparêze. Di mijara Helîn Hasret Şen de jî polîs hat berdan. Piştî ku polîs hat berdan li Mereşê çû li yekî da. Gava ku dadgeh ceza nede polîs û leşkeran, ew leşker û polîs dê kuştina zarokan berdewam bikin. Dadgeh ji bo ku polîs û leşker neyên cezakirin, maşîneyên zirxî bi qusûr nîşan didin. Dema maşîne ne bi qusûr be jî vê carê mal ango rê bi qusûr nîşan didin. Em bi van biryarên dadgehê gelek matmahî dimînin. Li cihanê tiştekî ku eşya biqusûr tê pênasekirin tune ye.”

Ku şer tune be, karê maşîneyên zirxî li kolanan çiye?

Rêveberê Komeleya Hêvî Rengarengê Ciwan Aytaş jî bal kişand ser bandora şer û wiha got: “Ji bo ku em bandora şer kêm bikin em bi zarokan re dixebitin. Tirkiyeyê Peymana Mafên Zarokan îmze kiriye. Lê em dibînin ku zarokên Kurdistanê ji vê peymanê sûdê nagire. Tirkiye vê peymanê binpê dike. Zarokên kurdan tên birîndarkirin û kuştin. Mafên wan ê jiyanê û lîstikê tune ye. Dema zarokek dixwaze li Surê bilîze li kolanê bi maşîneyên zirxî re rû bi rû dimîne. Zanîst û danezanên mafên mirovan jî dibêjin ‘Gera maşîneyên zirxî yên li nava kuçeyên xetere ye.’ Gava ku bajerek di şer de be wê demê maşîneyên zirxî dikevin kolanan. Lê li Kurdistane maşîneyên zirxî di jiyana rojane de jî hertim di kolanan de digerin. Li Riha, Cizîr û Amedê gelek kes bi maşîneyên zirxî hatin kuştin. Dibe ku li kolanan dengê çekan kêm bûbe, lê bandora şer li ser civakê zêde ye. Di dema pandemiyê de derketina kolanan qedexe bû. Lê ev xedeya li bakurê Kurdistanê ji aliye zarokan ve wekî qedexeyên serdema şerê li kolanan hat dîtin. Şerê li kolanen qediya lê maşîneyên zirxî, polîs û leşker wekî şer hebe dîsa li kolanan digerin..”