18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlementerê YNK’ê: Herêma Kurdistanê di qeyranê de ye

Parlementerê YNK’ê yê Parlementoya Herêma Kurdistanê Osman Sêderî, têkildarî hevkarî û planên PDK’ê yên li gel dewleta tirk diyar kir ku tişta ku niha li Herêma Kurdistanê hatiye bidestxistin, berhemê yekitiya gelê kurde û wiha got: “Kurd bi ti awayek şerê navxweyî qebûl nakin. Her kurdekî nefret ji şerê  navxweyî kiriye.”

Nerazîbûnên li dijî plana PDK’ê û dewleta tirk a ji bo êrişkirina ser hêzên HPG’ê û Başûrê Kurdistanê didome. Parlementerê YNK’ê yê li Parlementoya Herêma Kurdistanê Osman Sêderî der barê mijarê de ji ROJNEWS’ê re axivî Sêderî anî ziman ku rewşa siyasî ya Kurdistanê gelek xirabe û wiha got: “Aliyên siyasî zêde li hev nakin. Herêma Kurdistan di nava qeyranan de ye. Daxwaza me ewe hemû aliyên siyasî ji bo yekrêziya gelê Kurd pêngavan bavêjin.”

Sêderî da zanîn li Başûrê Kurdistanê bi yekrêziyê karîne raperînê bikin û wiha axivî: “Her bi yekrêziyê me kariye pêvajoya azadiya Iraqê, parleman û hikûmet avabikin. Ger aliyan ji bo pêşdeçûnê pêngav avêtin wê xalên hevbeş ava bibin. Li gorî me çareserî tenê aştî û diyaloge. Bi pirsgirêk û astengiyan nagihin ti encamê. Em bi yekrêziyê dikarin hemû armancên xwe bidestxin.”

Sêderî têkildarî metirsiya şerê kurdan ê li dijî kurdan jî axivî û wiha got: “Kurd bi tu awayî ne li gel şerê navxwe de ne. Her ferdekî Kurd nefretê ji şerê  navxweyî kiriye. Em carek din nadin ser rêya şerê navxweyî.”

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk wê bi hevkariya PDK’ê êrişek li ser Başûrê Kurdistanê bide destpê kirin. KCK’ê di daxuyaniya xwe de ev bang kiribû; “Em bang li Parlementoya Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî, saziyên sivîl ên civakî, saziyên fermî û raya giştî dikin ku li hemberî plana dagirker rabin û PDK’ê hişyar bikin. Em hemû gelê xwe û welatê xwe ji bo vê plana ku tê wateya tiştên xerab agahdar dikin û banga hestiyariyê dikin ku divê PDK tevlî vê plana qirêj nebe.”