17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê li Mexmûrê didome  

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) her sal bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengtiya Qada Perwerdeyê Mihrîcana Çand û Werzîşî tê li darxistin. Îsal jî bi heman armancê 14’emîn Mihrîcana Çand û Werzîşê ku di 21’ê Sibata 2022’an de bi leyîstina turnuvayên fitbolê yên di navbera dibistanan de destpêkiribû, dewam dike.

Mihrîcan bi çalakiyên werzîşê dewam dike. Îro bi deqeyek rêzgitinê û tevlîbûna hemû xwendevan û şêniyên wargehê li pêş parka Şehîd Aryen destpêkir. Li qada pêşbirkê al û posterên Ocalan, KCK, PKK’ê û alên kesk û sor û zer hatin vekirin. Di çalakiyan de pêşbirkên beza 100 metre, 400 metre, streka ciwan û maratonên di navbera dibîstanên Seretayî, Navîn û Amadeyî pêkatin.

Mihrîcan dê sibê bi çalakiyên çand, huner û werzîşê û birîna paste ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi dawî bibe.