2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

10 partî û aliyên siyasî yên Başûr azadiya Ocalan xwestin

Li baregeha Hizba Zehmetkêşan Kurdistan ya li Silêmaniyê 10 hizb û partiyên siyasî yên başûr û rojhilatê Kurdistanê, bi daxuyaniyek hevbeş azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwestin

Endamê Komîteya Azadî ji bo Ocalan a Başûrê Kurdistanê, Şoreş Xidir destpêkê gotarek xwend û wiha got: “Bi pêşengiya Komîteya Azadî ji bo Ocalan, me daxwaznameyek derbarê azadiya birêz Abdullah Ocalan de, pêşkêşî aiyên siyasî kir. Ji ber ku ev ne mijarek hizb û kesiye. Mijarek netewiye, aliyên siyasî bi kêfxweşî pêşwaziyê dikin û ji bo vê mijarê jî pêwîstî bi yek dengî û yek helwestiyê heye.”

Piştî wê endamê hizba Zehmetkêşana Kurdistan Ehmed Xidir daxuyaniya hevbeş a 9 hizb û aliyên siyasî xwend û wiha got: “Di nava 23 salên borî de, birêz Ocalan di girtîgehê de di nava rewşên herî dijwar deye. Rastî îşkence hatiye û tecrîdek girankirî li ser tê meşandin. Raporên CPT’iyê jî vê rastiyê derxistiye holê. Li gorî CPT jî li Îmraliyê rewşek ne asayî heye. Her wiha Konseya Ewrupayê jî daxwaza zelalkirin û zanyarî li ser rewşa birêz Ocalan kiriye.

Têkoşîna Rêber Ocalan û tevgera azadiya Kurdistanê PKK’ê, di bingeh de têkoşînek parastina rewa ye û ji bo çareserkirina pirsa Kurd e. Birêz Ocalan di nava 3 salên borî de gelek caran ji bo aştî û çareseriya demokratîk, proje pêşkêş kiriye. Gelek caran ji bo agirbest û dawî anîna tund û tujiyê, pêşengtî kiriye. Lê dewleta Tirk li şûna bersivek erênî bide, tecrîda li Îmraliyê girtantir kir û hemû mafên birêz Ocalan jî binpêkir. Li aliyê din jî şer dijî gelê Kurdistan û tevgera azadiyê da destpêkirin. Dixwaze bi siyaseta nokeriyê, qirkirin, koçberkirin û parçekirina gelê Kurd, dawî li gelê Kurd û doza rewa bîne.”

Di dawiya daxuyaniya hevbeş a aliyên siyasî de wiha hat gotin: “Îro ev rastî eşkere bûye, azadiya fizikî ya Rêber Ocalan, wê pirsa Kurd çareser bike û aştî û aramiyê bîne herêmê. Pêwîste hemû aliyên siyasî ji bo azadiya fizikî ya Ocalan bikevin nava hewldanan. Xelkê Başûrê Kurdistan û partiyên siyasî dikarin ji bo azadiya birêz Ocalan û çareserkirina pirsa Kurd, rolek girîng bigrin ser milê xwe.”

Navê partî û aliyên siyasî:

Hizba Zehmetkêşana Kurdistan şaxa Silêmaniyê

Hizba Komûnîst ya Kurdistanê

Tevgera Goran

Hizba Sosyalîst a Demokratîk ya Kurdistanê

Komele, Rêxistina Kurdistanî ya Hizba Komûnîst a Îranê

Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistan

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistan

PADÊ

Partiya Sewz ya Kurdistan

Partiya Parêzgaranî Kurdistan.