6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Edalet pêk neyê em ê biçin Enqereyê

Malbata Şenyaşar ku Nobeda Edaletê didomîne beriya danişînê peyama ku wê bi edaletê vegerin malê û bi bêedaletiyê jî biçin Enqereyê da

Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 838’emîn de li mala xwe ya li Pirsûsê didomîne. Ji ber ku dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye nobed li malê pêk hat.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û bal kişand ser danişîna 2’yemîn a dozê ya dê di 18’ê tîrmehê de bê lidarxistin û wiha got: “Em li dijî neheqiyê ne. Em ê ji bo edaletê ranewestin. 838 roj in ev pankart li ber Edliyeya Rihayê daliqandî ye. Ev 5 sal in em tenê edaletê dixwazin. Di 18’ê tîrmehê de ya wê daye biçe Enqereyê yan jî wê dayê dawî li çalakiya xwe bîne û biçe mala xwe. Teqdîr di destê wê daraza ku bi şeref û namûsê sond xwariye de ye.”