5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deriyên sînorê Sûriyeyê ji alîkariya kê re vekirî ne?

Rûsyayê pêşniyar kir ku dema alîkariyên bi rêya deriyên sînor ên di bin kontrola çeteyan de dişînin Sûriyeyê heta 6 mehan bê dirêjkirin. lê deriyên li herêmên Rêveberiya Xweser dîsa nexistin rojevê

Li gorî nûçeya Reutersê, Rûsyayê di 6`ê Tîrmehê de ji bo ku Konseya Ewlehiyê ya NY`yê mekanîzmeya gihandina alîkariyan ji bo herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta tirk de heta 6 mehên din dirêj bike, pêşniyarek pêşkêş kir.

Lê Rûsya hîna jî li dijî jinûve vekirina deriyê Til Koçer ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Beriya pêşniyara Rûsyayê, Swîsre û Brezîlyayê pêşniyar kiribû ku bikaranîna deriyê Bab El Hewa ji bo gihandina alîkariyan heta 12 mehan bê dirêjkirin, Konseya Ewlehiyê jî li ser wê pêşniyarê nîqaş dikir.

Mekanîzmeya heyî ya gihandina alîkariyan ku 6 mehan hatibû dirêjkirin, roja duşemê (10`ê Tîrmehê) dema wê diqede. Hikumeta Şamê vê mekanîzmeyê red dike, lewma girtina biryarên nû der barê Sûriyeyê de erêkirina her 15 endamên Konseya Ewlehiyê ya NY`yê pêwîst dike.

Li gorî dîplomatan, tê payîn ku Konseya Ewlehiyê pêşnûmeya Swîsre û Brezîlyayê roja duşemê bixe dengdanê. Tê zanîn ku ji bo girtina biryaran divê herî kêm 9 endamên Konseya Ewlehiyê erê bikin û 5 dewletên endamên dayîmî (Rûsya, Çîn, Brîtanya, Amerîka, Çîn, Fransa) “Veto” bi kar neynin.

Konseya Ewlehiyê di 2014`an de biryar girtibû ku alîkariyên mirovî di herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û nuqteyeke din a li ser sînorên Urdinê re bigihîjin Sûriyeyê. Lê ji ber Vetoya Rûsya û Çînê, niha alîkarî tenê bi rêya deriyê sînor ê di bin serweriya dewleta tirk û çeteyên Heyet Tehrîr Şam re derbas bibin.