3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Êdî bes e

Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kiribû. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar qetil kiribun. Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo dîtina kujeran û darizandina wan, Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kirin. Malbata Şenyaşar di roja 394’an de çalakiya Nobeda Edaletê berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê Edliyeya Rihayê û li “Quncikê malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin. Malbatê di çalakiyê de pankarta “Hevjîn û du kurên min li nexweşxaneyê qetil kirin lê yek kes jî nehatiye girtin! Bi fermana serdestan re kurekî min ev 4 sal in di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dixwazim ku kurê min di zûtirin dem de were berdan. Edalet ji bo malbata Şenyaşar û hemû kesî” vekir.

‘Bi destê darazê zilm tê kirin’

Malbata Şenyaşar di heman demê de dowîza “Têkoşîna me ya heq, hiqûq û edaletê ya li dijî hiqûqa serdestan, di roja 394’an de berdewam dike” vekir. Ferît Şenyaşar di çalakiyê de anî ziman ku Nobeda Edaletê di bin “zilmê” de derbas dibe û wiha got: “Em di meha Remezanê de ne. Meha Remezanê, meha hevhelalkirinê ye. Ev 394 roj in dayikek li ber deriyê edliyeyê li benda edaletê ye. Kurekê wê di hucreya yekkesî de tê ragirtin, hevjîn û du kurên wê jî hatine qetilkirin. Lê yek kes jî nehatiye girtin. Bi destê darazê li ber deriyê edliyeyê zilm tê kirin. Rayedarên welêt, bi munasbeta meha Remezanê peyaman parve dikin. Dibin hevkarê vê zilmê û bi malbatên wan re fitareyê dikin. Ez bang li hemû rayedaran dikim ku bi wijdan tevbigerin û biedalet bin. Hemû dinya vê derhiqûqiyê dişopîne. Kesekê ku nifira dayikekê lê hatiye kirin tu carî îfleh nabe. Hûn jê dê îfleh nebin. Ne îslamiyet û ne jî mirovahî vê qebûl nake.”

 Her kes dawetî fitarê kir

Şenyaşar, diyar kir ku di roja 5’an a Remezanê de ne û wiha domand: “Em ê dîsa fitara xwe li pêşiya edliyeyê bikin. Em hemû kesî vedixwînin fitarê. Remezan, meha parvekirinê ye. Em jî dê îro li pêşiya edliyeyê fitareya xwe bikin û nanê xwe bi hemû kesî re parve bikin.”

 Dayik: Êdî bes e

Dayika Emîne Şenyaşar jî destnîşan kir ku hemû kes di meha Remezanê de li mala xwe fitareya xwe dike û ev tişt anî ziman: “Mala min xera kirin. Nikarim li malê rûn im. Ez neçarim bêm vê derê. Hemû kes di nava zarokên xwe de ye. Çima ewqas dikevin guneha me? Dê li dinyaya din çawa hesaba vê bidin? Bila kurê min berdin ku ez jî biçim mala xwe. Edalet nîne. Ez bi rojî me û nexweş im. Heke bimrim jî bila mirina min li ber deriyê edliyeyê be. Êdî taqet di min de nemaye ku van tiştan rakim. Êdî bes e.”

malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal jî ev peyam parve kir: “Nobeta me di roja 394’an de ye. Bi malbatên ku bi destê darazê zilmê dikin re fitareyê dikin. Di roja 5’an a Remezanê de em fitara xwe li ber deriyê edliyeyê vedikin. Em hemû kesên ku derfeta wan heye vedixwînin #Adaletsofrası yê.”