18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermendekî ku bi rastiyê dilîze

Johnson Tsang hunermendekî ji Hong Kongê ye û berhemên porselenên hunerî çêdike. Peykerên wî yên ji porselenê gelek caran dişibin tabloyên sûrealîst jî. Ew herî zêde jî bi rûyê insanan daketiye û bi şeklên cihê rûyê insanan yê rastî deforme dike.

Gelek kes dikarin şiroveyên cuda bikin der barê peykerên wî de, ji ber ku her mirov li gorî zanîna xwe dikare van peykerên Johnson Tsang cuda binirxîne. Lê dema mirov li karên wî dinihêre, mirov dibêje qey ew ji nav xewnan pekiyane û hatine. Peykerên wî weke parçeyekî ji xewnan tên dîtin û wê hestê bi mirovan re çêdikin.

Şûna tiliyên di rûyê mirovekî de û destê ku neynûkên xwe di rûyê mirov de rakirine, yek ji wan peykerên wî yên balkêş e. Her wiha destê zorê dide ku devê mirovekî veke jî balkêş xuya dike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka