spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nivîskar Şerîf Yilmaz romana yekem a ‘Lawikê Gundî’ çap kir

Nivîskar Şerîf Yilmaz ku ji Azadiya Welat fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bû, romana xwe ya yekemîn a bi navê Lawikê Gundî ji weşanxaneya Ronya çap kir. Nivîskar Yilmaz ku nêzî 2 salin li ser vê romanê dixebite, hezar heb çap kir.  Nivîskar Şerîf Yilmaz di romanê de bal kişandiye ser çîrok û serpêhatiya lawikê gundî. Nivîskar Yilmaz, diyar kir ku lehengê romanê lawikê gundî yê bi navê Xemgîn e û wiha got: “Xemgîn lawikekî gundî û yê malbatek xizan e. Dixebite û piştî demekê tê girtin. Piştî tê berdan evîndar dibe. Ji ber zilma desthilatdaran nikare bi evîndara xwe re bizewice. Piştî demekê ev evîna Xemgîn vedigere Evîna Welat. Lehengê din ê romanê jî Gulbîn e. Ew jî keçikek gundî ye û dilê Xemgîn dikeve wê.”

Nivîskar Şerîf Yilmaz di dawiya pirtûkê de balê dikişîne ser beşek romanê û wiha tîne ziman: “Çavên Xemgînî li Gulbînê dikevin. Xemgîn li bejn û bala Gulbînê mêze dike. Maşallah mirov qêmîş nabe lê binere. Gulbîn û deh şervanên din ketine dîlanê û lîstika  bablekanê dilîzin. Bejnek zirav û tenîk lê ye. Cilên şoreşgeriyê li bejn û bala wê hatiye. Her ku Gulbîn di dîlanê de dileyîze û porê xwe yê kiriye gulî li ser serê wê hulbanî dibe, ji bo Xemgînî dîmenek ew qas xweş e û qet naxwaze ew dîmen biqede. Xemgîn bi awayekî kêfxweşî li Gulbînê mêze dike. Zinar û Zozanê bi awayeki matmayî li Xemgîn dinêrin. Zinar li Xemgînî Mêze dike ku her dem li dereke binêre. Zinar destê xwe davêje gurmikê Xemgînî û dihejîne: “Em hevala Gulbînê nas nakin. Ku te dîtiye em biçin cem wê. Dema me ya çûyinê pir zêde nemaye.” Dema Zinar ji Xemgîn re qala demê û çûnê dike Xemgîn dibêje; “Welehî min heval Gulbîn dît. Zinar dibêje: Ka hevala Gulbîn li ku derê ye?”

Nivîskar Yilmaz xwe wekî evîndarê zimanê kurdî pênase dike. Yilmaz di sala 2002’yan, ji rojnameya Azadiya Welat fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bû. Yilmaz ji bo fêrî xwendin û nivîsandinê bibe ferhengoka kovara Pîneyê û rojnameya Azadiya Welat stand û dest bi xwendinê kir. Piştî li Semsûrê Kurdî-Der hat avakirin, beşdarî xebatên Kurdî-Derê bû. Demek şûnde çû perwerdeya mamostetiyê. Yilmaz  bi eşqa kurdî fêrî rêziman bu û niha mamostetiya asta yekemîn û ya duyemîn dike.