21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dîroka hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re

Partiya Demokrata Kurdistan-Iraq (PDK) di mehên dawî de dîsa li dijî yekîtiya neteweyî û nirxên kurdan bi hevkarî û tevkariya bi Tirkiyeyê re, di rojevê de ye. PDK îro raste rast bi hevkariya  Tirkiyeyê li dijî gelê kurd û PKK’ê şer dike. PDK’ê heta niha li her çar parçeyên Kurdistanê bi hemû hêzên şoreşger û azadîxwaz ên kurd re şer kiriye. PDK’ê heta niha hevkariya hemû dijminên kurdan kiriye û li dijî nirxên gelê xwe cih girtiye. Ajansa Nûçeyan a Rojnewstê li ser hevkarî PDK’ê ya li dijî gelê kurd dosyayek amade kir û bal kişand ser kiryarên PDK’ê yên li başûrê Kurdistanê.

Aşbetalî 1975

Piştî îmzekirina peymana Cezayîrê ya 6’ê adara sala 1975’an û peymana Şahê Îranê Mihemed Raza Pehlewî ya li gel Sedam Hisên ku wê demê cîgirê Serokkomarê Iraqê bû, şahê Îranê, dest ji Mela Mistefa berda û alîkariya jêre rawestand. Mistefa Barzanî piştî 14 rojan ‘Aşbetalî’ raginand û dawî li tevgara îlonê anî.

Komkujiya malbata Hemed Axayê Mêrgesorî

Li gorî gotina Şêx Eyub Barzanî ku pismamê Mesûd Barzaniye, Mela Mistefa Barzanî piştî beyanameya 11’ê adarê, ji bo Mesûd Barzanî li cihê xwe destnîşan bike şoreş û hemû kesên dilsoz û nêzî xwe, heta kurên xwe yên din kir qurbanî. Divê demê de ji tirsa ku hevpeymaniyek di navbera Ebdulahê kurê Mela Mistefa û kurên Hemed Axayê Mêrgesorî de çêbe, di 14’ê sibata 1971’ê de Cemîl Hemed Axayê Mêrgesorî bi fermana Mesûd Barzanî li Hewlêrê kuştin. Piştî demek kurt, birayê Cemîl, Faxir Mêrgesorî kujerê birayê xwe ku endamekî Parastinê bû, kuşt û tola birayê xwe hilanî. Kuştina vî kujerî li zora Mela Mistefa û Mesûd Barzanî çû. Ji ber vê yekê di sala 1975’an de hemû binemala Hemed Axayê Mêrgesorî hatin girtin û piştre hemû kuştin.

Karesata Hekarî

Di havîna sala 1978’an de serkirdayetiya YNK’ê biryar da ku hêzên wan ji deverên Nawzeng û Binarê Qendîlê derbazê devera Biradosta û sêgoşeya sinorê Îran, Tirkiye û Iraqê derxin.

YNK’ê dixwest li Biradostê baregehek ava bike, çek û alîkariyên ji Suriyeyê ve dihatin bi rêya bakurê Kurdistanê re bigihe destê wan. Bi vê armancê YNK hêzek pêşmerge di bin fermandariya Elî Eskerî de dişîne herêma Biradostê. Ev hêz derbazî Bakurê Kurdistanê bû. Heta cihek çûn û xwestin xwe bigihînin çek û alîkariyên ji wan re hatine.

Di destpêka meha hezîranê de hêza YNK’ê li gel hinek ji eşîrên devera Şemzînan, Çelê û Qileban ketin nava şer. Ji her du aliyan mirov birîndar bûn û hatin kuştin. Piştre wek sê koman vegeriyan sinorê başûrê Kurdistanê. Lê ji ber neşarezebûna deverê ew hêz belav bûn. Newşîrwan Mistefa di berga çarem a pirtûka Karesata Hekarî de dibêje: “Serkirdayetiya wê demê ya PDK’ê piraniya eşîrên bakurê Kurdistanê li dijî YNK’ê sor kiribû, ji wan re gotibû ku wê YNK gundên we talan bike, zilaman bikuje û jinan dîl bigrin. Ji eşîran re gotibûn YNK ji bo belavkirina kafirtiyê bê dîniyê hatine. Ev yek jî bû sedem eşîrên devera Şemzînan, Çelê û Uludere (Qileban) Li dijî YNK’ê çek hilgirin û deverên stratejîk bigrin.”

Piştî wê bi rojek, hêza PDK’ê û li gel eşîrên Şemzînanê bi ser gruba sêyem a YNK’ê de girtin. Her yek ji fermandarê wê hêzê Elî Eskerî, Endamên Mekteba Siyasî ya YNK’ê Dixtor Xalid Seîd û Şêx Hisên Babeşêx Êzidî bi dîl girtin. Piştre ji aliyê serkirdayetiya PDK’ê ve bi çeka bîsfingê hatin kuştin. Nêzî 700 pêşmerge û fermandarên pêşmergeyên YNK’ê di wê demê de hatin kuştin. Piştre jî navê Karesata Hekarî lê hatin kirin.

Di salên 1980’yî de gelek şerên navxweyî çêbûn, di van şeran de bi sedan pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê şehîd bûn. Ev hemû şer û kuştin ji ber xwesteka takrewayî ya PDK’ê ya li çiyê bû.

Şerê navxwe 1994-1997

Şerê mezin ê navxwe di navbera YNK’ê û PDK’ê de ji sala 1994’an heta sala 1997’an rû da. Heta niha 25 sal di ser dawîhatina vî şerê navxweyî re derbas bû. Lê heta niha jî bandora wê maye. Di encama van şeran de zêdetirî 10 hezar kes hatin kuştin û zêdetirî 30 hezar welatî koçber bûn.

31 tebaxê

Di dema şerê Kendavê û qedexekirina asîmanê başûrê Kurdistanê ya ji balefirên rejima Baas re, YNK’ê ji bo rizgarkirina Hewlêr ji hêzên rejima Baas dest bi operasyonê kir. Hêzên YNK’ê karîn Hewlêr ji bin kontrola hêzên Baas derxîne û kontrol bike. Piştî Hewlêr hat rizgarkirin, wek paytexta Başûrê Kurdistanê hat ragihandin.

PDK’ê rizgarkirina Hewlêrê ya ji aliyê YNK’ê ve tehemul nekir û ket nava hewildanan da ku YNK’ê ji Hewlêrê derxîne. Roja 22’yê hezîrana heman salê Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî nameyek ji Serokê rejima Baas Sedam Hisên re şand û ji Sedam daxwaza hevdîtinê kir. Barzanî di nameyê de wiha gotibû: “Birêz serokê hêja, hûn bi jêhatina xwe fikra destwerdana Îraniyan a karûbarên Iraqê bikin.” Piştî şandina vê nameyê çend roj şûnde Mesûd Barzanî çû Bexdayê û li gel Sedam Hisên hevdîtinek kir û lihev kirin.  Li gorî vê lihevkirinê artêşa Baas wê alîkariya PDK’ê bikira ku Hewlêrê bigire. Li beramber jî dê PDK’ê rê li artêşa Baas vekiraya ku li Hewlêr û Pîrmamê alîgir û karmendên muxalîf ên Iraqê bigirtana û dest bi ser baregehên wan de bigirtiban.

Di sibeha 31’ê tebaxê de hêzên artêşa Baas ji Kerkûk û Musilê berbi Hewlêrê ve ketin tevgerê.  Jimara artêşa Iraqê digihişt 30 hezar leşker û 150 tankan. Destpêkê li nava Hewlêrê şerekî giran rû neda. Piştî ku hêzên PDK’ê 13 pêşmergeyên YNK’ê gulebaran kirin. Li taxên Enkawa û çend taxek din ên bajêr şer rû da. Piştre rejima Baas Hewlêrê dagirkir. Tankên rejimê gihiştin ber avahiya Parlamentoya Herêma Kurdistanê. Li gorî amaran, di wan şeran de 450 kes hatin kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. Artêşa Iraqê bi qasî mehek li Hewlêrê ma û di wê demê de dest bi girtin û kuştina hêzên muxalîf kir.

Komkujiya êzidiyan

Roja 3’ê tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê êrişê Şengalê kirin. Di wê demê de bi hezaran çekdarên PDK’ê li Şengalê bûn. Çekdarên PDK’ê bêyî ku li dijî DAIŞ’ê şer bikin, ji navçeyê reviyan û xelkê Şengalê di nav destê çeteyên DAIŞ’ê de hiştin. Çeteyan komkujî bi ser xelkê Şengalê de anî. Tenê di nava çend rojan de 2 hezar 293 kes qetilkirin. 6 hezar 373 kes jî revandin. Hîna jî çarenûsa bi sedan kesan ne diyare.

Qetilkirina rojnamevanan

Piştî raperînê yekem tevgera PDK’ê ya ji bo bêdengkirina dengên azadîxwaz Reuf Akreyî kuştin. Pişî wê di sala 2008’an de Ebdulstar Tahir Şerîf li Kerkûkê qetil kir. Di sala 2010’ê de Serdeşt Osman li Hewlêrê, di sala 2016’an de Şukrî Zeynedîn û Wedat Hisên li Dihokê qetil kirin.

Komkujiya Hewlêrê

Du roj ji beriya komkujiyê di 14’ê Gulana 1997’an dewleta tirk bi beşdariya zêdetirî 200 hezar leşker ku pêşmergeyên PDK’ê jî têde cih girtin, li ser xaka Başûrê Kurdistanê li dijî Tevgera Azadîxwaz a Kurdistanê dest bi êrişek berfireh kir. Li gorî hin zanyariyên ku hinek rayedarên artêşa tirk wê demê li ser çapemeniyê dan, Partiya Demokrata Kurdistan -Iraq (PDK) daxwaz ji Tirkiyeyê kir ku li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê dest bi êrişê bike. Di dema êrişê de jî pêşmergeyên PDK’ê mil bi milê leşkerên tirk cih girtin. Li gorî hin çavkaniyê agahdar ji bûyerên wan rojan, roja destpêkirina êrişa dewleta tirk, Mesûd Barzanî li gel rayedarekî PKK’ê yê Başûr civiya. Mesûd Barzanî di civînê de bi gora bavê xwe Mela Mistefa sond xwar ku ew ê tevli êrişa dewleta tirk nebin.

Lê du roj piştî wê civînê yanî 16’ê gulana 1997’an komkujiya Hewlêrê pêk hat. Hêzên PDK’ê bi awayeke hemwext êrişê Nexweşxaneya Dezgay Jiyan û Awedan (DJAK) ya ser bi Heyva Sor a Kurdistanê, Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrîşê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran van saziyan gulebaran kirin. Di êrîşên ku li ser van saziyan çêbû de gelek mirovên bêparastin jiyana xwe ji dest dan. Pêla binçavkirin û girtinê ya piştî êrîşê dan destpêkirin, bi mehan berdewam kir.

Li gorî belgeyan, di komkujiya Hewlêrê de, 83 kesên birîndar, rojnamevan, siyasetmedar û hunermend jî di nav de hatin qetilkirin û windakirin. Heta niha jî nayê zanîn kesên di komkujiyê de wenda bûne çi bi serê wan hatiye.

Hevkariya PDK’ê û dewleta tirk

Ji sala 1983’yan heta îro dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê 30 êrişên berfireh li dijî gerîla û xaka Başûrê Kurdistanê pêk anî. Hin ji van êrişên herî berfireh evin;

*Di sala 1991’ê de di serdema serokkomarê Tirkiye Turgut Ozal de li dijî gerîlayên Kurdistanê di bin navê ‘Supurge’ de bi hevkariya PDK’ê êrîşek berfireh lidarxist. Piştî şikestina êrişê, Turgut Ozal peyama agirbestê ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re şand.

* Di sala 1996’an de li ser daxwaza Mesûd Barzanî dewleta tirk bi 33 hezar leşker ve li dijî herêma Heftenînê dest bi êrişek berfireh kir. Çekdarên PDK’ê jî mil bi milê leşkerên tirk tevlî êrişê bûn. Êrişa ku bi qasî 50 rojan berdewam kir, bi serkeftina gerîla bi dawî bû.

*Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê êrişa xwe ya herî mezin di 14’ê gulana 1997’an de pêk anî. Di vê êrişê de zêdetirî 200 hezar leşker û bi hezaran çekdarên PDK’ê tev li şer bûn. Dewleta tirk navê ‘Çakuç’ li vê êrişa xwe ya dagirkeriyê kir. Lê vê carê jî li beramberî berxwedana gerîla şikest.

*Di bin navê ‘Operasyona Sandewîç’ de dewleta tirk bi hawayî, hêzên PDK’ê jî ji bejahî bi tevlibûna 20 hezar leşker û bi sedan tank û tanzeran, balefirên şer li nava xaka Başûr de gerîlayên azadiya Kurdistanê dorpêç kirin. 30 rojan şer berdewam kir.

Dorpêça li ser Kampa Mexmûrê

Di 17’ê tîrmehê de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrişan. Rojek piştî bûyerê, di 18’ê tîrmeha 2019’an balafirên şer ên Tirkiyeyê, wargeh bombebaran kir. Di bombebaranê de 2 şêniyên wargehê birîndar bûn. PDK’ê di 17’ê tîrmeha 2019’an de ambargo danî ser warehgê û rê neda ku tu kes ji wergehê biçe Hewlêrê. Ji ber ambargo û girtina rê, bi dehan nexweşên rewşa wan giranin, nekarîne biçin Hewlêrê.

PDK û hevsengiya li gel dagirkeran

Tenê di sala 2021’ê de hêzên PDK’ê mil bi milê leşkerên tirk 11 caran karwanên leşkerî bi çekên giran ve derbasî Herêmên Parastina Medyayê kirin. Çend caran êrişê hêzên gerîla kirin. Di encama êrişên çekdarên PDK’ê de 14 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Gerîlayek jî birîndar bû.

Êrişa li Xelîfan

Di 26’ê tîrmeha 2021’ê de li nêzî gundê Bêxme ya ser bi navçeya Xelîfanê hêzên PDK’ê êrişê sê gerîlayan kir. Di êrîşê de sê gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Di 3’yê cotmehê de jî HPG’ê ragihandibû ku di encama kemînekê de ku hêzên PDK’ê li Xelîfanê di şeva 28-29’ê tebaxa 2021’an de danîbûn, ji koma 7 gerîlayan 5 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane. Aqûbeta gerîlayekê diyar nîne û gerîlayek sax gihîşte hevreyên xwe.

Pilana PDK’ê û Tirkiyeyê

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê di 26’ê adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta tirk wê bi hevkariya PDK’ê êrişek li ser başûrê Kurdistanê bide destpê kirin.

Piştre Ajansa Nûçeyan a Firatê eşkere kir li gorî zanyariyên ku ji çend çavkaniyek ji nava hêzên PDK’ê girtine, PDK û dewleta tirk pilanek hevbeş amadekirine. Li gorî pilanê wê roja 15’ê nîsana 2022’yan dewleta tirk li sinorê Kanî Masî dest bi êrişa li ser baregehên gerîla bike.

Piştî vê planê Serokê Herêma Federe a Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 15’ê Nîsanê de li Tirkiyeyê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdogan û Musteşarê MÎT’ê Hakan Fidan re hevditin kir. Piştî hevdîtinê Tirkiye û PDK’ê bi hevre li herêma Zap, Metîna û Avaşînê dest bi şer kirin. Şer didome.

Çavkanî: Rojnews