6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hunermend Comerd: Li dijî xiyanetê bisekinin

Hunermendê kurd Comerd Qehreman diyar kir ku şerê li çiyayên Kurdistanê diqewime gefê li hebûna kurdan dixwe û bang li pêşmergeyên azad û gelê kurd ên li başûrê Kurdistanê kir ku li dijî wî şerî û xiyanetê bisekinin.

Artêşa tirk û PDK’ê hêzên xwe li nêzî Herêma Parastinê ya Medyayê bi cih dike û êrişî qadên gerîlayan dikin. Li aliyê din hikumeta Iraqê êrişî herêma Şengalê dike û di navbera Şengal û Rojava de dîwar lê dike. Gelê Kurdistanê li dijî êrişên hevbeş ên PDK`ê û artêşa tirk ên herêmê nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Hunermendê kurd Comerd Qehreman ji ANHA’yê re axivî û destnîşan kir ku gerîla hemû parçeyên Kurdistanê diparêzin. Comerd Qehreman bi bîr xist ku gelê kurd di pêvajoya sed salên derbasbûyî de ji ber xiyanet û alîkariya bi dijmin re di êrişên wê yên hovane yên li dijî kurdan azar kişandin û got: “Her tim em banga bidawîkirina xiyanetê dikin. Heger ne ji xiyaneta di nava kurdan de bûya wê dijmin nikarîba serhildanên li Kurdistanê têk bibirana.”

Hunermend Qehreman diyar kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyoneke berfirehe ku hebûna turdan dike hedef û wiha domand: “Gerîla Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê diparêzin. Ne ji têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûya, me nedikarî peyva Kurdistan bigota.”

Qehreman li ser rol û rista berdêlên ku kurdan di dirêjahiya salên derbasbûyî de dane û wiha axivî: “Van berdêlên ku kurdan daye, hişt ku doza kurdan li herêmê bibe mijareke sereke. Têkiliyên diplomatîk bi dewletên cîhanê yên ku êdî vê rastiyê qebûl dikin re hene. Lê tişta PDK`ê dike nayê aqilan, ji ber ku hewldana têkbirina têkoşîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê û şoreşa Kurdan dike.”

Qehreman anî ziman ku gelek caran serdana başûrê Kurdistanê kiriye û wiha got: “Ez dikarin vê bibêjim. Kurdên li wir piştgiriya gerîla dikin û hêviyeke mezin bi wan ve girêdane, lê mixabin artêşa tirk û PDK`ê başûrê Kurdistanê buhost bi buhst kirine herêmeke îstixbaratî. Gelê kurd ê li wir ew ê vê siyasetê qebûl nake, lê di heman demê de jî rastî astengî û çewisandinê tê.”

Comert têkildarî serdana dawî ya Mesrûr Barzanî ya ji bo Tirkiyê û hevdîtina wî ya bi serokkomarê tirk Recep Teyyîp Erdogan û  MÎT’ê re jî axivî û wiha got: “Ji bo kesên îdia dikin ku rayedarên Başûrê Kurdistanê ne ev heqaret e, ji wê zêdetir jî ev civîna guhdarkirin û wergirtina perspektîfan e. Em bang li pêşmergeyên azad û gelê kurd ên li başûrê Kurdistanê dikin ku li dijî siyasetên PDK`ê bisekinin û xiyanetê qebûl nekin. Li hemû qadan dest bi çalakiyan bikin ku gelê kurd ji dagirkeriyê rizgar bibin.Ev hemleyeke mezin a qirkirinê ye, şerê hebûn û nebûnê ye. Divê gelê me bi lez li dijî dagirkeriya tirk û xiyanet PDK`ê bisekine.”