19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şêniyên Kobanê li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan

Şêniyên bajarê Kobanê ji bo sê şervanên YPJ’ê yên di êrişa dewleta tirk de jiyana xwe ji dest dan meşeke girseyî lidarxistin. Şêniyên Kobanê bi pêşengiya Kongreya Star li Qaeda Jin a Azad li hev civiyan û ber bi Qada Aştiyê ve meşiyan. Gel di meşê de pankartên “Bimire Xiyanet”, “Em rê nadin dagirkerî û xiyanetê” û “Dem dema azadiya Kurdistanê ye” hildan. Di çalakiyê de ji Meclîsa Jinê ya PYD’ê Sara Xelîl axivî û bal kişand ser êrişên dewleta tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Em ji kesên ku li dijî kurdan komployan dikin re dibêjin, hûn ê her tim têk biçin.”

Sara Xelîl bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re û wiha got: “PDK’ê careke din nêta xwe eşkere kir. Hevdîtina dawî ya bi rayedarên tirk re kir her tişt raxist pêş çavan. Ji ber vê yekê em bang li gelê Bakur, Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî vê planê ku li dijî kurdan e, bisekine.”