6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meclisa Dayikên Aştiyê êrîşên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê şermezar kir

Meclisa Dakiyên Aştiyê a Êlihê bi şîyara “Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin” çalakiyek girseyî li dar xist û êrişa dewleta tirk a bi hevkariya PDK’ê şermezar kir. Di çalakiyê de rêveberên HDP’ê û Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Nûnerên TJA û Platforma Ked û Demokrasiyê amade bûn. Girseyê di pêşengiya Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê de pankarta “Em li dijî şer aştiyê, li dijî mirinê jî jiyanê diparêzin” vekir û daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê  Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku îqtîdara AKP’ê ji bo îqtîdara xwe biparêze konsepta şer pêş dixe û wiha got: “Lê hêza muxalefetê jî xwe li pişt îqtîdarê vedişêre. Carek din hat dîtn ku hêza li dijî şer radiweste em in.”

Berdevka  TJA’yê ya Êlihê Şukran Çelebî jî anî ziman ku AKP-MHP bi şer emrê xwe dirêj dike û di polîtîkayên şer de israr dike. Çelebî da zanîn ku yên di şer de bi ser dikevin bazirganên şer in û yên winda dikin jî gelê xizan e. Çelebî helwesta muxaletefê jî rexne kir û da zanîn ku ev kesna wan xizmeta îqtîdarê dike.”