19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar didome. Malbatê li ser medyaya dijîtal ev peyam da: “Em ê dev ji lêgerîna edaletê bernedin. Edaleta derengmayî, zilm e. Bes bibin şirîkê vê zilmê.”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî Malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 822’yan de didome. Dayik Emîne Şenyaşar ji ber ku nexweş e, nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal hesabên fermî yên Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç û Wezareta Dadê etîket kir û ev peyam da: “Dayik li pêşiya Edliyaya Rihayê, ez jî li meclisê me. Em ê dev ji edaletê bernedin. Edaleta derengmayî, zilm e. Bes bibin şirîkê vê zilmê!”