6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dadgehê doza aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd red kir

Bi daxwaza aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî doz hatibû vekirin û 5’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Enqereyê ev doz red kir

Baroya Amedê, Komeleya Perwerde Çand û Piştevaniyê ya Şêx Seîd û nevî û vasiyê Şêx Seîd ê bi navê Kasim Firat, ji bo aşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925’an de hatine bidarvekirin, serî li Wezareta Karên Hundir dabûn. Lê belê Wezareta Karên Hundir di nava 30 rojên yasayî de tu bersiv nedabûn. Dozdanan jî ev yek weke bi awayekî neyekser redkirina serlêdanê nirxandin û li ser vê yekê serî li 5’emîn dadgeha Kargêriyê ya Enqereyê dan.

Dê dozê bibin îstînafê

5’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Enqereyê li ser îfadeyên Wezareta Karên Hundir ku ji bo Şêx Seîd û 46 hevalên wî digot “qeyda arşîvan a têkildarî cihên goran wan tune ne”, biryara redkirina dozê da. Malbata Şêx Seîd jî dê li dijî vê biryara dadgehê li Dadgeha Îstînafê îtîraz bike.

Baroya Amedê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “Me, Komeleya Şêx Seîd û endamên malbatê ji bo tespîtkirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, li dijî Wezareta Karên Hundir li 5’emîn Dadgeha Kargêriyê ya Enqereyê doz vekiribû. Dadgehê di vê mijarê de biryara xwe da. Dadgehê bêyî lêkolînên pêwîst, li ser nivîsên weke bersiv ên Wezareta karên Hundir ku digot ‘agahî û belge tune ne’, biryara redkirina doza me da. Em ê li dijî vê biryarê serî li dadgeha îstînafê bidin û pêvajoya hiqûqî jinêzve bişopînin.”