spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dolar rabû û 24 lîre derbas kir

Faîza polîtîkayê di asta dihat xwestin de nehat zêdekirin. Piştî diyarkirina faîza polîtîkayê, dolar rabû û 24 lîre derbas kir.

Banka Navendî ya Komara Tirkiyeyê (TCMB) piştî 2 sal û nîvan, cara ewil faîz zêde kir. Civîna ewil a Lijneya Polîtîkaya Pere ya bi Serokatiya Seroka TCMB’ê Hafîze Gaye Erkan faîza polîtîkayê ji sedî 8,5’an derxist ji sedî 15’ê. Lê belê gelek derdor li bendê bûn ku faîz hêj bêhtir were zêdekirin. Berteka ewil jî piyasayê nîşan da.

Borsa Stenbolê biha bû

Borsa Stenbol ku beriya biryara faîzê ya TCMB’ê puanên wê 5223 bû, piştî biryarê derket 5241 puanan. Piştre jî ev bihabûna xwe zêde kir û qezenca nirxê xwe ji sedî 2 zêde kir. Endeksa BIST 100’ê ji saet 14.23’yê ve ji sedî 1,93 zêde bû û bi 5285 puanan kirarî kir. Endeksa bankavaniyê jî beriya biryara krîtîk bi 5000 puanan tevdigeriya. Di heman deqeyan de endeks ji sedî 0,60’ê kêm bû û daket 4944 puanan.

Dolar jî piştî biryarê gav bi gav rabû û 24 TL derbas kir. Kur, herî zêde derket 24,1600 TL’an û di van deqeyan de ji sedî 2,45 zêde bû û derket 24,15 TL’an.

 Dolar û zêr buha bûn

Buhayê grama zêr beriya biryara TCMB’ê bi 1460 lîreyan bû lê ji ber rabûna dolar/TL derket 1468 lîreyan. Grama zêr di van kêliyan de ji sedî 0,16 zêde bû û bû 1466 TL.