3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Aydenîz: Êrîş li dijî destkeftiyên jinan û azadiya kurdan e

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydeniz diyar kir ku dewleta tirk ji pergala ku li Rojava hatiye avakirin ditirse û got: “Êrîşî deskeftiyên jinan dikin. Lê em weke jinên kurd dê bi pêşengtiya azadiyê bikin. Çiqasî qetlîam jî hebe em ê têbikoşin.” 

Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya navçeya Silopiya ya Şirnexê têkildarî qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û hevalên wê daxuyanî dan çapemeniyê. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Û Parlamentera Partiya Çepên Kesk a Mêrdînê Salîha Aydenîz, parlementerên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Uysal, Mehmet Zekî Îrmez, aktivîstên TJA’yê, Meclisa Dayikên Aştiyê, rêveberên HDP’ê tev li daxuyaniyê bûn.

‘Tehmûla me nema’

Di daxuyaniyê de hevseroka DBP’ê ya Sîlopiyayê Emîne Ozek axivî. Ozek bertekî êrişên li ser Rojava da û got: “Jin dayik e, jin aştî ye. Çima her carê jin hedef tên girtin? Divê ku kesek xwe bêdeng neke. Em ê heta kengî li dijî van êrişan xwe bêdeng bikin. Em van bûyeran şermezar dikin. Tehemûla me êdî nema ye.”

‘Ji pergala Rojava ditirsin’

Piştre Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya Salîha Aydenîz axivî. Aydenîz bal kişand êrişên li ser rojavayê Kurdistanê. Aydenîz destnîşan kir ku ev êriş li dijî jiyana wekhev a ku li wir hatiye avakirin pêk tên û wiha axivî: “Her roj dewlet bi zanebûn êrişî jinan û deskeftiyên jinan dikin û gelê kurd dike. Tu tişteke dewleta tirk li Rojava nine, lê her roj bi SÎHA’yên xwe êrişî Rojava dike. 2 roj beriya niha êriş kirin û sê hevalên me qetil kirin. Ev her sê kesên ku hatine qetilkirin di rizgarkirina herêmê de  li dijî DAIŞ’ê têkoşîne bêhempa dan. Van kesan ev belaya ku bûye bela serê mirovahiyê li herêmê têk birin. Em dizanin dewleta tirk ji demokrasiyê û pergala ku li wir hatiye avakirin ditirse û ji ber wê jî êriş dike. Lê belê em têkiliya dewletê ya bi çeteyan re dizanin. Çeteyên ku destê wan di xwîna mirovahiyê de ye li zaningeha vê dewletê mezun bûn. Ev rastiya vê dewletê ye. Bi kurdan re şer ne çareseriye. Dewleta tirk ev êriş di pêvajoya darizandina DAIŞ’ê de pêk anî. Ev balkêş e. Derdê vê dewletê ne çareserî ye. Derdê vê dewletê şer e.”

‘Wateya vî wêneyî çi ye?’

Aydenîz bal kişand ser hevdîtina Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî ya bi rayedarê Tirkiyeyê re jî wiha got: “Derdê dewletê ew e ku di navbera kurdan de nakokiyan derbixîne. Roja ku ev komkujî çêbû li Enqereyê bi Barzanî re hevdîtin kirin. Em li vir dipirsin wateya vî wêneyî çiye? Divê ku bersiva vê bê dayîn. Ev wêne û hevdîtinên Kurdistanê bi hikûmeta Tirkiyeyê re me dişkêne. Em dibêjin ku bi kurdan re şer ne çareserî ye, ji bo demokrasiyê jî binpêkirin e. Kesên xwe bêdeng dikin şirîkên van êrîşan e. Kesên ku mafên jinan diparêzin divê ku xwe bêdeng nekin. Em weke jinên kurd dê pêşengtiya azadiyê bikin. Çiqasî qetlîam jî hebe em ê têbikoşin. Li dijî van êrîşan pêwistî bi yekitiya kurd heye. Heta ku kurd nebe yek dê her tim rastî van êrîşan bê.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê