6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çiya Kurd: Bi tekiliya Şam û Enqerê krîza Sûriyeyê dikeve pêvajoyeke nû

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, diyar kir ku Bi tekiliya Şam û Enqerê krîza Sûriyeyê dikeve pêvajoyeke nû û ev tişt got: “Êdî dê rewş ji bo her kesî li herêmê zêdetir aloz û xirab bibe.”

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd, der barê civîna Astanayê ya 20`emîn ku têde daxuyaniyên li dijî Rêveberiya Xweser hatine dayîn û rêya çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê de ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.

Bedran Çiya Kurd têkildarî civîna Astanayê anî ziman ku êdî koma Astanayê dikeve pêvajoyeke nû û wiha got: “Tu bendewariyên me yên cuda ji civîna Astanayê nebû. Xeta siyasî ya vê civînê di destpêkê de diyar e. Ji sala 2017`an heta niha mijarên ku nîqaş dikin û nêrîna li pirsgireka Sûriyeyê aşkera ye. Di vê dawiyê de hikumeta Şamê jî tev li vê civînê bû, ew jî bû beşek ji koma Astanayê. Êdî koma Astanayê dikeve pêvajoyeke nû. Di vê pêvajoya nû de çend pirsgirêkên serekê hene, dê binirxînin ku ev di encama vê civînê de jî derket holê. Yek ji wan pirsgirêkan ew e ku ji bo pirsgirêkên sînor û têkoşîna li dijî terorê çawa bi hev re hevkariyê bikin. Qesta wan ji terorê jî wekî ku Tirkiye dixwaze, derdikeve holê. Rêveberiya Xweser, QSD, kurd di vê pênaseyê de tên dîtin. Her wiha mimkûne ku hin komên li Idlibe li ser daxwaza hikumeta Şamê dikeve çarçoveya bên girtin.”

Tewanbariyên li Rêveberiya Xweser

Çiya Kurd, xala civînê ya ku Rêveberiya Xweser wek projeyeke parçekirina Sûriyeyê dibîne şermezar kir û wek “durûtiyeke mezin” nirxand. Çiya Kurd, destnîşan kir ku tawanbarkirina Rêveberiya Xweser encama daxwazên dewleta tirk e û ev tişt got: “Bi salan e Rêveberiya Xweser helwesta xwe bi şeklekî vekirî nîşan daye ku projeyeke nîştimanî ya sûriyeyî ye û di çarçoveya Sûriyeyê de li çareseriyê digere. Di civînê de behsa hikumetên di bin kontrola Heyet Tehrîr El Şam û Îxwan Muslimîn de nehat kirin. Projeyên ku di bin serweriya Tirkiyeyê de li wir bi pêş dikevin, bi temamî weke projeyekê dagirkeriyê û parçekirina Sûriyeyê tê zanîn. Lê teqez her tim berê xwe didin Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku bi tawanbariyên cuda tawanbar dikin. Ev jî diyar dike ku dewleta tirk bi hemû hêza xwe giraniya xwe dixe van civînan. Wekî ku encamên li gorî daxwazên Tirkiyeyê ji vê civînê dixwaze derkeve. Rêveberiya Xweser wekî ku tehdîtek li ser ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê nîşan didin, ev bi temamî derew in. Yê ku li ser ewlekariya nîştimanî ya Sûriyeyê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xetere ye, dewleta tirk e. Di vê civînê de qet behsa dagirkeriya dewleta tirk, komên tundraw ên çete yên di bin kontrola dewleta tirk de nekirine. Tê fêmkirin ku beyannameya vê civînê li gorî daxwaz û dilê Tirkiyeyê ye.”

Nexşerêya dijberî sûriyeyiyan

Bi gotina “Êdî piştî vê civînê dê giranî li ser têkiliyên Tirkiye û Sûriyeyê be.” Çiya Kurd, bal kişand ser hewldanên nexşerêya di civînê de hatiye behskirin û wiha pêde çû: “Dê bixwazin di têkiliyên Şam û Enqereyê de pêşketinê çêkin û lihevkirinan zêdetir bikin. Ev ê bi taybet di aliyê leşkerî, îstixbaratî û ewlehiyê de bin ku berê îşaret bi van kiribûn. Ew nexşerêya behs dikin Rûsya ji bo ku di navbera her du aliyan de nêzîkbûnê çêke, amade dike. Dê çawa her du rejîm li hev bikin û bi hev re kar bikin, dê ser vê xebatekê bikin. Dê gelek hevkariyên li dijî gelê herêmê, Rêveberiya Xweser û sûriyeyiyan derkevin pêş. Ev xetereyeke mezin e û ji aliyê hikumeta Şamê de şaşiyeke gelekî cidî ye. Ger bi dewleta tirk re bikeve nava hevkariyê ev dê siyaseteke şaş be, serweriya Sûriyeyê û yekitiya Sûriyeyê dixe xetereyeke mezin. Ji bo wê jî divê hikumeta Şamê li xwe vegere û nekeve van şaşiyên mezin. Bi vî şeklî krîza Sûriye êdî dikeve pêvajoyeke nû. Êdî dê rewş ji bo herkesê di hundirê herêmê de zêdetir aloz û xirab bibe.”

Şermezarkirina êrîşên Îsraîlê…

Çiya Kurd, der barê  hin nîqaşên  ku di civînê de li ser êrişên Îsraîlê û pirsgirêkên mirovî yên li Sûriyeyê hatine kirin de jî wiha axivî: “Di civînê de pirsgirêkên mirovî li ser Sûriyeyê nîqaş kirine ku dê çawa cezayên aborî bên rakirin, alîkariya mirovî ser Sûriyeyê zêde bibe û wekî pêvajoya nû ya avakirinê destpê bibe. Lê helwesta welatên piştgirî didin mijarên mirovî diyar e ku dibejin heta guhertineke siyasî çê nebe ne mimkune pêvajoya avakirinê li hundirê Sûriyeyê de pêş bikeve. Ji bo êrişên Îsraîlê ser Sûriyeyêyê xal lê zêde kirine. Wekî ku şermezar dikin û ne li gorî qanûnên navdewletî dibînin. Ev jî durutiyeke. Ji ber dewleta tirk rojane êrîşî herêmên me dike û mirovên sivîl tên qetilkirin. Lê kes behsa van êrîşan nake û dengê xwe dernaxîne. Di van êrîşan de gelek leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan. Lê behsa wan jî nayê kirin. Ger îro li ser axa Sûriyeyê binpêkirin çêdibin divê hemû bên dîtin û li dijî vê helwest hebe. Divê biryarên cidî hebin ku dagirkerî bi dawî bikin û van êrîşên Tirkiye bi dawî bikin.

Nirxandinên Eymen Sosan

Di civîna Astanayê de cigirê wezîrê karên derve yê hikumeta Şamê Eymen Sosan ji qenaleke rûsan re diyar kiribû ku bi derketina Amerîkayê ji Sûriyeyê re dê dosyaya kurdan bê girtin. Çiya Kurd; van nirxandinên Sosan wek “xwendineke şaş û seqet” pênase kir û der barê mijarê de ev tişt nirxandin kir: “Pirsgirêka Kurd di hundirê Sûriyeyê de wekî pirsgirêkeke demokrasiyê ye. Ev pirsgirêk bi hebûn an jî nebûna Amerîkayê di herêmê de derneketiye. Ev bi dehan salan e pirsgirêkeke nîştimanî di hundirê Sûriyeyê de heye. Divê di çarçoveya demokratîk de ev pirsgirêk bê dîtin û çareser kirin. Ger hikumeta Şamê wekî ku hesab dike dê Amerîka ji vir bikşê êdî ew ê serweriya xwe li ser her cihî çê bikin û her tiştê bi navê kurd û demokrasiya heyî ji holê rakin, şaş difikirin. Ne mimkun e bi vî şeklî pirsgirêk di hundirê Sûriyeyê de çareser bibin. Rêya çareseriye ew e ku diyaloga heqîqî û cidî çê bibe û hemû aliyên Sûriyeyê li hev bikin. Derveyî vê ger hikumeta Şamê şêwazekî dîtir ji bo çareseriyê bifikire dê şaş be, berê herêmê bidin alozî û krîzeke mezintir ku ji bin kontrolê derkeve. Divê hikumeta Şamê wiha nefikire ku têkiliyên wan bi welatên Ereban re baş dibe, dê têkiliyên wan bi Tirkiye re baş bibe, êdî bê ku hevkirineke siyasî an jî guhertineke siyasî çê bibe dikarin hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. Wekî ku ew hesaban dikin pirsgirêkên Sûriyeyê nayên çareserkirin. Ji ber pêwîstiya vî welatî bi guhertineke siyasî heye. Bi vî rengî rê li pêşiya pirsgirêkan bê girtin.”

Diyaloga bi Şamê re

Di heman hevdîtinê de Eymen Sosan anîbû ziman ku bi Rêveberiya Xweser re tu têkiliyên wan nînin lê bi hin aliyên kurd re diyalogên wan bi pêş dikevin. Têkildarî vê nirxandinê jî Çiya Kurd, destnîşan kir ku heta niha diyalog cemidî ne û ev tişt got: “Bi navbeynkariya Rûsyayê gelek caran hewldan çêbûn ku bi hikumeta Şamê re diyalog çêbin. Lê çênebûn. Heta niha jî cemidî ne. Sedema vê hişmendiya hikumeta Sûriyeyê ye ku ji guhertinê re ne vekirî ye. Hesab dikin ku `Tirkiye êrîş bike wê demê em ê bi Rêveberiya Xweser re bêmiqabil tifaqê bikin an jî Amerîka vekişe em ê wê valahiye tijî bikin.` Ji bo wê jî wekî ku ew difikirin pêwîstî nabînin diyalog bi Rêvberiya Xweser û gelê herêmê re bikin. Hikumeta Şamê mecbûra bi gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nav de kurdan re têkeve nav têkiliyê û diyaloga cidî pêş bixînin. Wekî din ger dixwaze ji xwe re alternatîfan çêke û rewşa heyî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê paşguh bike, dê xwe bixapîne. Ji bo diyalogê û çareseriyê divê Rêveberiya Xwesesr, QSD û saziyên wê muxatab bê girtin. Derveyî wê ne mimkun e kesên dîtir bibin muhatab.”

Aliyên kurd?

Çiya Kurd, ji bo daxuyaniya Sosan a “aliyên kurd” hî destnîşan kir ku ew nizanin qesta hikumeta Şamê ji “aliyên kurd” kî ne û da zanîn ku ne mimkune derveyî Rêveberiya Xweser muxatabên çareseriyê hebin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dibe hinek şexs hebin ku tu hêza wan tine ye ger ew dibîne ew nûnerên kurdan e yan jî nûnerên herêmê ne bi wan re dikevin têkilî û danûstandinê de ev ne guncav e û ne mimkune ji aliyê gelê herêmê ve bê qebûlkirin. Divê hikumeta Şamê muxatabên sereke re danustandin bike. Ger çavên xwe muhatabên serekê bigire bê zanîn ku niyeta vê hikumetê tine ye çareseriyekê pêş bixîne, careke din dixwaze serweriya xwe çêbike û saziyên xwe vegerîne. Gelek bedel hatin dayîn ku gelê herêmê tu carî dê vê qebûl neke.”

Astengiyên diyalogê

Herî dawî Çiya Kurd, behsa astengiyên li pêşiya pêşxistina diyalogên di navbera Şam û Qamişloyê de kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Hişmendiya hikumeta Şamê ji bo diyaloga siyasî ku guhertinê çêke, asteng e. Ev ji bo pêşxistina diyalogê pirsgirêkeke cidî ye. Gelek caran hevdîtin çêbûn lê israra hikumeta Şamê ya vegera beriya sala 2011`an astengî ye. Welatên garantor ji bo çareseriyê nexwedî proje ne. Ev jî dihêle ku hikumeta Şamê di ya xwe de israr bike. Parçebûna aliyên Sûriyeyê, di navbera hemû sûriyeyiyan de nebûna projeyeke hevbeş wekî alternatîf û guhertina siyasî pirsgirêk e. Bêguman Rêveberiya Xweser wekî projeyeke siyasî, demokratîk dikare bibe beşek ji çareseriyê. Lê bi tena xwe jî ji bo çareseriya siyasî di hundirê Sûriyeyê de nikare pêş bixe. Ji ber ku pirgirêka Sûriyeyê bûye pirsgirêka herêmî û navdewletî. Ji bo wê jî di pirsgirêka Sûriyeyê de gelek alî û hêz pewendîdar in. Divê lihevkirinek hebe ku careke din bikare rolê bilîze. Ji bo Rêveberiya Xweser jî di hundir û derve de gelek astengî hene. Di aliyê siyasî de têkoşînek tê dayîn. Di hundirê Sûriyeyê de ji bo eniyeke demokratîk bi van komên opozîsyona demokratîk re bi pêş bixin, xebatek tê kirin.”