17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jiyana birûmet

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Rûmeta mirov jî wekî nirxên mirovahiyê yên hevpar ne tiştekî xwezayî ye û di pêvajoya jiyanê de li gorî rêzik û qaydeyên mirovên der û dor û pîvanên civakê teşe digire.  Her mirov li gel rûmeta xwe dijî, li gel rûmeta xwe li ser piyan dimîne û li gel rûmeta xwe hebûna xwe didomîne

Hemû mirovên xwedî aqil, li gel gewherên xwe yên xwezayî tev li giramî û mafên jiyanê tên dinyayê û li gorî nirx û rûmeta xwe dijîn.  Nirxê ku bi mirov re derdikeve holê û di her dem û serdemê de girîng tê dîtin rûmet e.  Rûmeta ku bi tu ol, raman û bîrdozê ve negirêdayî ye tu car tu tixûb û sînorên westar nas nake.

Rûmet; her çendî di wateya xwe ya berfireh de wekî“nirxekî felsefî” tê binavkirin jî di ferhenga peyvan de  bi peyva honneur (onur)ê re -ku bi eslê xwe fransî ye- hemwate ye û wekî“nirxê ku mirovekî/ê li ber çavên mirovên din biqîmet dike” tê  pênasekirin. Lê li gorî vê pênaseyê dibe ku jiyana mirovan hin caran girêdayî rûmeta wan binirx û rûmeta wan jî hin caran girêdayî jiyana wan bênêrx bibe. Ji ber vê sedemê, ne bi potansiyelên derveyî yên ku derî vîna mirov pêk tên (ên mîna nîjad, netewe, zayendê) ve bêtir bi rewşa  mirov a mirovbûnê ve girêdayî ye. Gelek fîlozof, ramanwer  û pêxemberên olî jî di pirtûkên xwe de têgîna rûmetê  bi “nirxê mirovî” ve girê didin.

Hemû heyîn û heyberên deremirov hemû ahenga xweza û gerdûnê temam dikin, belê tenê mirov vê ahengê xira dike. Ev xirakirin jî bi vîna mirov pêk tê. Gelek mirovên ku bi vîna xwe tevdigerin gelek caran ji lawirên (heywanên) ku li gorî dozîna xwe tev digerin dirindetir/hovebertir dibin. Ji ber ku vîna lawiran tune ye (dozîna wan heye) tu lawir nikarin bi qasî mirov dirinde bibin û xirabiyê bikin. Ji ber ku xwezaya lawiran ji bo vê yekê ne guncan e û hestên biqîmetî û bêqîmetiyê bi wan re nîn e başî û nebaşiyê jî nizanin. Her wiha ji ber ku “Mirov afirînerê her tiştî ye.” Ew ê ku nirxên mîna rûmet û bêrûmetiyê diafirîne jî mirov e.

Rûmeta mirov jî wekî nirxên mirovahiyê yên hevpar ne tiştekî xwezayî ye û di pêvajoya jiyanê de li gorî rêzik û qaydeyên mirovên der û dor û pîvanên civakê teşe digire.  Her mirov li gel rûmeta xwe dijî, li gel rûmeta xwe li ser piyan dimîne û li gel rûmeta xwe hebûna xwe didomîne. Ku rûmeta mirov binpê dibe, derûniya wî/wê jî xira dibe. Ku derûniya mirov xira dibe ahengiya jiyana wî/wê jî xira dibe û tu hêmanên bedena mirov jî nikarin rûmeta mirov a ku tê hecinandin bicebirîne.

Rûmet çi ye? Rûmeta mirov çi ye?  Wateya jiyana birûmet çi ye? Bêrûmetî çi ye? Mîrovên birûmet û bêrûmet kî ne? Li gel teknolojiya ku jiyana mirov hêsan kiriye û ew qas merc û derfet pêk anîne jî çima mirov hê bêtir behsa rûmetê dikin?  Li gel kuştin, xwekuştin û hevkuştin mirovan didome, çima hê jî rûmet di ser her tiştî re tê girtin? Çima hê rûmeta ku her gav kuştinê teşwîq dike şêwaza jiyana me neguhertiye? Çima mirov li şûna ku bibin vebijerka rûmet û serbilindayiyê, dibin alav û guherteyên bêkêr, bêxêr û bêhavil ên bindestiyê?  Çima hin kes rûmet, nirx û hêjahiyên xwe bi destê xwe naparêzin û gelek mirovan ji bo van nirxan didin kuştin? Çima hêviya hin xilaskerên vê dinyayê hê di nirxên pîroz, rûmet û hêjahiyên civakî de asê dibin?  Mirov ji bo çi û ji bo rûmeta kê berpirsiyar tên dîtin?  Jiyana birûmet tê çi wateyê?  Çima li vê dinyaya ku bê hed û bê hidûd neheqî çê dibe tenê behsa nirxên hêja û rûmetê tê kirin? Çima mirov bi qasî jiyaneke bêrûmet ji bo jiyaneke birûmet, azad û aştiyane serê xwe naêşînin da ku hemû mirov li gel rûmeta xwe bi serbilindî bijîn? Ev pirs ji dem û serdemên  kevnar ve berdewam e û heya ku nijada mirovî hurmeta xwe ya ji bo aqil winda neke, dê heta bi hetayê bidome. Gelek pirsên mîna van pirsên ku serê me diêşînin û mejiyê me serobîn dikin hene. Lê ji wê wêdetir jî nihêrîna li ser xweza, civak û mirovahiyê li ser aqil û daneyên zanistî tenê bi felsefeyeke kûr û hevgirtî  pêkan dibe. Tiştê ku vê lêgerîna herî watedar a aqilê mirovan diyar dike û di serî de wê ji hemû bîrdoz û bîr û baweriyên tundrew vediqetîne ew e ku bi saya “hişê azad” bi dest dikeve.

Bi rastî tu mirovên hestiyar û pejnkar nîn in  ku li pêşberî binpêkirina rûmeta xwe bê deng bimînin an jî bertek nîşan nedin. Hilgirtina ew qas êş û azarên jiyanê û berxwedana li hemberî neheqiyê jî ji ber bêrûmetiyê ye. Baş tê zanîn ku di her dem û serdemê dîrokî de rûmet û bêrûmetî li nik hev hebûna xwe domandine. Belê xasma û mixabin îro ro binpêkirina rûmetê û serberjêrkirina mirovan wekî tiştekî asayî û hînbûyî, belê rêzgirtina ji bo rûmetê û parastina mafê mirovan wekî tiştekî awarte tê dîtin. Ev yek jî têkiliyên mirovan asteng dike û hezkirin, giramî û germahiya navbera wan qels dike.

Divê fikirîn û lêkolîn û di ser de jî ev pirskirinên der barê  jiyaneke birûmet de bibe şêwaza jiyanê û rêbaza têkiliyên me da ku jiyaneke azad û cîhaneke aram pêk were. Ji bo afirandina feraseteke nû û perwerdeyeke nûjen a ji bo civakan û cîhaneke pirfonîk(piredeng) û her wiha riya herî bibandor û kartêker a li dijî dogmatîzm, mezinperestî û tarîtiyê bibe rêbaza çareseriyê.

Divê li dijî hemû qalib û şablonên teng û misoger ên civakî, mirovên birûmet rûmeta xwe biparêzin û li gor pivanên exlaq û wicdana xwe tev bigerin. Exlaq bi serê xwe nirxê mirovahiyê yê hevpar e. Exlaq û wicdan ne tenê  bi ol û bîrdozê re der bûye, ne jî bi ol û bîrdozê bi dawî dibe. Bê guman exlaqekî olî û bîrdozî heye belê ew exlaq û wicdan ne pîvana exlaq û wicdana hevpar a mirovahiyê ye. Lewre pîvana exlaqê olî li gorî bîr û baweriyên olî û yê bîrdozî jî li gorî pîvanên bîrdozî teşe digirin. Belê rûmet ne pîvana exlaq û ne jî pîvana bêexlaqiyê ye. Rûmet wekî gewhereke bêserûber di hestên mirovên baş de digere.

Di navbera rûmet û azadiya mirov de têkiliyeke xurt heye. Li cîhê ku rûmeta mirovan tê binpêkirin, mafê wan jî tê binpêkirin. Tenê mirovên birûmet dikarin mafên xwe biparêzin û azad bijîn.  Belê heta ku mirov azad nebin jî bi tevayî nikarin rûmeta xwe û mafên xwe biparêzin. Her çendî îro hevrikiya xweperest, pêşiya hevkariya mirovan digire jî di giyanê mirovên birûmet de hestiyariyek li hemberî rûmeta mirovên din heye. Mirovê herî birûmet ew e ku ne rûmeta xwe û ne jî rûmeta mirovên din binpê dike.