19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Em ê vê neheqiyê di 18 tîrmehê de li dadgehê jî bînin ziman

Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar didome. Malbatê ev peyam da: "Em ê neheqiya li me hatiye kirin, di 18'ê tîrmehê de careke din li eywanên dadgehê bînin ziman."

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 845’an de berdewam kir. Ji ber di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal bal kişand ser danişîna 18’ê tîrmehê ya têkildarî komkujiyê û ev peyam parve kir: “Em, li dijî neheqiyê tu caran bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin. Em ê neheqiya li me hatiye kirin, di 8’ê tîrmehê de careke din li eywanên dadgehê bînin ziman. Heya ku edalet pêk were ev gotina me dê bidome.”