9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên Windayan: Li aqûbeta Ebûbekir Aras pirsin

Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê xwestin ku kujerên Ebûbekir Aras bên darizandin û li aqûbeta hemû windayan pirsîn.

Malbatên xizmên windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 753’yan de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû lidar xistin.  Xizmên windayan, endam û rêveberên ÎHD’ê ya Amedê ji bo windayê bi navê Ebûbekir Aras ku di 13’ê tîrmeha 1994’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê dewleta tirk ve hatibû qetilkirin li aqûbeta wî hat pirsin. Di daxuyaniyê de Endamê Komîteya Windayan a Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz, axivî.

Firat Akdenîz, diyar kir ku Ebûbekir Aras di bin çavan de hatiye qetilkirin û wiha got: Ebûbekîr Aras ji aliyên Hêzên Ewlekariyê ve hat binçavkirin û di bin çavan hat windakirin. Dîsa di heman rojê de ji bilî Ebûbekîr Aras, di serdegirtinên li navnîşanên cuda 5 kesên dinê jî hatibûn binçavkirin. Piştî heftiyekê ji bûyerê ji bilî Ebûbebîr Aras, hemû kes hatin berdan. Dema Ebûbekîr Aras, nehat berdan birayê wî Abdûrrahman Aras, çû Midûriyeta Polîsan a Navçeya Cizîrê û aqûbeta birayê xwe pirsî. Polîsên li qereqolê nobetê digirin ji birayê wî re gotine; ku Ebû Bekîr di saetên êvarê yên roja ku ew hatibûn binçavkirin de serbest hatiye berdan. Li ser vê yekê birayê Ebûbekîr Abdûrrahman Aras, bi 5 kesên ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin û piştî hefteyekê bi Ebûbekîr re hatin berdan re hevdîtin kir. Her 5 kes diyar dikin ku bi hev re hatine binçavkirin û îşkenceyên giran li wan hatiye kirin û hemû laşên wan dane ber ceylanê. Hat gotin ku dema wan elektrîk dida Ebûbekîr, Ebûbekîr jiyana xwe ji dest daye û di wê demê de ji ber vê bûyera mirinê îşkenceya bi elektrîkê ya 5 kesên din ên girtî rawestandine.

‘Îşkenceya giran’

Akdenîz, Bal kişand ser rewşa kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin ev tişt anî ziman: “Her yek ji van 5 kesên ku rastî îşkenceyê hatibûn ji ber şert û mercên wê demê dudil bûn ku li dadgehê îfade bidin. Birayê Ebûbekîr careke din diçe Emnîyeta Navçeya Cizîrê û rewşa kesên navborî vedibêje. Ew kesên ku şahidê mirina wî bûne dibêjin ku ew ji ber rastî îşkencaya bi ceyranê hatibû jiyana xwe ji dest daye. Dema birayê Ebûbekîr van tiştan dibêje: polîs Ramazan û Îbrahîm dibêjin; ‘Ebûbekîr sax e. Li ser vê yekê birayê Ebûbekîr Abdûrrahman Aras, bi 5 kesên ku di heman rojê de hatibûn binçavkirin û piştî hefteyekê bi Ebûbekîr re hatin berdan re hevdîtin kir. Her 5 kes diyar dikin ku bi hev re hatine binçavkirin û îşkenceyên giran li wan hatiye kirin û ceyranê dane laşe wan.

‘Belgeya heqîqetê nîşan nedan’

Di dawiya axaftina xwe de Akdenîz. ev tişt anî ziman. “Der barê bûyerê de Midûriyeta Emniyetê ya

Navçeya Cizîrê belgeyekê amade dike û diyar dike ku Ebûbekir Aras, binçav kirine û serbest berdane. Di belgeyê de dîroka binçavkirinê 17’ê Tîrmeha 1994’an saet di 05:00’ê serê sibê de ye. Dîroka weşanê heman rojê êvarê di saet 20.30’an de hatiye nivîsandin. Lê madem ku Ebûbekir dikaribû  binivîse û îmza bike, çima tiliya wî xistine bin belgeyê. Dîsa dîroka binçavkirinê ya di belgeyê de heqîqetê nîşan nade. Bavê Ebûbekir ji bo ku aqûbeta kurê xwe hîn bibe serî li Walîtiya Mêrdînê dide. Walîtiya Mêrdînê di bersivê de diyar kir ku kurê wî heman rojê serê sibê hat binçavkirin û heman rojê saet di 20.30 de hatiye berdan. Tevî hemû xebatên lêgerînê jî agahî ji Ebûbekir Aras ê ku hat binçavkirin êdî nayê girtin.”

piştî xwendina serpêhatiyên ji bo bîranîna windayan çalakiya rûniştandin hat lidarxistin.