17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Li dijî zilmê bêdeng nemîn in

Malbata Şenyaşar di roja 843’yan a Nobeta Edaletê de daxwaza edaletê kirin û ev peyam dan: “Yên li hemberî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in.”

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndar xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 843’yan de berdewam kir. Ji ber nexweşiyê, Emîne Şenyaşar nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand.

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal ev peyam parve kir: “Îslamiyet, tenê ji dersok û secdeyê pêk nayê. Îslam emir dike ku mirov adil û biedalet be. Yên ku li hemberî zilmê bêdeng dimînin, şeytanên bêziman in. Heta ku edalet pêk tê dê têkoşîna me ya heq bidome.”