2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi Lozanê Kurdistan parçe kirin

Di sed saliya peymana Lozanê de em kurd mecbûr in ku bibin xwedî helwest û gotineke netewî. Ji bo em bibin kurdên Kurdistanê, li ser bingeha azadiya Kurdistanê divê em li hev bikin û stratejiyên li ser yekitî û netewî deynin pêşiya xwe.

Sed sal di ser peymana Lozanê re derbas dibin. Vê peymanê bi awayekî navneteweyî Kurdistan kir çar parçe û Kurdistan ket bin dagirkeriya çar dewletên kevneperest. Bi dewla serê vê peymanê hêzên navneteweyî Rojhilata Navîn kontrol dikin û bi rê ve dibin. Helbet her tiştî bi vê peymanê dest pê nekir, lê belê ev peyman yek jê sedemên sereke ya rewşa kurd û Kurdistanê ye. Lewra nirxandin û analîzekirina vê peymanê û her wiha helwestdanîna li dijî vê peymanê di sed saliya wê de girîng e. Di serî de divê bê destnîşankirin ku vê peymanê ji kurdbûna me, ji welatê me, ji me gelek tişt standin û hê jî distîne. Ji ber vê yekê divê em helwesteke neteweyî nîşan bidin ku em karibin vê rewşa kambax veguherînin, naxwe heta tiştek ji me nemîne wê ev peyman bidome. Ev peyman li gorî dilê dagirkerên Kurdistan û hêzên navneteweyî hatiye çêkirin.

Piştî peymana Lozanê dewletên dagirkerên Kurdistanê komkujiyên herî mezin li ser kurdan pêk anîn. Ji komkujiya Zîlan, Dêrsim, Helebçe, Amûdê û heta jêrzemînên Cizîrê her cureyên komkujiyê li ser kurdan piştî vê peymanê pêk hatin. Van netewe-dewletan hem ji hêla erdnîgariyê ve hem jî ji hêla çandê ve nehiştin ku kurd serê xwe bilind bikin. Li ser meseleya Sûriyeyê bi xeta ereban rojavayê Kurdistanê parçe kir, cih û warên ereban di nav bajarên kurdan de ava kir. Da ku têkiliya kurdan ji hev qut bibe. Îranê polîtîkaya parçekirinê bi awayekî cudatir meşand. Bi eyaletan rojhilatê Kurdistanê parçe kir. Îranê hem eyaleta Kirmanşahê hem eyaleta Kurdistanê çêkir. Bi vî awayî xwest kurdan ji hev dûr bixe. Jixwe her dewletê navê gund û bajarên kurdan guhertin û navên bi zimanê xwe li tevahiya Kurdistanê kirin. Navê gund, bajar, çiya û kevirên Kurdistanê guhertin li gorî dil û dagerkeriya xwe ji nû ve bi nav kirin. Dewleta tirk Dêrsim kir Tuncelî, Sûriyeyê Serêkaniyê kir Ras al-Ayn, li Iraqê Hewlêr bû Erbîl, werhasil xwestin ku ji kurdbûnê tiştek nemîne. Ji bo pêşxistina pişaftinê jî dibistanên bi zimanê xwe li Kurdistanê vekirin û zimanê kurdî di her qadê de qedexe kirin. Di vî warî de her çar dewletên dagirker bi plan û stratejiyên xwe xwestin kurdan bikin ereb, faris an jî tirk.

Durûtiya hêzan

Ew hêzên navneteweyî ku Kurdistan li gorî dilê dagirkeran li wan parve kirin, îro li welatê xwe kanton û eyaletan ava dikin û piştgiriyê didin xweseriyên/rêveberiyên herêmî yên welatên xwe. Ew hêzên ev sed sal e ku bûne sedema tunekirinina ziman û çanda kurdan, îro li welatê xwe perwerdehiya pirzimanî didin û alîkariya çandê cuda dikin. Ew hêzên navneteweyî yên ku li Kurdistanê bûn sedema bi milyonan neheqî, qetlîam û binpêkirinên mafên mirovan, îro li welatê xwe behsa demokrasî, edalet, wekhevî û mafên mirovan dikin. Bêguman ev mînak durûtiya van hêzan nîşan dide. Lewra îro jî li dijî kurdan tifaqan ava dikin. Ji bo kurd îro jî nebin xwedî statû dagirkerên Kurdistanê carinan bi hev re şer dikin û carinan jî tawîzan didin hev. Bêguman hêzên navneteweyî jî hê rola xwe ya li dijî kurd û Kurdistanê dimeşînin. Di her aliyê de piştgiriya dewletên dagirker dikin. Ev hêzên ji bo welatên xwe û dewletên cuda demokrasî, wekhevî, aştî û edaletê dixwazin, li hemberî qirkirin, talankirin, pişaftin û bêstatûhiştina kurdan ker û lal dibin an jî ji nedîtî ve tên û di ser de jî alîkariya dewletên dagirker dikin.

Encamên Lozanê

Tevî van hemû qetlîam û polîtîkayan jî kurdan bi can û xwîna xwe peymana Lozanê û stratejiyên dagirkeran heta astekê vala derxistin. Di encama van bedeldayînên mezin de li du parçeyên Kurdistanê kurd bûn xwedî statû. Lê mixabin ji ber parçebûna hiş û mejiyê neteweyî em kurd nikarin bi awayekî yekgirtî xwedî li van statûyan derkevin. Hem statûya başûrê Kurdistanê hem jî statûya rojavayê Kurdistanê di bin xetere û gefên dewletên dagirker de ne. Lê belê tevî van xetere û gefan jî hê em nikarin helwesteke neteweyî nîşan bidin. Dewletên dagirker û hêzên nawneteweyî ji bo me kontrol bikin welatê me kirin çar parçe, hişê me yê neteweyî jî kirin sed parçe. Lewra hê jî em nikarin bibin xwedî helwesteke neteweyî. Hê jî em bi hev re şer dikin û dijminahiya hev dikin. Hê jî em ji hev re dibêjin; “Tu kurdê tirkan î? An kurdê sûrî yî?” Ango hilweşandin û rûxandina hatî serê welatê me, hatiye serê me jî. Helbet ev jî encamên peymana Lozanê ne.

Kurdên Kurdistanê

Tevî vê rewşa kambax jî xwedîderketin û pêşxistina statûyên Başûr û Rojava rêya azadiya Kurdistanê nîşanî me didin. Lê belê ji bo vê jî pêwistî gotin û helwesteke neteweyî/nû heye. Jixwe di sed saliya peymana Lozanê de em kurd mecbûr in ku bibin xwedî helwest û gotineke neteweyî. Li ser meseleya Başûr û Rojava dikarin di nav xwe de diyalog û danûstandinê xurttir bikin. Her wiha divê em pirsgirêkên naxweyî û ramanên cuda biavêjin aliyekî da ku em nekevin nav şaşiyên berê. Heke em şaşiyên sed sala berê bidomînin, dewletên dagirker û hêzên nawneteweyî bi ku ve bixwazin wê me bi wir ve bikişînin. Em ê ji bin xizmeta dagirker û hêzên navneteweyî dernekevin. Ango em ê sed salên din jî weke kurdên Tirkiyeyê, kurdên Îranê, kurdên Iraqê yan jî kurdên Sûriyeyê bimînin. Ji bo em bibin kurdên Kurdistanê, li ser bingeha azadiya Kurdistanê divê em li hev bikin û stratejiyên li ser yekitî û neteweyî deynin pêşiya xwe.