12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li nexweşiyên havînê baldar bin

Bijîşkê zarokan Mûstafa Mesût Kaya, diyar kir ku mehên havîn û derbasbûna germahiya havînê rê li ber gelek nexweşiyan vedike.

Li bakurê Kurdsitanê çilên havînê bi germahiyeke ku mirovan tengav dike dest pê kir. Li gorî ku bijîşk dibêjin dê du mehên havînê yên dawî de germahiyeke zêde hebe ev rê li ber nexweşiyan vedike. Bijîşkê Nexweşxaneya Zarokan a Amedê Dr. Mûstafa Mesût Kaya, der barê nexweşiyên havînê de axivî.

Dr. Mûstafa Mesût Kaya, diyar kir her roja ku diçe li Amedê germahî zêde dibe û wiha axivî: “Havînî di laşê mirov de germahiyeke mezin çêdibe. Bi taybetî jî mirov dikare li ser germahiya Amedê û bandora wê ya li ser mirovan rawest e. Bi taybetî jî bandoreke neyînî li nexweşên dil û kesên temenmezin dike. Zarokên temenê wan sê-çar salî ne ev germa gelekî wan diêşîne. Ji ber ku temenê wan hê ji germê re ne amade ye, bbandorê li ser wan dike. Zarokên ku di germê de bê av dimînin xwêya laşê wan kêm dibe. Germahiya ku di biniya 40 dereceyê de be hemû anînîzmê laşên mirov bêkêr dibin. Dema ku ava laşê kesan kêm dibe di wir tabloyeke cuda derdikeve holê.”

Dr. Kaya, li ser nexweşiyên ku bi zarokan û kesên temenmezin re derdikevin holê rawestiya û wiha pêde çû: “Zarokên temenbiçûk û temenmezin bêhtir nexweşî li wan peyda dibe. Cudatiya di navbera kesên temen mezin û biçûk de wiha ye; yên biçûk dema nexweş dikevin ew zêde xwîdan nadin. Kesên temenmezin jî dema ku nexweş dikevin bêhtir zikêşî dibin û tiştên dixwin diavêjin. Dema ku germahî bi ser 40 pêliyan dikeve mejiyê mirovan şêlû dibe û axaftinên bêhemdê dikin. Dema ku agirê mirov zêde dibe laşê mirov giran dibe û bêhal dibe.”

Kaya, bal kişand ser rewşa zarokan ku di germê de li ber tavê dimînin û wiha domand: “Dema kesên agirê wan dertê divê mirov li rewşa hişmendiyê wan bipirse. Divê em pêşî avê bidine nexweş. Lê divê em bi pîvan avê bidin wan. Pêşî dest, ser û çavên nexweş bişon. Dawiyê dikarin avê vexwin. Di wê rewşê de ger mirov li malê be divê em potekî şil bikin û deynin ser laşê zarokan. Ji kesên mezin jî divê qeşayê deynin ser laşê wan. Ew qeşa bi tenê ji bo kesên temenê wan mezin derbasdar e.  Ji ber qeweta zarok û mezinan ji hev cuda ne, divê mirov qeşa dayneyne ser laşê zarokan. Divê dayik di rojên germ de li pitikên xwe gelekî baldar bin. Heke ne gelekî girîng be divê di demsala havînê de malbat şurubê nede zarokên xwe. Malbat divê zarokên agirê wan bilind bûye tazî bikin û ava şîrogermo bi wan de dakin.” AMED