18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li bajarê Lozanê di sala 100’emîn de dê Konferansa Lozanê bê lidarxistin

Di 100 saliya Peymana Lozanê de ya ku sala 1923'an hate îmzekirin, li bajarê Lozanê yê Swîsreyê wê konferans bê lidarxistin. Konferansa ku wê encamên Peymana Lozanê lê bêne nîqaşkirin, wê 2 rojan bidome.

Komîteya Çalakiyan a 100 saliya Peymana Lozanê ragihand ku di 22-23’ê Tîrmehê de wê bi dirûşma “Di 100 saliya Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne û Peymana Lozanê qebûl nakin, red dikin” li bajarê Lozan ê Swîsreyê bin.

Komîteyê ji bo çalakî û xwepêşandanên ku tê payin 2 rojan bidomin banga tevlîbûnê kir û got, “Weke ku tê zanîn beriya niha bi 100 salî li bajarê Lozanê yê Swîsreyê peymaneke navdewletî hate îmzekirin û Kurdistan careke din hate parçekirin. Em weke kesayet û nûnerên partî, rêxistin û saziyên Kurdistanî, di 22-23’ê Tîrmehê rojên Şemî û Yekşemê de di salvegera Peymana Lozanê de, li bajarê Lozanê li hev kom dibin. Di vê civînê de em ê endamên Lozanê, bandora li ser Kurdistanê binirxînin û helwesta xwe diyar bikin.

Di sedsaliya vê peymana qirêj de em dixwazin weke kurdistanî helwesta xwe destnîşan bikin, nîşanî aliyan bidin ku vê peymanê qebûl nakin û dengê xwe bigihînin raya giştî ya cîhanê. Di 24’ê Tîrmehê de li pêşiya salona ku Peymana Lozanê lê hate îmzekirin em ê bi rengekî girseyî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û encamên konferansê aşkere bikin. Ji çar parçeyên Kurdistanê, ji dîasporayê wê Kurd û Kurdistanî li Lozanê li hev kom bibin, bi dengekî bilind bang li wijdanê mirovahiyê û dewletan bikin. Em ê bibêjin, ‘Di 100 saliya Peymana Lozanê de em Kurd û Kurdistanî li Lozanê ne, em bi hev re Peymana Lozanê red dikin’.

Konferans wê 2 rojan bidome

Li gorî daxuyaniya komîteyê, roja destpêkê ya konferansê wê sînevîzyon bê nîşandan û beşdar biaxivin. Piştre jî di panela destpêkê de wê mijara ‘Peymana Lozanê û bandora wê ya li ser Kurdistanê’ bê nîqaşkirin. Di panelê de ku Selma Irmak û Xelîl Xezerî wê moderatoriyê jê re bikin, dîroknasa têkiliyên navneteweyî Dr. Sûheyla Qadirî, ji Zanîngeha Selahaddînê Prof. Narmen Mûhamad Amen Alî, Hevserokê Komîteya Koordînasyonoa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Abdûlîlah Al Mûstafa û Lêkolîner-Nivîskar Mehmet Bayrak wê biaxivin.

Di roja duyemîn a çalakiyê de wê du panel bêne lidarxistin. Di rûniştina destpêkê de wê bi mijara ‘Rewşa jinê û têkoşîna wê’ Kurdê Omer û Seher Aydar moderatoriyê bikin. Ji Zanîngeha Bremenê Munevver Azîzoglû û Berpirsyara Saziyên Jinan ên li Silêmaniyeyê Nermîn Osman wê weke qiseker beşdar bibin.

Di rûniştina duyemîn de jî wê mijara ‘Rewşa Ermen, Asûrî, Keldanî’ bê nîqaşkirin. Di vê rûniştinê de jî wê nivîskar lêkolîner Aydin Aslan û perwerdekar Nayrî Mûradîan biaxivin.

Di panela dawî de jî li ser mijara ‘Li dijî encamên Peymana Lozanê têkoşîna 100 salî’ wê axaftin bêne kirin. Bi moderatoriya Behre Mohamed Mehmod û Rojan Hazim wê ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeya Viyanayê Prof. Dr. Naîf Bezwan, ji Zanîngeha Jagîellonîan a Polonyayê Dr. Azad Hajî Aghayî, nivîskar Arêz Abdûllah û nivîskar Dr. Heval Ebûbekir wê biaxivin.

Di beşa encamê de jî wê ‘Biryar û Encamnameya Konferansê’ bê eşkerekirin û beyanname û rakirina ji meriyetê bêne nîqaşkirin.