3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima pêdivî bi tendûran hatiye dîtin?

Li Kurdistanê, kevneşopiya nanpêjandinê bi rêya tendûran nifş bi nifş heta roja me ya îro hatiye. Di mîrateya kevneşopiya mirovahiyê de tendûr cihek girîng digire.

Di jiyana mirov de nan yek ji pêwistiyên herî girîng e. Ji bo peydakirina nan gelek kar û xebat tê kirin. Ev kar û xebat jî teşe dide jiyana mirov. Tê texmînkirin ku beriya neolîtîkê pêjandina nan dest pê dike. Şaristaniyên kevn dest bi pêjandina nan kirine. Çêkirina ji bo civakan jiyanî ye. Bi çêkirina nanê genim û ceh re mirov li dora zeviyan bi cih bûne. Di dema Neolîtîkê de mirovan hilberîn û danehevînê bi hev re kiriye. Ji ber vê ev weke şoreşê tê pênasekirin.

Li gorî xebatên arkeolojîk, çêkirina nan herî kêm 14 hezar sal berê dest pê dike. Li gorî encamên lêkolînên ku li Mezopotamyayê hatine kirin, li gelek cihan bermahiyên ceh û genim hatine dîtin. Li kêleka bermahiyan kevirên tujkirî, destar û conî jî hatine dîtin. Ev ji bo kutan û hêrandina genim û ceh hatine bikaranîn. Ev tê wê wateyê ku mirov ji bo bihêsanî van zadan hûr bikin û bixwin ketine nav lêgerînê û van amûran çêkirine.

Armanca tendûran

Dîsa tê gotin ku beriya Neolîtîkê nan ji nebatên weke berû, kestane û cûreyên din hatiye çêkirin. Van cûreyan kirine wek arvan û ji bo arvan bikin hevîr avê tevlî kirine. Hevîrê ku ji arvanên van cureyan çêkirine ji bo bipêjînin danîne ser kevirên sincirandî yan jî xistine nav xweliya agir. Her ku çûye mirov ji bo bi hêsanî nan bipêjînin ketine nav lêgerînê û dest bi çêkirina tendûran kirine. Dema dest bi lêkirina xaniya hatiye kirin tendûr jî di xaniyan de hatine çêkirin. Armanca çekirina tendûran a di xaniyan de; germkirina xanî, parastina ji sir û seqemê, çêkirina xwarin û pêjandina nan e. Piştî bi hezaran salan çanda pêjandina nan a di xaniyan de guherî ye. Tendûr ji xaniyan hatine derxistin û li ber deriyan hatine bicihkirin. Ji bilî nan xwarin jî di tendûrên dervayî xaniyan de hatine çêkirin.

Tendûrên Behdînan û Serhedê

Li Kurdistanê, gelek cureyên tendûran û şekildayînên nan hene. Ev li gorî avhewaya heremên Kurdisanê diguhere. Li herêma Behdînan û Serhedê tendûr di binê erdê de ne û milê wan hene. Tendûrên di bin erdê de milê wan ji derve de ne. Ji ber şert û mercên hewayê li Serhedê hê jî tendûr di xaniyan de ne. Lê li herêmên din ên Kurdistanê ne bi vî rengî ye.

Tendûrên Amed û Botanê

Li herêma Amed û Botanê, tendûr li derveyî malan û li ser rûyê erdê, li ber deriyan e. Li van herêman tendûr bi qasî bejnekê bilind in. Ji ber şertên hewayê yên Amed û Botanê di her demsalê de hema bêje her roj nan tê pêjandin.

Li van herêman dema nan tê pêjandin, jinên taxê tên li ber tendûrê dicivin û civatê digerînin. Dema nan tê pêjandin îkramî kesên li ber tendûrê tê kirin. Li gorî baweriya li herêman ev nanê ku tê îkramkirin dikeve ber qeza û belayê ku wê bi serê malbatan ve bê. Mirov dikare bibêje tendûrdadan çanda civakbuyîn û jiyana kominal xurtir kiriye.

Di çanda kurdan de tendûr berbelav in û ji bo nan li tendûran were xistin gelek zor û zahmetî tên kişandin. Em bibêjin ji bo genim bibe nan di çend astan de derbas dibe.

Di serî de genim tê çandin û ev genim tê berhevkirin. Piştî berhevkirinê ji bo qeselê were veqetandin tê hûrkirin û bakirin. Heta bakirin ev kar bi destê zilaman tê kirin. Lê piştî bakirinê keda jinan dest pê dike.

Keda jinê ji vê merheleyê heta ser sifrê jî berdewam dike. Di vê çarçoveyê de jinên kurd genimên ku ji kayê hatiye veqetandin bêjing dikin û ji bo bibe arvan amade dikin. Herî dawî jî piştî arvanbûnê hevîrê xwe dikin û li tendûrê dixin.

Ev çanda tendûrê her çiqas li gorî berê kêm bûbe û cihê xwe dabe ocax û firinan jî hê jî li Kurdistan û Rojhilata Navîn didome. Ev çand bi gelemperî li gundan didome. Nan ji aliyên jinan ve bi zor û zahmetiyeke mezin tê pêjandin.

Şekildana nanê tendûrê

Gelek şekildanên nanê tendurê hene. Hinek hevîr li ser destan vedikin hinek jî bi tîrîkê nan vedikin û şekil didinê da li tendûrê bixin. Nanê jikeva yê tenik bi qasî nîv santîmetreyî sitûr tê vekirin. Taybetmendiya herî girîng a vî nanî ew e ku dikare demeke dirêj bêyî ku xera bibe bê hilanîn. Cureya nan zexmtir jî ferahiya çapa wî ji yê jikeva piçûktir e. Her wiha cûreyek ku jê re çorek tê gotin û di rojên taybet de tê amadekirin jî heye. Li gorî herêman navê cuda li vê cûreyê tê kirin.

Çêkirina tendûran

Piştî vegotina dîroka nan, şekildayîna nan û tendûran niha jî dixwazim çêkirina tendûran vebêjim. Ji bo mijarê me berê xwe da semta Seyrantepe ya li navçeya Yenîşehîrê Amedê û bi jin û zilamên ku tendûran çêdikin re rûniştin. Tevî ku tendûr bi destê jinan tên çêkirin jî xwe nedan ber axaftinê û ji neçarî der barê mijarê de em bi zilamê bi navê Mehmet Ateş re axivîn.

Ateş ku 22 sal in bi hevjîna xwe re li Amedê tendûran çêdike, qala çêkirina tendûran kir. Di destpêka axaftina xwe de Ateş, destnîşan kir ku ji ber tişt biha bûne nikarin debara xwe bi çêkirina tendûran bikin û bi van gotinan qala zehmetiyên çêkirina tendûran kir: “Em tendûran bi mede û mirûzek nexweş çêdikin. Ez û hevjîna xwe bi hev re tendûran çêdikin; a rast hevjîna min weke hostayeke û ez jî weke ciraxekî li ber destê wê dixebitim. Hevjîna min tendûrê çêdike, ez jî je re heriyê çêdikim, didim destê wê, tiştê lazim bibe hewl didim jê re amade bikim.  Me vî karî 22 sal berê ji cînarên xwe hîn kir.  Ji wê salê heta niha em tendûran çêdikin.”

Tendûr qor bi qor çêdibe

Di axaftina xwe de Ateş, da zanîn ku her xwelî ji bo çêkirina tendûran nabe û der barê çêkirina tendûran de ev agahî da: “Xweliya tendûran cuda ye û ev xwelî li her derê peyda nabe. Kesêk ji me re xweliyê tîne û em jê dikirin. Xweliya ku em dikin tendûr ji me re ji Palûkê (taxekî navenda Amedê) tê. Ji bo tendûran em destpêkê xweliyê dikin herî. Ji bo tendûr hevbigere û neşikê, em bi seatan xweliyê bi av, mûyê bizinan, xwê û kayê hevîr dikin. Piştî vê hevîrkirinê em dest bi çêkirina tendûran dikin. Em her carê têra du rojan hevîr dikin û tendûran çêdikin. Dema em tendûran çêdikin ji bo ku herî li ser hev bisekine û tendûr neşikên, binê çend heba bi hev re datînin û qor bi qor çêdikin. Em qorek datînin, li bendê disekinin ku ziwa bibe. Piştî ziwa dibe qoreke din datînin. Heta temam bibe wiha didome. Tendûrek di heft, heşt qoran de diqede. Em bibêjin binê heft heba bi hev re datînin û heta hefteyekê ew heft heb bi hev re diqedin. Dema em tendûrê çêdikin potekî şil ji bo hulîkirinê li hundirê wê dixin. Piştî pot kevirekî li hundirê wê dixin. Ev ji bo ku nederize û neşikê yan jî dema nan bipêjînin xwelî pêre ranebe tê kirin. Em rojê sêzdeh çardeh seat dixebitin. Her tendûrek pênc, şeş sal tê bikaranîn. Ji çend meha carekê wexta ku tendûr germ be bi avşorkê werê sihandinê emrê wê dirêj dibe.”