6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ne depresyon ne erebesk

Dibêjin ku dema mirov ber bi xeyalên xwe ve mezin dibe, dinya li mirov teng dibe. Yanî xema dinyayê nîne ku way mirov xwe ber pê û xeyalên xwe ve mezin dike, dimeşe û xwe li gorî wê çêdike. Ew teng û biçûk dibe û ji mirov û xeyalan re acizker tê. Herhal şikestina xeyalan jî wilo dest pê dike, sînorên dinyayê yê ku xwe qet li hember mezinbûna mirov û xeyalên mirov mezin nakin, wê bihêle, xwe teng dikin, xeyalan jî dişkînin. Çawa neşkînin, xeyal tiştên azad û zarokane ne, azadiyê dixwazin, bêhnfirehî û mezinbûnê.

Lê belê her çiqas dema mirov dibêje ‘xeyal’, tiştên pak û mehsûm bên bîra mirov jî, xeyal hemû ne mehsûm in. Lew ew jî li xwediyên xwe diçin. Mesela xeyalên faşîstek jî wek wê/î faşîst in, dirinde ne. Loma ku mirov piçek difikire, ji cîhê xwe jî xeyalên asena M. Akşenerê dibîne û yên tevî muxalefeta sexte û dijkurd jî. Yanî wek yekbûna fikr û zikr, yekbûna xeyal û heyîna mirov jî heye.

Îja mixabin van deman kî devê xwe vedike behsa xeyalên şikestî dike, welê ye ku ew maye xeyalên şikestî wek camên şikestî bi ser me de bibarin û her tiştî veşêrin. Lê ev rewş, ne rast û ne jî mehsûm e. Lew li gorî min xwehepiskirina nav vê derûnî û rewşê sûc e! Çima sûc e, ji ber ku tenê zerar dide xwediyên xwe û xizmeta yên li dijî mirovahiyê dike. Lê mesele ev jî nîne. Ev helwestek vîndar nîne û erebeskî ye jî. Ma piştî ewqas têkoşîn û rêwingiyê erebesk bi me dikeve! Tişta ku giyan û bedena kurd heta îro li ser piyan hiştiye, ne redkirin û neketina erebeskê ye? Her wiha divê mirov li hember her cûreyên dagirkeriyê jî hişyar be. Mînak van dema bûye mode, twîtek derhêner Zekî Demîrkîbûz a nizanim çend sal berê derxistine holê, tînin bîra hev û xwe û hev pê sor dikin û qaşo muxalefet in! Çi dibêje ew peyam? Wiha dibêje,”muxalefet di depresyonê de ye!”Wek ku m’erîfet û rûmetek be, dane pey vê peyamê û xwe tê da digevizînin. Ma ev dagirkerî û manîpulekirina dil û mêjiyê mirov û civakê nîne? Jixwe ji ber ku di qada hişmendî û jiyanî de bi pey peyamên wiha ketine, nebûne û nabin muxalefet û her li dora xwe dizivirin û xizmeta pergalê dikin. Îja carna welê dixwiyê ku bandora vê muxalefeta ne muxalefet li ser me jî çêdibe û her kes behsa depresyon û şikestin û nexwestina pêkanîna tiştekî dike! Yanî ev hal û rewşa şermende wek ‘îsyankarî, çepgirî û serbilindiyê’ tê nîşandan! Çima, ji ber ku yên ji xwe re dibêjin ‘muxalif’ serkêşiya wan dikin. Na heyra, bila depresyona wan jî şikestinên wan jî li wan pîroz bin. Em ne di depresyonê de ne, ne jî di nêv sûlava xwexapandinê de!

Tu car em ne li hêviya gazîkirina xwe ya li ser sifra Xelîl Îbrahîm mane, ne jî li benda bexçeyek gulan ku bo me bi destê xelkê were diyarîkirin. Wek çiya, kevir, dar, lat, kela, stêrk û dilê xwe tim li vir bûne em, kelema dinyayê ya kevintirîn û mezintirîn a li ber bêvila kolonyalîzmê! Ku em bi ser neketibin, ew jî bi ser neketine, dinya ji xeyalên me re teng hatibe, ji ya wan re digel qeweta wan a ûltra jî tengtir hatiye. Digel tevî kêmasiyan jî, di şexsê her kurdek de hê jî volqana Araratê razayî ye. Bes em xwe bi destê modayên wan ên depresîf û nexweşokî ve bernedin û hay ji sextebûna her tiştê wan hebin. Ku wanî be em ne bi şêwirmendê Kiliçdaroglu yê nû şaş bin, ne jî bi pey gotinên qaşo karkerên Tirkiyeyê yên çeqelokî bikevin. Jixwe çekek wan a herî ku pê bawer in jî guhertin û tayînkirin û lîstina bi rojeva mirov e. Lew baş dizanin ku diyarkerên rojevê kî bin, serwer jî ew in û yên din li pey xwe û depresyonên xwe dikişkişînin. Lê ev jî heye ku rêyên depresîf nîşanî mirov bidin jî, ew nakevin depresyonê, kêfa wan li cîh e û li pey dafikên din in. Yanî erebesk û neçariyan, tenê liyaqê me dibînin, ne yê xwe. Lew ew me jêrdest û reşik û xwe jî serdest û spî dibînin. Belam helbet her yek ji me piştî ewqas tiştan dizane ku dê çi bike û êrîşên rûpoşkirî beralî bike. Ji qewlê wê hozanê ve: ‘Divê bitirsin!’