18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar li Enqerê dest bi çalakiyê kir

Malbata Şenyaşar têkildarî çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê li Meclîsê daxuyanî da û destnîşan kir ku heta edalet bi cih were wê têkoşîna wan li Enqerê bidome.

Parlamenterê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar, bi dayika xwe Emîne Şenyaşar û gelek parlammenterên Partiya Çepên Kesk re der barê çalakiya wan a Nobeda Edaletê ku di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin de li Meclisê daxuyanî da. Ferît Şenyaşar, di daxuyaniyê de bal kişand ser zilma ku li wan hatiye kirin û qala têkoşîna wan li ber Edliyeya Rihayê kir.

Di axaftina xwe de Ferît Şenyaşar ev tişt anîn ziman:

“Pênc sal in kêliyek jî êşa me kêm nebûye. Pênc sal in hêsirên çavê me dibarin. Pênc sal in zilm dewam dike. Pênc sal in edalet bicih nehat. Îro jî dayika min bi daxwaza edaletê li Enqerê ye.Dayika min 68 salî ye û tevî vî temenê xwe jî 846 roj li ber Edliyeya Rihayê nobeda edaletê girt. Tenê daxwazek wê heye, bicihanîna edaletê ye. Armanca wê ew e ku rayedar guh bidin daxwaza wê û qêrîna wê bibihîzin. Lê mixabin li Enqereyê xwedîgiravî yên ku edaletê pêk tînin, qêrîn û hêsirên dayika min ji nedîtî ve hatin.

Wê têkoşîn li Enqerê bidome

Ji bo jiyanek adilane me çalakiya xwe ya Nobeda Edaletê anî Enqereyê. Em ê piştî vê daxuyaniyê, ji Wezareta Dadê daxwaza hevdîtinê bikin. Heke ji bo pêkanîna edaletê sozekî bidin me, wê dayika min li Enqereyê nemîne dê biçe mala xwe ya li Pirsûsê. Çimkî dayika min naxwaze li vir bimîne. Divê hem ji çavên xwe hem jî ji çongên xwe emeliyat bibe. Dibêje heta ku edalet pêk neyê wê emeliyat nebe. Heke edalet pêk neyê em ê têkoşîna xwe li Enqereyê bidomînin.”

Emîne Şenyaşar: Erdogan baş dizane

Piştî Ferît Şenyaşar dayika wî Emîne Şenyaşar jî axivî û destnîşan kir ku ew li dijî zilmê nobetê digirin û wiha got: “Bila lawê min ê girtî berdin. Êdî bes e. Ez jî biçim mala xwe cem neviyên xwe. Malbata min qetil kirin, lawê min avêtin hepse. Hevjînê min li ber çavê min qetil kirin. Heke lawê min bernedin ez ê li ber Wezareta Dadê dest bi rûniştinê bikim û nobedê li vir bidomînim. Erdogan baş dizane, hikûmet jî baş dizane ku tu sûcek lawê min nîne. Bila qeyda derxin heke lawê min sûcdar be, bila her du lawên min ên din jî bigirin.”

Meşa wan hat astgengkirin

Piştî daxuyaniyê Ferît Şenyaşar û dayika xwe Emîne Şenyaşar ji bo bi rayedarên Wezareta Edaletê re hevdîtinê bikin ber bi avahiya wezaretê ve dest bi meşê kir. Lê li ber deriyê Dîkmen ê Meclisê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Piştî ku li vir hatin dorpêçkirin dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Rojnamegerên xwestin meşê bişopînin jî ji qadê hatin dûrxistin.