4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiya 30 salan Songul Bagatir hat berdan

Songul Bagatir ku 30 sal bûn girtî bû ji Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Kandiraya Kocaeliyê hate berdan. 

Girtiya 30 salan Songul Bagatir ku li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandiraya Kocaeliyê dihate ragirtin, hate berdan.  Diviya ku Bagatir di 27’ê mijdara 2022’yan de bihata berdan lê ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê (ÎGK) ya Girtîgehê ve bi hinceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wê 6 mehan hatibû taloqkirin. Malbat û xizmên Bagatir ên ji Êlihê hatin, Hevseroka Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Sonmez û endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Fatma Ablay, Bagatir bi kûlîlkan pêşwazî kirin.

Bagatir a li pêş girtîgehê axivî, diyar kir ku ew gelekî bi kelecane û anî ziman ku ya girîng têkoşîn û berxwedan e. Bagatir, pişt re bi malbata xwe re ber bi mala birayê xwe ya li navçeya Beylîkduzu ya li Stenbolê ve bi rê ketin.

Çi qewimî bû?

Bagatir a di sala 1993’yan de li Êlihê hatibû binçavkirin, ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ve hate girtin. Bi îdiayên “xerakirin û yekparebûna dewletê” û “endamtiya rêxistinê” cezayê hefsê yê muebbetê li Bagatir hate birîn. Bagatir, bi rêzê di girtîgehên Amed, Riha, Sêrt, Şakran, Alanya, Şirnex, Wan, Erzirom, Xarpêt, Mêrsîn û Tarsûsê de hate ragirtin.