spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG’ê rêveberiya xwe nû kir

DFG’ê 2’emîn kongreya xwe ya asayî li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, diyar kir ku desthilat dixwaze qadê ji rojnamegeran vala bike lê wê rê nedin vê yekê.

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) 2’emîn Kongraya xwe ya asayî li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê li dar xist. Kongre bi beşdariya gelek endamênn DFG’ê hat lidarxistin. Li eywana ku kongre lê hat lidarxistin wêneyên rojnamegerên ku li ser karê xwe ji aliyê dewletê ve hatine kuştin û dovîzên mîna “Rojnamegerî ne sûc e” , “Çapemeniya azad bêdeng namîne” , “Ji rojnamegeran re azadî” û “Em rojnameger in” hatin daleqandin.

Kongreyê bi rêzgirtina ji bo rojnamegerên çapameniya azad ku ji aliyê dewletê ve hatine kuştin dest pê kir û bi diyarkirina dîvanê berdewam kir. Ji bo dîvanê rojnameger Aysel Işik, Ogûr Ataş û Mistefa Ayhan hatin hilbijartin.

‘Desthilat dixwaza qadê ji rojnamegeran vala bike’

Di kongreyê de Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û ev tişt got: “Çapemeniya azad bi salan e bi zext û zordariyan re rû bi rû dimîne. Em di pêvajoyeke zor zehmet de derbas dibin, ev saleke li hemberî endam û rêveberên me operasyon pêk hatin. Hinek hevalên hê jî di girtîhan de dimînin û Hevseroka me Dîcle Muftuoglû di zîndanê de tê ragirtin. Rojnamegeriya azad xwedî kevneşopiyeke dirêj e. Ji salên borî heta roja me ye îro kevneşopiyekê ava kir û em ê vê kevneşopiyê berdewam bikin. Di vê oxirê de gelek şehîdên me yên çapemeniya azad hene. Di ro ja me ya îro de jî em dikarin bibêjin hevalên me yên rojnamevan ku di vê qadê de xebat dimeşînin şopdarên van şehîdane û xwediyê vê kevneşopiyê ne. Em jî hewl bidin heta ku ji destê me bê em ê vê xebatê bi vî rengî bimeşînin. Desthilatdarî dixwaze qadê bi giştî ji rojnamegeran vala bike em vê qadê vala nahêlin. Heta duh jî zext û zorên li ser çapemeniya azad berdewam kirin. hevalên me hatin binçavkirin û yek ji wan hevalê me Firat Can Aslan, hat girtin.”

‘Em ê li her dere rastiya xwe biqîrin’

Piştî Altan peyama hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku li Girtîgeha Sîncanê girtî ye şandibû ji aliyê nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Berîvan Altan ve hat xwendin. Peyama Muftuoglû wiha ye: “Komeleya Geştiyarî ya Dîcle û Firatê ku berdewama kevneşopiya me ya çapemeniya azad e, îro ji bo civîna giştî ya nû hatin cem hev. DFG’e ji bingeha rojnamegerên ku tevî hemû astengiyên têkoşîna xwe ya heqîqetê didomînin, wê her tim bibe qada azad a rojnamegeran. Zextên di esaretê de wê tu carî me netirsîne. Weke şopdarên Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz, em ê di her şert û mercî de, li her qadê û li her derê rastiya xwe biqîrin. Em ê di bin banê DFG’ê de têkoşîna xwe hîn mezintir bikin. Li ser vê bingehê ez hemû rêhevalên me silav dikim û kesên ku ji bo meclîsa me ya giştî bên hilbijartin re serkeftinê dixwazim.”

Rêveberiya nû ya DFG’ê

Piştî axaftina Altan û Muftuoglû raporên xebatê û dahat û lêçûnê hatin xwendin û ji bo rêveberiya nû dengdayîn hat kirin. Di encama dengdayînê de ji bo rêveberiya komeleyê Serdar Altan, Dîcle Muftuoglû, Berîvan Altan, Selman Çîçek, Gulşen Koçûk, Ubeydûllah Serheldan Andan, Kadrî Esen hatin hilbijartin.

Rêveberiya ku hat hilbijartin piştre wê di navbera xwe de peywirdariyê bike.