spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata Şenyaşar: Yên zilmê dikin wê dunyaya û axreta wan wêran bibe

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê Twitterê ev peyam parve kir: “Em ji kesen ku bê hiqûqiyê de israr dikin re bi bîr dixin ku yên zilmê dikin, axir û dinyaya wan jî wê wêran bibe.”

Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kirin. Çalakiya Malbata Şenyaşar di roja 726’an de berdewam dike.

Ji ber ku roja şemiyê ye û yekşemê edliye girtiyê Malbata Şenyaşar çalakiya xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Malbatê li ser hesaba xwe ya Twitterê ev peyam parve kir: “Divê ji axa mazlûman bitirsin. Heke ev ax axa dayikikê be. Em ji kesên ku di bêhiqûqiyê de israr dikin re bi bîr dixin ku yên bi zilmê abad dibin axir û dinyaya wan jî wê wêran bibe.”