19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbata xiyanetê

Hêzên dagirker ji bo tunekirina mirovahiyê beriya her tiştî êrîşî Kurdistanê kirin. Piştî ku Kurdistan dagirkirin pergala desthilatdariyê ava kirin. Wê demê baş zanibûn ku heta ku di şexsê jinan de Kurdistanê dagir nekin nikarin pergala xwe ava bikin. Pêşî destkeftiyên Kurdistanê dagir kirin û dawiyê jî pergala xwe li ser van destkeftiyan ava kir.
Balkêş e ku vê yekê jî bi destê xayinên kurd pêk anîn. Êdî ev yek piştrast bûye ku Kurdistan bêyî xayinên navxweyî têk naçe. Ji ber vê yekê hêzên hegemon hewceyî bi xayinên navxweyî dîtin. Ji bo wan xayinên malbateke ku tu carî xayintiyê bi wan neke dîtin. Ev malbat, malbata Barzanî bi xwe ye. Malbata Barzanî li ser vê bingehê hate avakirin.
Ji bo mirov vê malbatê baştir nas bike tenê li liv û tevgera wê binêre bes e. Di salên 90’î de ma ne ev malbat bû da pêşiya leşkerên dagirkerên tirk û êrîşî ser ciwanên kurd kir. Ji ber vê xayintiyê doza Kurdistanê bi salan paş ket. Hîn j êşa wş tê kişandin.

Niha kurd careke din li ber azadiyê ne. Dîsa ev malbat xistin dewrê û dixwazin azadiya Kurdistanê têk bibin. Niha wê hinek kes bibêjin ma çawa ev malbat li pêşiya Kurdistanê asteng e. Li başûrê Kurdistanê statuyek bi dest xistiye. Rast e li Başûr statuyek heye lê statuyeke çawa? Ji bo vê divê mirov li rewşa gelê Başûr binêre. Wê demê me re ratiyê dibîne.

Ev malbata xayin her tim bi neyarên Kurdistanê re êrîşî ser hêzên azadiya Kurdistanê kirine û hîn jî dikin. Bi taybetî ev salek e bi awayekî aşkera vê xayintiyê dike. Mirov bixwaze nexwaze pirsa gelo ev malbata xayin tola têkçûna DAIŞ’ê ji paraêzvanên Kurdistanê digire, tîne hişê mirov.
Li gorî min ev xayintiya wan ji vê pêvtir nayê tu wateyê. Bala xwe bidinê piştî wan rê da DAIŞ’ê Şengal di qirkirinê de derbas kirin. Ji ber ku PKK pêşiya vê qirkirinê girt û Şengal azad kir neyariya wan a li hemberî PKK’ê zêdetir bû. Ya rastî têkçûna DAIŞ’ê biqasî rûpoşa gelek dewletan daxist, ya PDK’ê û vê malbatê jî daxist. Rûyê wan a rast derxist holê. Ji ber vê yekê xayintiyê bi aşkerayî û vekirî dike.
Dewleta tirk ji bo dagirkirina Başûr dest bi şer kiriye. Beriya şer Erdogan wekî xwediyê wan e serokwezîrê Herêma Kurdistanê lî pêşberî şeê sîxûrê xwe da rûniştandin. Ev ji bo wan rûreşiyeke herî mezin e. PDK û ev malbat jî niha li herêma Kurêjahro mîna tajiyê seydê daye pêşiya wan û bi hev re êrîş dikin. Hema mirov tenê di vî alî de li mijarê binêre wê rûyê rast ê malbata xayin baş bibîne.

Yên ku bi neyaran êrîşê dibe ser parêzvanên Kurdistanê ne kurd in. Ev dibin xayinên Kurdistanê. Ji bo vê jî şerê li hemberî wan nabe şerê birakujiyê rasterast dibe şerê li hemberî xiyantiyê. Divê em baş zanibin ku ji xayinan kesên durist dernakeve. Cihê xayinan têkçûn e. Heta ku ev malbat hebe em kurd nagihêjin azadiya xwe.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê