6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şerê li Başûr bi hevkariya xiyanetê pêk tê

Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) û Komeleya Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAY-DER) ya Amedê, ji bo piştevaniya  malbatên girtiyan û malbatên xizmên xwe winda kirine li eywanêke dawetê ya li navçeya Bismilê ya Amedê xwarina fitarê dan. Hevserok, rêveber û parlamenterên HDP’ê û rêveberên DBP’ê û bi sedan malbat beşdarî bernameyê bûn. Beriya fitarê mevlûd hat xwendin û ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan diqeqeyek rêz hat girtin.

Hevserokê TUHAY-DER’ê Mehmet Emîn Guzel anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû qadan belav bûye û xwest tecrîd bi dawî bibe. Guzel xwest hemû malbat piştevaniya Nobedên Edaletê bikin.

Dîrok dê vê xiyanetê binivîse

Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmus Karadag jî axivî û destnîşan kir ku li dijî axa Başûrê Kurdistanê şerek dijwar tê kirin û got: “Ev şer bi hevkariya xiyanetê pêk tê. Malbata Barzanî bi salan e xiyanetê li gelê kurd dike. Wê dîrok vê xiyanetê binivisîne.”

 AKP-MHP dixwaze Kurdistanê dagir bike

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taçşier jî destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe dê aştî pêk neyê û wiha got: “AKP û MHP dixwaze ku Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê dagir bike. Divê em jî li dijî vê armanca Tirkiyeyê yekitiya xwe pêk bînin. Yekitiya kurdan di heman demê de wê bibe serkêftina kurdan jî. Çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya birêz Abdullah Ocalan çareser dibe. Ji ber vê yeke jî divê em ji bo azadiya birêz Ocalan bixebitin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê