5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Barzanî pêşmergeyan bi zorê dişîne şer

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişê kir. Di şer de bi piranî çeteyên Zerewanî û Gulan ên girêdayî Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî û çeteyên Roj tên bikaranîn. PDK, zextê li pêşmergeyan dike ku beşdarî şerê li dijî gerîlayên HPG û YJA Starê bibin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) li ser fermana Barzanî, PDK hewl dide gelek pêşmergeyên ku digotin “Em li dijî PKK’ê şer nakin” îkna bike û beşdarî êrişan bike. Lê tevî vê yekê jî gelek pêşmergeyan daxwaz red kir û gotin ku “Em li dijî PKK’ê şer nakin.” Hat zanîn ku piştî pêşmergeyan ev daxwaz red kirin, PDK’ê gelek pêşmerge ji peywirê girtin. Li hêla din bi fermana Mesrûr Barzanî şandeyek hate avakirin û peywira vê şandeyê ew e ku pêşmergeyan qaneh bike da ku beşdarî şer bibin.