3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatan aqûbeta Bedrî Tan pirsîn

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” aqûbeta Bedrî Tan pirsîn û xwestin kujerê wî bên darizandin

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 762’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Amedê lidar xistin. Xizmên windayan di çalakiyê de wenêyê windayan hilgirtin û pankarta wêneyên windayan li ser heye vekirin. Di daxuyaniyê de malbatê windayan, endam û rêveberên ÎHD’ê, amade bûn. Xizmên windayan û ÎHD’a Amedê vê heftê li kujerê Bedrî Tan ê ku di 13’ê îlona 1994’an de li Amedê hatibû kuştin, pirsîn. Ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz, bal kişand ser dosya Madimakê û got: “Doza Komkujiya Madimakê diviya bû berdewam bikiraya. Lê ji bo encam jê dernekeve dawî li dozê anîn. Ev biryar ji bo me bû weke birînekê. Wekî parêzvanên mafên mirovan em ê li pey dozê bin û dest jê bernedin. Ev cînayetên ku hatin kirin ji aliyê heman kesan ve hatine kirin. Tişta ku pêk hat li dijî mirovatiyê sûceke herî mezin bû.”

‘Bi îşkenceyê kuştin’

Li gorî agahiyên malbata Bedrî Tan, di 13’ê îlona 1994’an saet di 19.30’an de leşkerên Fermandariya Navendî ya Amedê bi ser malê de girtine û wiha got: “Birayê min Bedrî Tan kehyayê gundê Kuçukkadî bû. Di serdegirtinê de hemû endamên malbatê di odeyekê de kom kirin. Lê birayê min Bedrî birin oda hember û îşkence li wî kirin. Piştî nîv saetê birayê min xistin maşîneya zirxî û birin. Dema wî xistin maşîneya zixrî me wî dît. Ruh jê çûbû. Li odeyê vereşiya bû. Em çûn Fermandariya Cendirmeyan. Me ji Fermandariya Cendirmeyan re got ku birayê min ji malê birine. Efserê li wir got; “Li vir kes tune, herin li benda rê binêre.” Piştre me cenaze di tûrik de ji Fermandariya Navendî ya Cendermeyan a Hênê wergirt. Ji bo em dozê venekin gef li me dixwarin. Gotin ku hûn doz vekin wê heman tişt were serê we jî. Serdozgeriya Komarê rapora mirinê wekî “Di şerekî de hat kuştin” amade kir û îfadeya me jî nehat girtin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.