3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rejîma Îranê bavê Jîna Emînî binçav kir

Hêzên rejîma Îranê, bavê Jîna Emînî ya sala par di 16’ê îlonê de bi îşkenceyê hate qetilkirin, Emced Emînî binçav kir

Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de bi hinceta pêrê wê li derve bû, li paytextê Îranê Tehranê hate binçavkirin û bi îşkenceyê hate qetilkirin. Hêzên rejîma Îranê di salvegera kuştina Jîna Emînî de bavê Emînî Emced Emînî binçav kir. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Emced Emînî di saetên serê sibê de ji mala xwe ya Seqizê derket ji aliyê Muhafizên Şoreşê yên Îranê ve hate binçavkirin. Hêzên rejîma Îranê bav Ehmed Emînî birin cihekî nediyar. Hate zanîn ku ji ber çalakiyên îro ji bo salvegera qetilkirina Jîna Emînî dê bên kirin li gelemperiya Rojhilat û Îranê Rewşa Awarte hatiye îlankirin. Rayedarên rejîma Îranê di demeke kurt de gef li malbata Emînî xwarin ku di salvegera qetilkirina keça xwe de merasîmekê li dar nexin. Lê malbatê li dijî van gefan ev daxuyanî dabû: “Weke malbateke bixem em Malbata Emînî dê li ser gora keça xwe kom bibin. Em di salvegera kuştina keça xwe Jîna Emînî de merasîmên kevneşopî û olî li dar dixin.”

Li bendê ye ku li bajarên Rojhilat û Îranê çalakiyên bi girseyî bên kirin.