3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ragihandina ′korîdora nû ya aborî′: Armanc û rêbaz

Amadekariyên korîdora nû ya aboriyê tên kirin, ji bo bidawîkirina vê korîdorê salên dirêj pêwîst in lê ev yek ji girîngiya wê ya stratejîk kêm nake, nexasim di aliyê vegerandina têkiliyan di navbera dewletên Kendava Erebî û Amerîkayê de

Di rojên dawîn de projeya ′korîdora nû ya aborî′ bûbû rojev. Ev proje başûrê Asya û Ewropayê bi rêya Kendava Erebî û Rojhilata Navîn bi hev ve girê dide. Projeya ′korîdora nû  ya aborî′ ya herî girîng a ser asta cîhanê ye, ji ber ku ew rêbazên alternatîf peyda dike û welatên ku têkiliya wan bi hev re tune ye, girê dide. Di heman demê de gelek welatên din dûr dixe.

Financial Times da zanîn ku korîdor dê di deryaya Erebî, Hindistan, Îmaratê, Erebistana Siûdî, Urdin û Îsraîlê re derbas bibe û li Ewropayê bi dawî bibe. Her wiha dê korîdoreke nû ya deryayî û binesaziyek ji bo veguhastina enerjiyê hebe.

Armanc ji projeyê avakirina xetên tirênê û girêdana benderên deryayî ji bo pêşxistina tevgera bazirganiyê ye. Her wiha armanc jê hêsankirina veguhastina kehrebeya nûkirî û hîdrojenê ye da ku di encamê de ewlehiya enerjiyê bê xurtkirin, bo enerjiya paqij destek bê dayîn û aboriya dîjîtal jî bê pêşxistin.

Rikbiriya Çînê

Projeya ku dişibe rêya kevin a buharatê dê ji deryayê Mumbai ya Hindistanê dest pê bike, derbasî bendera Dubai ya Îmratê bibe. Li vir jî derbasî xetên tirênê yên herêma Giwêfat a Îmaratê bibe û digihêje Erebistana Siûdî. Ji Erebistana Siûdî derbasî başûrê Urdinê û bajarê Heyfayê bibe. Her wiha ji Heyfayê derbasî bendera Bîrayos a Yewnanistanê bibe û li Ewropayê bi dawî bibe. Eger ev proje pêk were dê rêya bazirganiyê di navbera Hindistan û Ewropayê de bi rêjeya ji sedî 40 kurt bike.

Tevî ku girîngî ji bo bandora vê projeyê li ser însiyatîfa El Hîzam û rêyên çînî hatiye dayîn, lê dîsa jî ev proje nikare bi temamî şûna projeya çînî bigire, lê ev proje derfetê dide Hindistanê ku bibe rikbereke xurt li hember çînê, nexasim ku li seranserî cîhanê bi temamî xwe di gelek qadan de dispêrin Çînê.

Derbeyeke ji bo Îranê 

Ev korîdora aborî dê rêyeke ewle ya alternatîfa tengava Hirmiz e. Nemaze ku tengav kaxezeke zextê di destê Îranê de ye li dijî dewletên  Kendava Erebî û hêzên navneteweyî bi kar tîne, her wiha xwespartina li bendara Heyfa li şûna Beyrûtê hişt hinek lubnanî bibêjin ku hebûna Hîzbullah bûye sedema dûrxistina Lubnanê ji vê projeyê.

Dûrxistina Tirkiyeyê

Xuya ye ku dewleta herî zêde zirarê ji vê projeyê dibîne Tirkiye ye. Serokkomarê tirk Erdogan nerazîbûn nîşanî vê projeyê û dewletên beşdar da û got: “Bêyî Tirkiyeyê tu korîdor nabin, xeta herî guncaw ji bo veguhastina di navbera rojhilat û rojava de xeta Tirkiyeyê ye.”

Korîdora nû ya aborî rikberiya projeya rêya ′Geşkirinê ya Iraqê′ dike.  Armanca ji projeya Iraqê ew e ku Kendava Erebî, Tirkiye û Ewropayê bi rêya xeta tirênê û bi rêya benderên Îmarat, Qeter û Iraqê, ve girê bidin.

Projeya ′rêya geşkirinê ya Iraqê′ cara yekemîn di serdana serokwezîrê Iraqê ya li Tirkiyeyê de hat ragihandin ku di Adara 2023′an de pêk hatibû. Proje di civîneke çapemeniyê ya hevbeş a di navbera Mihemed Şiya Sûdanê û Serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan hat aşkarekirin. Ev proje ji xeta tirênê ya ji bo veguhestina kel û pelan pêk tê . Di qonaxa yekemîn dê 3 mîlyon û 5 hezar mîlyon ton û di qonaxa duyemîn de 7 mîlyon û 5 hezar mîlyon ton kel û pelan veguhêze.

Armanc ji projeyê avakirina 15 stasyonên tirênê e, ku ji Besrayê dest pê bike, derbasî Bexdayê û sînorê Tirkiyeyê bibe. Hikumeta Iraqê hêvî dike ku tirênên bilez kelûpel û rêwiyan bi leza 300 kîlometre di saetê de veguhêzin, her wiha dê  xet ji bo navendên pîşesaziya xwecih û yên enerjiyê bên danîn û dibe ku ji wan boriyên petrol û gazê bin jî. Ev korîdor siyseta Tirkiyeyê xurt dike ku di warê enerjiyê de dewleteke navendî ye. Tirkiye di vê projeyê de dikare petrol û gaza xwezayî ji Iraqê veguhêze sûkên cîhanî. Di heman demê de dê Tirkiye bibe deriyê Iraqê ji bo Ewropayê û di encamê de herdu dewlet dibin navgînek di navbera Ewropa û Asyayê.

Encam

Tevî zexta ragihandinê ya li ser korîdora nû ya aboriyê, lê dîsa jî lêçûn û amadekariya wê ne zêde ye, lê ji bo bidawîkirina vê korîdorê salên dirêj pêwîst in. Lê belê ev yek ji girîngiya stratejîk a wê kêm nake, nexasim di aliyê vegerandina têkiliyan di navbera dewletên Kendava Erebî û Amerîkayê de.

Yek ji encamên heyî ên vê projeyê xurtkrirna normalîzekirina di navbera welatên Kendava Erebî di serî Erebistana Siûdî û Îraîlê Îsraîlê de ye. Rêveberiya DYA′yê di hefteyên borî de ji bo pêkanîna vê armancê hewldan dikirin. Lê tê gotin ku Erebistana Siûdî naxwaze bi eşkereyî mijara normalîzekirinê ragihîne, ji ber ku ew xwedî cihekî girîng di cîhana erebî û îslamî de ye, lê ya rastî ew e ku di hefteyên dawîn de nêzîkbûnek di navbera Til Avîv û Riyad de hebû, ev yek di serdanên şandeyên Îsraîlî yên aborî û ewlehî ji bo Erebistaja Siûdî de diyar bû. Biden dixwaze normazîkirina têkiliyan bi welatên Kendavê re, dorpêçkirina hegemoniya Çîn û Îranê, normazîkirine têkiliyê Ereban û Îsraîlê di hemleya xwe hilbijartinên bê de bi kar bîne.