spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwepêşandanên li Siwêdayê zorê didin hikumeta Şamê

Mijarên sereke yên rojnameyên erebî îro ev bûn: Rojnameyên erebî bal kişandin ser xwepêşandanên li Siwêdayê, girîngiya serdana Beşar El Esed a li Çînê û hişyariya der barê rewşa Iraqê de bûn

Rojnameya El Quds El Erebî nûçeyek bi sernavê “Berfirehbûna xwepêşandanên li Siwêdayê Şamê dixe şermê” weşand.

Rojnameyê diyar kir ku ji ber xwepêşandana herî mezin a li parêzgeha Siwêdayê ku piraniya xelkê wê durzî ne, hikumeta Şamê bi zextekê re rû bi rû ye. Her wiha hate gotin, serokatiya rûhanî ya durziyan doh ragihandibû ku dê serhildan berdewam bike, heta ku rejîma Şamê bikeve û çareserî ji aloziyên aborî û debarê re pêk werin.

‘Giringiya serdana Esed bo çînê′

Rojnameya El Exbar a Lubnanê behsa “serdaneke girîng” a Beşar Esed ji bo Çînê kir.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyên dîplomatîk ên rojhilatî, da zanîn ku tê payîn ku şandeyeke payebilind a sûriyeyî di demeke nêzîk de serdana Çînê bike da ku bi rayedarên Çînê re bicive û mijarên girêdayî pêşxistina têkiliyên her du welatan û rola Çînê ya destekdayîna ji Şamê re ji bo aloziya xwe ya aborî, nîqaş bike.

′Hişyariyên payizeke germ li Iraqê′

Rojnameya El Ereb cih da rewşa Iraqê û diyar kir nîşaneyên xwepêşandanên gel hene û hate gotin ev nîşane payîza sala 2019′an tîne bîra mirov ku xwepêşandanên mezin li hember partiyên şîa çêbûn.

Rojnameyê bal kişand ser bangên “xwepêşandêrên gel” ku banga xwepêşandaneke girseyî li Bexdayê li dijî rewşa debarê ya xirab û binkeftina hikumetê di çareserkirina pirsgirêkên welat û gel de, dikin. Her wih hate diyarkirin ku guman hene ku Muqteda El Sedr li pey van bangan be.