17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

RJAK: Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilata Navîn bû manîfestoyek

RJAK’ê bi boneya salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ragihand ku Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû manîfestoyek di Rojhilata Navîn û cîhanê de û wiha got: “Jîna Emînî ruhê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind kir û li tevahî cîhanê belav kir.”

Li ser qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî û destpêkirin Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re salek derbaz dibe. Di xwepêşandana de encama gef, êriş, zext û gulebaranên hêzên rejîma Îranê de zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî hatin girtin û birîndarbûn. Her wiha li gel van 4 xwepêşander jî hatin darvekirin.

Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) bi boneya salvegera Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya RJAK’ê wiha ye:

“Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku salek tijî ji êş, sekneke berxwedêr, fedayane û serkeftî li pey xwe hişt. Di serî de li mîmarê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ Rêber Apo pîroz dikin û di şexsê Jîna Emînî de, tevahî jinên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin û mirovên azadîxwaz pîroz dikin.

Di herîkîna dîrokê de ji bo parastina nirx, îrade û azadiya xwe, gelek jinên xwedawend, pêşeng û navdar derketin ser dîka dîrokê. Li Rojhilatê Kurdistanê jî, weke berdewamiya vê xeleka jinên navdar û fermandeyên azadiyê yên pêşeng ku serê xwe ji zilm, hişmendiya zilamsalar û desthilatdarî re netewand û bûn çiruska ji bo wan jinan û civakên ku di nava tarîtiyê de dijiyan, Jîna Emînî bû. Wê jî ji bo vîn û azadiya xwe wekî jineke serê xwe, ji ketxwariya dîrokê û hişmendiya faşîst re netewand. Wê jî dizanî ku wek û berdelê azadiyê girane, lê we helwestek comerdane nîşan da. Ew hestên fedayane ku îlhama xwe ji felsefeya Rêber Apo digirt nîşan da.

Rêber Apo dibêje, eger azadî hêsanbûya Bêrîvan û Ronahiyan xwe ne di şewitandin. Qetilkirina Jîna Emînî jî berdêlek giran bû. Her çendî bi êşbe jî, wê ruhê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind kir û li tevahî cîhanê belav kir, bû avakera ruhê hevgirtinê li dijî faşîzm û desthilatdariyê. Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bû manîfestoyek di Rojhilata Navîn û cîhanê de.

Ji bo bi dawî anîna li hişmendiya zilamsalarî û pêşî lê girtina tundûtijiya li ser jinan, em jî wekî Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK), soza berdewamî û bilindkirina ruhê Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û têkbirina pergala zilam-dewlet didin.”