4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hesenpûr: Êdî Komara Îslamî nikare serhildanên gel bitepisîne

Rojnameger Ednan Hesenpûr ku deh sal li girtîgehên Îranê dîl hat girtin, der barê cudahiya serhildana Jin Jiyan Azadî de wiha got: “Di hemû çalakî û xwenîşandanên berê de gel dizanibû ku çi naxwazin, lê bi zelalî nizanibûn ka çi dixwazin û vîna wan çiye. Lê vê carê rewş guherî û nerazîbûnên gel bû xwedî bersiveke erênî.”

Li Îranê heta sala 1979’an rejîm monarşî bû û Muhemed Riza Pehlewî desthilat bû. Di 1979’an de Ruhullah Humeynî şoreşa îslamî pêk anî û Komara Îslamî îlan kir. Bi destxistina desthilatiyê  re, di serî de ji bo jinan qanûn hatin derxistin û civak bi tevahî neçarê pêkanînên qanûnên wan bû.

Her ku zextên Komara Îslamî zêde bûn, di nav civakê de jî nerazîbûn derketin. Lê ev nerazîbûn bi darvekirin û îşkenceyê hatin tepisandin. Herî dawî di 16’ê îlona 2022’yan de jina kurd Jîna Emînî bi hinceta ku xwe li gor pîvanên desthilatê nenixaftiye bi îşkenceyê hat binçavkirin û di bin çavan de hat kuştin.

Piştî kuştina Jîna Emînî gel li bajarê Saqizê bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li dijî komara zordar dest bi çalakiyan kir. Çalakî di demeke kurt de li hemû bajarên Rojhilat û Îranê belav bûn û veguherî serhildanê. Di ser kuştina Jîna Emînî de salek derbas bû. Di nav vê salê de hikûmeta Îranê ji bo serhildana heyî bitepisîne serî li tundiyê da û gelek kes binçav kirin.

Rojnameger Ednan Hesenpûr der barê kuştina Jîna Emînî, serhildana Jin Jiyan Azadî, îşkenceya ku Komara Îslamî dike û encamên wê de pirsên rojnameya me bersivand.

Di ser serhildanan ku di 16’ê îlona 2022’yan de bi pêşengiya jinan destpêkir re salek derbas bû. Serhildana jinan bandoreke çawa li ser komara Îranê û civaka wê kir?

Aşkere ye ku bingeha gotara vê tevgera mezin a ku niha bi “Serhildana Jin, Jiyan, Azadî” û “Şoreşa Jinayê” tê binavkirin, ji bo têkoşîna kurdan bi wateya giştî de vedigere. Ev mesele berê li Bakur û li rojavayê Kurdistanê derketibû holê û ji wir jî gihişte rojhilatê Kurdistanê. Bi gotineke din dikarim bibêjin ku her çend têkoşîna civakî û siyasî ya jinan li rojhilatê Kurdistanê û Îranê her tim hebûye û tevgereke dînamîk û têkoşer bûye jî gotara niha ya vê tevgerê bi tevahî berhemeke kurdî ye. Tevahiya civaka Îranê deyndarê tevger û têkoşîna Kurdistanê ye. Di qada giştî ya Îranê de gelek guhertinên mezin ên civakî û çandî çêbûne û tevî hemû zext û zordariyên rejîmê, zehmet e ku hikûmeta Komara Îslamî civakê bi paş ve vegerîne. Beriya vê tevgerê jin di bin zilm û zordariya herî mezin de bûn, neteweyên bindest bi her awayî dihatin çewisandin, karker û kedkar dihatin çewisandin û hwd. Ev rewş heta niha jî berdewam e. Lê cudahiya mezin ew e ku niha hemû çînên civaka cûr bi cûr a Îranê li hember hemû zordariyan şiyar dibin û êdî hikûmet û dijberên nedemokratîk ên hikûmetê  jî nikarin van netew, çîn, nijad û beşan ber bi paşve vegerînin.

Bo mînak heta beriya serhildana jin, jiyan û azadiyê tenê kurd di nava hemû netewên di nava Îranê de xwedî hişmendiya pêwîst bûn ku xwe birêxistin bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Lê niha piraniya neteweyan hişyar bûne û xwe birêxistin dikin. Ev tê wê wateyê ku êdî tenê kurd li hember hikûmetê nasekinin. Lewma tepeserkirina kurdan û serdestiya li qada hikûmetê zehmet bûye û heta nemimkun e. Ev yek ji bo pirsgirêka jinan jî derbasdar e. Berê têkoşîna jinan di asteke teng de bû.  Lê niha jinan li ser bingeha gotara jin, jiyan, azadiyê karîne qada têkoşîna xwe gelek berfirehtir bikin. Rojane li qadan bi labirina desmal û hîcaba bi darê zorê berengarî hikûmetê dibin. Niha tepeserkirina têkoşîneke wiha berbelav ji bo Komara Îslamî bûye xewn û hezek.

Bi vî awayî, dikarim bibêjin ku civaka Îranê şahidê qonaxeke dîrokî ye. Tevî ku beşdariya girseyan li qad û kolanan hinekî kêm bûye jî, hikûmet bi tu awayî nekariye careke din civakê ji nû ve kontrol bike. Valahiyeke mezin di navbera nirxên hikûmet û daxwazên gel de çêbûye. Tevger û hişmendiyekê seranserê erdnîgariya Îranê vegirtiye ku dikare bibe bingeh û hêwanê serxistina şoreşeke civakî û siyasî ya rastîn li seranserê Îran û heta li herêmê jî.

Tu serhildana Jin Jiyan Azadî û hevgirtina neteweyan a di vê serhildanê de çawa dinirxînî?

Îran welatekî pirnetewe ye. Min berê jî behs kir, niha tenê kurd nînin ku têdikoşin. Belkî hemû neteweyan gav bi gav dest bi têkoşîn û liv û tevgerê kirine û di nav neteweyên bindest de awayekî hevrêzî û yekrêziyê pêk tê. Lê ev nayê wê wateyê ku her tişt di gupikê de ye û di nav miletên bindest de yekîtî pêk hatiye. Jixwe hikûmet û hinek aliyên bi navê opozisyonê, ku piraniya wan li derveyî Îranê ne, hewla dubendiyê di nava gelan de didin. Heta hinek welatên herêmê jî bi awayekî rasterast û nerasterast alîkariya Komara Îslamî dikin. Her wiha faşîzma pan-Îranî ya ku ji berê de jî hebû, niha xwe zêdetir nîşan dide û hewl dide bi hemû hêza xwe pêşiyê li şiyarbûna neteweyên bindest û pêkhatina yekitiya di navbera wan de bigire. Medyaya Îranê li hundir û derveyê Îranê her roj li dijî mafên gelan propagandayan dike. Diyar e ku dijminahiya herî zêde jî li dijî kurdan e.  Ji ber ku faşîstên li navxwe û derve di wê baweriyê de ne ku sedema şiyarbûna van neteweyan gelê kurd e. Eger kurd nebûna, neteweyên din jî weke sedsalên bihûrî di bin bandora fars ango desthilata nevendî de diman. Her wiha hişmendiya netewên din, ji bilî kurdan, hîn negihîştiye asta ku em bêjîn bûye pêvajoyeke ku nayê vegerandin, hişyariya girseyî girêdayî berdewamiya xebata gişt aliyan e û piraniya neteweyên di  destpêka vê rêkê de ne.

Lê tevî hemû asteng û komployan jî em dikarin li ser vê mijarê xwedî nêrîneke erênî bin. Ji ber ku şiyarbûna gelan di encama rêze guhertinên kûr di çarçoveyên cuda de ye. Dibe ku dijberên vê şiyarbûnê bi awayekî demkî zirarê bigehînin vê tevgerê. Lê di dawiyê de tu guhertinek mezin bi rêya komplo û tepeseriyê desteber nakin.

Civaka Îranê gelek caran li dijî hikûmetê çalakiyan pêk anî. Di 2019’an de li dijî bihabûna sotemeniyê dest bi çalakiyan kir. Lê ev çalakî di demeke kurt de hatin tepisandin. Li gor tecrûbe û nêrînên te cudahiya serhildana Jin Jiyan Azadî ji çalakiyên aban (cotmehê) çiye?

Di hemû çalakî û xwenîşandanên berê de gel dizanibû ku çi naxwazin. Lê bi zelalî nizanibûn ka çi dixwazin û vîna wan çiye. Wate tevger xwedî nêrînekê bû ku redkirina desthilata komara îslamî bû. Lê vê carê rewş guherî û nerazîbûnên gel bû xwedî bersiveke erênî. Niha gel têdigihîje ku tenê rûxandina hikûmetekê û hatina hikûmetek nû wan bextewer nake. Belkî meseleya girîng eve ku hatine ser kar a kijan sîstemê dikare bextewariyê bi xwe re bîne. Lê ya girîng ew e ku dê çi sîstem şûna vê hukûmetê bigire. Ev jî derencama gotara Kurdistanê ye ku kariye çarçoveyeke berfireh ji bo diyarkirina têgeha zordestiyê û cureyên wê diyar bike. Ev gotar tekeziyê li ser wê yekê dike ku zordariyê şêweyên cur bi cur hene û her ferd û civakek dikare di gelek alî û waran de were tepeserkirin, jinavbirin an lawazkirina van zordestiyan divê di çarçoveya bernameyeke hevbeş de bê kirin. Bêyî ku zilma li ser jinan ji holê rakin, em nikarin zilma netewî ji holê rakin û berovajî vê jî, wate hemû zilm bi hev ve girêdayî ne û divê ji holê rakirin û nehiştina wan hevdem tevbigerin û têbikoşin.

Civaka Îranê ti carî nikarîbû nêrîn û gotareke wiha biafirîne û di afirandina pêşerojên tevgera civakî de hertim dihat sansûrkirin û paşguhkirin. Bo mînak, dema dor hat ser xerabiyên hikûmetê, hin beşên xirabiyan bi qestî an jî bi nezanî dihatin paşguh kirin. Niha jî beşeke mezin ji dijberên Komara Îslamî ya Îranê li derveyî Îranê, bi taybetî monarşîst û panîranîst, dixwazin li ser heman meylê bidomin û xwe bi xwe bidin xuyakirin ku yekane kêşeya Îranê olperestiya hikûmeta wê ye. Bi wî awayî dixwazin bi avakirina hikûmeteke laîk dawiyê bi daxwazên din bînin û zordestiyên din ên wekî etnîkî, zimanî, nijadî, çînayetî û hwd wek xwe bimînin. Ji ber ku dizanin serkeftina vê şoreşê tê wateya veguhertineke bingehîn di hemû beşên welêt de, ew ditirsin ku avakirina demokrasiyeke radîkal bibe sedema lawazbûna desthilata farsan û mêran. Lewma bi her awayî rûbirûyê gotara Kurdistanê dibin. Ango dijminên vê gotarê hem Komara Îslamî bi xwe ye û hem jî beşek ji opozîsyona wê ya derveyî Îranê. Tu carî her du aliyên dijberên hev bi wî awayî di dijberîkirina mijarekê de ewqas yekdeng û hevgir nebûne.

Lê Îran tûşî gelek kirîzên kûr bûye û nikare bi hêsanî wan çareser bike. Ji krîzên siyasî û rewabûna hikûmetê bigire heta krîzên aborî, jîngehî û siyaseta derve. Belkî bikarin bêjin ku ji bo gelên cuda yên Îranê şoreşa jin, jiyan, azadiyê tekanê rêya derketina ji van qeyranên kûr e. Ji ber ku tenê vê gotarê kariye hemû qeyran û pirsgirêkan bi awayekî rast tesbît û nas bike û di heman demê de çareseriyên rast û dirust jî destnîşan bike. Ger ev gotara rizgarîxwazî têk biçe, ji bo Îranê zehmet e ku aramiyê bi dest bixe.  Ji ber ku rewatiya Komara Îslamî bi dawî hatiye û rojekê wê birûxe. Di nebûna çareseriyeke rast de take tişta ku li benda Îranê ye dubendî û şerê pêkhateyên cuda bi hevre ye. Ji ber vê yekê pêwîstiya gelên Îranê weke oksîjenê bi jin, jiyan û azadiyê heye. Bingeha vê gotarê avakirina demokrasiyeke radîkal e ku li ser bingeha beşa herî lawaz a civakê wate jinan e. Tu gotar û bernameyek nikare bibe rizgarker eger li ser mafên bindesttirîn beşên civakê nexebite ku li herderê her jin di bin givaşa herî zêde ne. Ji ber ku tevî hemû zordestiyên di nava civakê de, zilmeke din a taybet û yekane li wan tê kirin ku heman zordestiya zayendî û genderî ye. Ji ber vê yekê divê gotara civakî-siyasî li ser esasê jinê be, jin, jiyan, azadî li Kurdistan, Îran û heta li cîhanê jî yekemîn û tekane gotare ku kariye xaleke destpêkê ya rast destnîşan û diyar bike.

Lewma dikarin bibêjin ku cudahiya sereke ya vê serhildanê ji serhildanên berê û di serî de serhildana meha Abanê ew e ku ji rewşa neyînî derbas bûye û civak kiriye xwediyê rêyeke erênî, şoreşgerî û rizgarîxwaz.

*Ji destpêka Komarê heta niha gelek mafên mirovan ên bingehîn hatine binpêkirin. Lê piştî serhildana 16’ê îlonê bi kuştina Jîna Emînî, binpêkirin hin zêdetir bûne. Tu vê rewşê çawa dinirxînî?

Komara Îslamî di jiyana xwe ya 44 salan de çend qonax derbas kiriye. Ji rûxandina desthilatdariya paşatiyê heta şerê Kurdistanê, ji şerê Îran û Iraqê heta tepeserkirina hemû opozisyonê di salên 1980’an de, qonaxa avedaniyê ya di serdema Haşimiyê Refsencanî de heta dewleta rêformxwaz a Mihemed Xatemî, ji şikesta rêformxwaziyê heta hatina Ehmedî Nijad û sextekariya hilbijartinan di sala 2009’an de û avakirina Hêza Tevgera Kesk û hwd. Desthilata Îranê hertim pirpolar bûye û tenê eniyekî tu carî nekariye desthilatê bi tevahî kontrol bike û eniyên din ji holê rake û bibe xwediyê desthilatdariya mutleq. Lê piştî bidawîhatina hikûmeta Hesen Ruhanî û hatina Îbrahîm Reîsî, Elî Xamineyî biryar da ku hemû alî û heta kesên nîvcuda jî ji desthilatê dûr bixe û tenê grûpa li dora wî  desthilatê kontrol bike. Ev kom di desthilatdariyê de yên herî nexwende û bê tecrûbe ne û ji ber vê yekê jî krîzên hikûmetê kûrtir kirine.

Ji bo van qeyranên kûr tu çareserî nîne û asta nerazîbûnên gel her diçe zêde dibe. Ji ber vê yekê me dît di rûbirûbûna bi nerazîbûnên girseyî de ji xeynî çewisandin û serkutkirinê tu amûr û rêyên din ên bersivdayîna gel nebûn. Dewleteke din li şûna Komara Îslamî bûya, dê piştî serhildana girseyî ya jin, jiyan, azadî ku atmosfer vekir, dê kêmanî di warê azadiyên civakî, berjewendiya gel de, ji bîrdoziya xwe paşde vekiya. Lê Komara Îslamî, azadiya gel bi taybetî azadiya jinan û mijara hîcabê kiriye bingehê meşrûkirina desthilatdariya xwe. Ji bo wan rakirina leçik ango desmalê tê wateya têkbirina prensîbên îdeolojiya olî ya siyasî û naxwazin di vî warî de tu tawîzan bidin civakê. Hîcab sembola desthilatdariya olî ye. Eger ji holê rabe, tu nîşanek cudabûna hikûmeta olî ji hikûmetên din namîne. Ji wir jî dest bi amadekirina qanûnên li dijî jinan û li dijî azadiyê kirine da ku hemû zext û serkutan rewa bikin. Diyar e ev yasa ji aliyê gel ve nayên qebûlkirin û jinên bêhîcab kolanên Îranê dagirtine. Lewma take rê, binpêkirina maf û azadiyên wan bi zext û serkutên zêdetir e.

Bi kurtî, tenê du bijarde li hember Komara Îslamî de hene. Ya paşde vekişe û teslîmî daxwazên civakê bibe, ku di haleta herî baş de dibe sedema hilweşandina îdeolojîk a hikûmetê. Yan jî bi darê zorê û tepeserkirinê îradeya xwe li ser civakê ferz bike, ku ev yek jî dibe sedema berxwedana zêdetir a gel û di dawiyê de dibe sedema rûxandina hikûmetê. Wate, binpêkirina mafan û tepeser kirin, yekane rêya Komara Îslamî ye ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe ya totalîter. Lê ev jî rêyek bê encam e ku dê zêdetir hikûmetê dixe nava qeyraneke piralî.

Te wek rojnamegerek û parastvanê mafên mirovan 10 salên xwe li girtîgehên Îranê derbas kir û niha dibî şahidê darvekirin û girtina gelek kesan. Tu rewşa girtîgehên Îranê û kesên ku cezayê darvekirinê girtine çawa dinirxînî? Bi darvekirinan Îran dixwaze kîjan armanca xwe bibe serî?

Bidarvekirin parçeyek ji felsefeya teokratîk a Wîlayet a Feqîh e. Li gor wan her kesê/a li dijî desthilatdariya wan be, li dijî Xwedê ye û muharib ango şerker e û ji bo wan tawanan di Quranê de cezayê girtîgehê, dersînorkirinê, darvekirinê hatiye diyarkirin. Ew hûkmê Xwedê li li hember wan bikartînin û ev erkek e ku Xweda û Îslamê li ser me ferz kiriye. Di heman demê de darvekirin beşeke ji plana giştî ya hikûmetê ji bo tirsandina xelkê û bi taybetî ciwanan ji her cure dijayetiya Komara Îslamî ye. Dixwazin bibêjin ku em li hember dijminên xwe ku di heman demê de dijminên Xwedê û olê ne rehmê nakin û amade ne ku her kesî/ê bi hêsanî ji holê rakin û bidarve bikin.

Siyaseta darvekirinê hem bingehek olî û hem jî teokratîk heye û hem jî tedbîrek pratîkî ya her hikûmeteke totalîter e ji bo kontrolkirina welatiyên xwe. Armanc jê bêdengkirina civakê û tunekirina her tevgereke dijber e. Lê tevî rêjeya bilind a dersînorkirin û bidarvekirinên li Îranê jî, rejîm heta niha negihaştiye armancên xwe. Dibe ku di paşerojê de rêjeya darvekirinan hîn zêdetir jî bibe, lê bingeha rewşê ji destên wan derketiye û zehmet e bi tund û tijiyê û îdamên berfireh hêz û desthilata xwe vegerînin asta berê.

Desthilatdarên Komara Îslamî di salên 1980’î de siyaseta bidarvekirina komî ya girtiyên siyasî bi rêve birin û bi hezaran kes îdam kirin, wê serdemê di asta bilind a desthilatdariya xwe de bûn jî, lê tenê karîbûn çend salan civakê ji vîn û daxwazên xwe paşde bikşînin. Niha ji ber ku ne ew hêza  wan heye û ne jî dikarin di bêdengiya medyayî de komkujiyên mezin pêkbînin ku di bêdengiya medyayê de komkujiyeke wiha mezin pêk bînin, nikarin bi meşandina siyaseta darvekirinê civakê ber bi paşve bibin.