spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatê cenazeyê Sevînç bi dirûşman defin kir

Girtiyê siyasî Mehmet Sevînç ê 63 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Akhîsar a Manîsayê dihat ragirtin, di 3’yê nîsanê de bi awayekî guman xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Sevînç, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenazeyê Sevînç li Goristana Balçik a navçeya Gebze ya Kocaeliyê defin kir. Di merasîma cenazeyê Sevînç de rêveberên HDP’ê yên navçeyên Darica, Gebze, Tuzla, Çayirova, Kartal û Pendîkê, endam û rêveberên Komeleyên MA TUHAY-DER, MED TUHAD-FED û gelek welatî amade bûn.

Beriya definkirina cenazeyê Sevînç, polîsan gelek astengî derxistin. Polîsan nehiştin ku cenazeyê Sevînç li Goristana Nene Hatun a li Daricayê bê definkirin. Polîsan îdia kir ku dê ziyan bigihije darên li goristanê û xwestin ku cenaze li Goristana Balçikê bê definkirin. Tevî hemû hewldanên malbatê jî cenaze birin Goristana Balçikê.

Beriya anîna cenazeyê Sevînç, polîsan goristan dorpêç kirin, nehiştin rojnameger bikevin goristanê û dîmenan bikêşin. Girseyê tevî astengkirinan jî cenazeyê Sevînç bi girseyî û bi dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana zindanan” defin kir.

Malbata Sevînç şîna xwe li Taxa Pîrî Reîs danîn.