8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatê cenazeyê Turan wergirt û ber bi Mêrdînê ve bi rê ket

Girtiyê nexweş Şakîr Turan îro di danê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Malbatê cenaze wergirt û ji bo definkirinê ber bi navçeya Strewrê ve bi rê ket

Girtiyê nexweş ê 70 salî Şakîr Turan li Girtîgeha Tîpa L a Erzînganê dihat ragirtin. Turan ku nexweşê penceşêrê bû, îro di danê sibehê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mengucek Gazî ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzînganê jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Turan ji bo rapora otopsiyê rakirin Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Erzînganê. Piştî kirariyên otopsiyê, cenaze radestî malbata hate kirin. Malbata ku cenaze wergirtî ji bo li navçeya Stewrê ya Mêrdînê defin bike bi rê ket. Cenazeyê Turan dê sibe di danê sibehê de li gundê Şûtiyê were definkirin.