3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokkomarê Iraqê bi nûnerê taybet yê Erdogan re civiya

Serokkomarê Iraqê bi nûnerê taybet yê serokkomarê tirk Erdogan yê ji bo kar û barê avê, Feysel Eroglu re civiya. Di civînê de pirsgirêka avê û peywendiyên di navbera her du welatan de hate guftugokirin.

Ofîsa serokkomarê Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd li Bexdayê bi nûnerê taybet yê serokkomarê Tirkiyeyê, yê ji bo kar û barê avê Feysel Eroglu re civiya ye.

Di daxuyaniyê de hate gotin; “Îro serokkomar Letîf Reşîd bi amadebûna Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Ewn Ziyab, bi nûnerê taybet yê Erdogan ê ji bo kar û barê avê Feysel Erogrlu re civiyaye. Di civînê de behsa pirsgirêka avê û çareseriya wê hatiye kirin. Behsa girîngiya peywendiyên her du aliyan hate kirin, bi taybet jî behsa dosya avê hatiye kirin. Herwiha behsa nûkirina peymanên di navbera her du welatan de hatiye kirin.”

Herwiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di civîna bi nûnerê Erdogan re, behsa kêmkirina ava çemê Dîcle û Firat ya ji aliyê dewleta tirk ve hatiye kirin û hate gotin; “Iraqê ji bo çareserkirina qeyrana avê çend pêşniyar ji bo Tirkiyeyê kiriye.”