8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan astengiyê polîsan nas nekir

Malbatên girtiyên nexweş, ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan bi dawî bûye, di 16’e mijdara 2021’an de li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeda Edaletê kiribûn. Malbatên girtiyan, di roja 99’emîn de li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê civîyan û bang kirin. Polîsan derdora girtîgehê dorpêç kir û xwest malbatan asteng bike. Di çalakiyê de li gel malbatên girtiyên nexweş, r êveberên HDP, MEBYA-DER, TUHAY-DER, OHD  û MED TUHAD-FED’ê amade bûn. Polîsan nehiştin ku nûnerên partî û rêxistinên civakî piştgiriyê bidin malbatan. Malbatên girtiyan tevî dorpêça polîsan jî daxuyanî dan û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.

Ji xizmên girtiyan Încî Guler di serî de bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Zarokên me bi salan e di girtîgehê de ne. Ji bo ku dengê wan bê bihîstin, em li vir in. Me bangî parêzer û partiyan kir. Lê destûr nedan ku bên cem me. Gelo heke destûrê nedin vê jî, em ê çawa bikarin dengê xwe bidin bihîstin? Em ê bi ku de biçin? Em ê sibe biçin pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK). Zarokên me êşê dikêşin. Dê parêzerên me sibe jî li cem me bin. Em dixwazin ku dengê me bê bihîstin. Em heta Enqereyê jî çûn lê dengê me nayê bihîstin. Dema mijar bû kurd, hemû kes dibe yek. Zextê li me dikin.”

Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî da zanîn ku ev nêzî 100 roj in çalakiyê dikin û wiha got: “Zarokên me li ser doşeka mirinê ne. Em ji bo wan û hemû mirovahiyê edalet, aştî û wekheviyê dixwazin.  Em naxwazin êdî ji girtîgehan darbest derkevin. Bila zextên li ser zarokên me xelas bibin. Dilê me bi tirsa agahiyên nebaş lê dide. Ne şeva me şev e, ne jî roja me çi roj e. Ev bû mehek ku nikarim biçim hevdîtinê. Dema telefon û derî lê didin, tirs dikeve dilê me ku agahiya cenazeyê bidin me. Heta ku rêyekê dibin vê pirsgirêkê em ê nobeta xwe bidomînin. Daxwaza me edalet e. Kezeba me şewitî, qet nebe bila ya kesekê din neşewite.”

Meymenet Boz ku kurê wê Yûsûf Boz jî li Girtîgeha Hejmar 1 a Amedê girtî ye axivî. Boz, qala hevdîtina li ser telefonê ya bi kurê xwe re kir û ev tişt anî ziman: “Dema em zivistanê diçûn hevdîtinê, girtîgeh gelek sar bû. Niha jî zêde germ in. Kurê min da zanîn ku li hundir ji german difetisin. Ji ber ku stranên kurdî gotine, ceza lê hatiye birîn. Kurdî, zimanê me ye. Gelo kî dikare li zimanê me ceza bibire? Em edaletê dixwazin.”

Malbatên girtiyan, piştî axaftinan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Çalakî bi tililî û çepikan bi dawî bû.