3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rapora tecrîda li Îmraliyê ya salekê: Tacrîd sûcê mirovahiyê ye

Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê binpêkirinên mafan ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan lê girtiyê de amade kiriye, li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê bi civîneke çapameniyê aşkera kir. Li eywana ku rapor lê hat aşkerakirin pankata “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” vekirin.

Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Rêzan Sarica rapor xwend.

Rapor wiha ye:

“1-Destpêk

Girtîgeha F ya Bi Ewlehiya Zêde ya Girtî ya Îmraliyê, bi derxistina ji dewreyê ya huqûqa navxweyî û ya navneteweyî, Sibata 1999an, ji bo miwekîlê me Rêzdar Abdullah Ocalan hatiye ava kirin. Girtîgeheke ji bo yek kesî ya giravî ye. Ji wê rojê heta bi niha jî bi kirin û statuya taybet a ji bo kesekî hatiye birêvebirin. Miwekîlên me Rêzdar Abdullah Ocalan 23 sal in, Rêzdar Hamili Yıldırım, Rêzdar Omer Hayrî Konar û Rêzdar Veysî Aktaş jî 7 sal in ku li giravê di nav rejîma înfazê ya girankirî ya em jê re dibêjin ‘’Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê’’ de, di şertên derasayî yên tecrîdê de hatine girtin.

Mafê hevdîtinê yê bi parêzeran re, mafê hevdîtinê bi maliyan re, mafê hevdîtina bi telefonê û bi navgînên wek name, faks û bi her awayî bi derve re ku di Destûra Bingehîn, peymanên navneteweyî û yasayan de hatine nas kirin halê hazir ji navê hatine rakirin. Bi kurt û kurmancî; ji roja ku Girtîgeha Girava Îmraliyê ava bûye, mafê bingehîn û azadî bi awayekî bi sîstematîk tên binpê kirin.

Niha jî ji miwekîlên me yên li giravê tên girtin ji 25’ê Adara 2021’î heta bi niha me tu hay ji wan nîn e. Ji wê boneyê me hay ji rewşa wan a tenduristiyê, şertên girtinê yên wan, tidarekên di der barê pandemiyê de û geşepêdan, rewşên huqûqî û biwarên din de nîn e. Hebûna madî û manewî ya bi tevahî ya miwekîlên me tê parastin an na em jê bi guman in.

Bi taybetî rewşa awarte ya sala 2016’an hat ragihandin û di pey re di encama biryarnameyên bi hikmên qanûnan hatin derxistin ku hewl tê dayîn awayê rêvebirina nû ya bi zext û pêkûtî û rijd di gelek warên wek huqûqî, polîtîk, rêvebirî de guherîn çêbûn. Bi vî aliyê xwe wek berê sala 2021’î jî bû saleke ku ewlehiya huqûqê nîn bû, dîtina ji pêj re ya huqûqî nîn bû û di heman demê de mekanîzmayên venihêrînê yên huqûqê bêkêr bûn.

 2 –Tecrîd û rewşa bê agahiyê

Ji berê heta bi niha çawa bû sala 2021’î jî wasî, malî û parêzeran her hefte bi rêk û pêk ji bo kirina pêkanîna hevdîtinê bi Rêzdar Ocalan û miwekîlên din re bi nivîskî serî li Serdozgeriya Komarê Bursaye ku ji Girtîgeha Girava Îmraliyê dane. Heman serlêdan bi rêya dozgêriyê li Rêvebiriya Girtîgeha İmraliyê jî bi rêk û pêk hatine kirin. Bi tu awayî bersiv nedane 71 serlêdanên sala 2021’î yên wasiyê Rêzdar Ocalan û malbatên miwekîlan tevan kirine, rû bi rû hevdîtineke bi tenê ya malbatan jî nehatiye kirin. Bersiv nedane serlêdanên bi taybetî rojên cejnê yên fermî jî. 202 serlêdanên parêzeran ku li her du saziyan kirine jî bê bersiv hatine hiştin û tu hevdîtineke parêzeran çênebûye. Lê li gor xala 59’emîn a yasayê bi hejmar 5275’an mafê hevdîtinê bi parêzeran re di seetên mesaiyê de bi heftê pênc rojan hatiye sererast kirin. Li gor xala 25emîn a yasayê bi hejmar 5275’ê rejîma înfazê ya girankirî ku xusûsî ji bo Rêzdar Ocalan hatiye derxistin jî divê ji 15 rojan carekê hevdîtin bi malbatê re were kirin. Lê belê qedexeyên hevdîtinê yên dijhiqûqî û rasteqîn bê navber domiyaye û di sala 2021’ê de hevdîtinek jî ji hêla malbat û parêzeran ve pêk nehatiye.

Hêj ku qedexeyên heyî berdewam bûn 14’ê Adara 2021’î bi şev di der barê jiyana Rêzdar Ocalan de hin nûçe li ser înternetê belav bûn. Ji lewma di der barê tenduristî, ewlehî û şertên girtinê yên Rêzdar Ocalan de bi malbat, parêzer û gel re gumanên cidî çêbûne. Ji bo hilanîna ji navê ya van gumanan ji bo çêbûyîna serdanên malbat û parêzeran demildest bi devkî û nivîskî serlêdan hatine kirin. Ji 15’ê Adara 2021’î heta bi 25’ê Adara 2021’î li ser îdiayên heyî ji bo pêk hatina mafê hevdîtinê bi parêzer, wasî û malbatan re  her roj ji hev û din cuda bi 9 caran serlêdan hatine kirin; lê bi tu awayî bersiv nehatiye wergirtin.

Ji aliyê Rêvebiriya Girtîgehê ku destûr neda serdana rû bi rû, ji bo kirina hevdîtinê bi rêya telefonê bang li malbatan hatiye kirin ku biçin serdozgêriyan bajarê ku lê ne. Di hevdîtinên telefonê yê hatin plan kirin ku 25’ê Adara 2021’î li dozgêriyan werin kirin de; hevdîtina ku birayê Rêzdar Ocalan pê re kiriye piştî 3-4 deqîqeyan hatiye birîn û li hevdîtinê nehatiye dewam kirin. Hevdîtina bi telefonê ya Rêzdar Hamili Yıldırım jî zêde neajotiye. Hatiya beyan kirin ku Rêzdar Omer Konar û Veysi Aktaş şertên tecrîdê protesto kiriye û axavtina bi telefonê qebûl nekiriye, ji lewma hevdîtin pêk nehatiye.

Rêzdar Ocalan, di hevdîtina bi telefonê ya kurt ku hatiye birîn de diyar kiriye ku rewşa tecrîdê ya heyî nayê qebûl kirin û xwestiye ku mafê hevdîtinê bi parêzeran re pêk were û li dijê vê rewşa dijhuqûqî meqamên berpirsiyarê vê rewşê vexwendî tevgerîna li gor huqûq û yasayan kiriye.

Lê hevdîtin bi Rêzdar Ocalan û miwekîlên din re piştî hevdîtina bi telefonê ya di nîvî de hatiye birîn bi tu awayî têkilî nehatiye danîn. Bersivê nadin tu serlêdanên ji bo hevdîtinê yên parêzeran, derfeta danîna têkiliyê bi telefon ya jî nameyan nadin.

3- Bi kurt û kurmanci rewya Îmraliyê

Di der barê Rêzdar Abdulah Ocalan de;

  • Ji 15’ê Sibata 1999’an heta bi niha di Girtîgeha Îmraliyê de di hucreyekê bi tenê ji bo yek kesî de bi tena serê xwe tê girtin.
  • Deh salên ewil di girtîgehê bi tena serê xwe hatiye girtin. Paşê nava hefteyê rojê 23 seetan, dawiya hefteyê 24 seetan dîsa bi tena serê xwe girtî hatiye hiştin.
  • 12 salên pêşîn mafê hevdîtinê bi parêzeran re hefteyê rojekê bi seetekê hatiye sînordar kirin lê ev mafê sînorkirî jî misêwa bi awayekî hatiye asteng kirin.
  • Ji 27ê Tîrmeha 2011an heta bi niha 11 salan di meha Gulan-Tebaxa 2019an de pênc caran hevdîtina wî bi parêzeran re çêbûye. Hevdîtina dawîn a van pênc hevdîtinan jî 7ê Tebaxa 2019an e.
  • Ji sala 2014an heta bi niha bi tenê 5 caran hevdîtin bi malbatê re kiriye.
  • Hevdîtina dawîn a rû bi rû ew e ku 3yê Adara 2020î bi birayê xwe re kiriye.
  • Ji roja pêşîn heta bi niha 27ê Avrêla 2020î û 25ê Adara 2021î tev tevî hev du caran bi telefonê hevdîtin kiriye.
  • Hevdîtina dawîn a 25ê Adarê ya 2021î di demeke kin de di nivî de hatiye birîn û li hevdîtinê nehatiye dewam kirin. Ji wê rojê ve ye me tu hay jê nîn e.

Di der barê Rêzdar Hamili Yıldırım de;

  • Ji meha Gulanê ya 2015an ku anîne Girava Îmraliyê nehiştine ku bi tenê bi parêzerekî/ê re jî hevdîtinê bike.
  • Di nav heft salan de bi tenê kariye du caran hevdîtinê bike bi malbata xwe re.
  • Hevdîtina dawîn pê re malbata wî di 12ê Tebaxa 2019an de kiriye.
  • Carekê di 27ê Avrêla 2020î carek jÎ 25ê Adara 2021î tev tevî hev du caran hevdîtin kiriye bi telefonê.
  • Ji 25ê Adara 2021î heta bi niha me hay jê nîn e.

Di der barê Rêzdar Omer Hayrî Konar de;

  • Ji 16-17ê Adara 2015an ku ew anîne Girava Îmraliyê heta bi niha tu car destûr nedane ku hevdîtinê bi parêzerên xwe re bike.
  • Di heft salan de bi tenê kariye sê caran bi malbata xwe re hevdîtinê bike.
  • Hevdîtina cara dawîn 3yê Adara 2020î malbata wî pê re kiriye.
  • Piştî tarîxa ew anîne Girava Îmraliyê 27ê Avrêla 2020î bi hinceta belav bûyîna nexweşiyê bi tenê carek derfet hatiye dayîn ku bi telefonê hevdîtinê bike.
  • Bi hinceta ku şertên û mercên tê de tê girtin protesto kiriye ji malbata re hatiye ragihandin ku Konar nexwestiye hevdîtinê bike bi telefonê di 25ê Adara 2020î de jî.
  • Ji 27ê Avrêla 2020î heta bi niha me hay jê nîn e.

Di der barê Rêzdar Veysi Aktaş de;

  • Ji 16-17ê Adara 2015an ku ew anîne Girava Îmraliyê heta bi neha tu car nehiştine ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
  • Di heft salan de bi tenê sê caran hiştine ku bi malbata xwe re hevdîtinê bike.
  • Hevdîtina dawîn a rû bi rû malbata wî pê re di 3yê Adara 2020î de kiriye.
  • Bi hinceta belav bûyîna nexweşiyê di 27ê Avrêla 2020î de bi tenê carekê derfeta hevdîtinê bi telefonê hatiye dayîn.
  • Bi hinceta ku şertên û mercên tê tê girtin protesto kiriye ji malbatê re ji aliyê dozgêriyê ve hatiye ragihandin ku dê bi telefonê hevdîtinê neke.

4- Serledanên li dadgehê hatine kirin û biryarên qedexekirinê yên dijhiquqî

Piştî ku temamê serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran ên li Serdozgêriya Komarê ya Bursayê û Rêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin man bê encam, di 30ê Adara 202î de serî li Dadgêriya Înfazê ya Bursayê hat dayîn. Di vê serlêdanên daxwazên bi vî awayî hatin kirin;‘’bila mafê serdanê yê parêzer, malbat û wasiyan bihê dayîn, dawî li astengiyên li ber xwegihandina dosyeyên heyî ya parêzeran bihê anîn, pêwistiyên parêzer û rêgeza nimandinê bi cih bên anîn, li gor pênaseya yasayî mafê axaftina bi telefonê ya yê rûtin bê dayîn, astengiyên li ber mafê pevnivîsînê bihê hilanîn, bikarin nameyan bişînin û bistînin.’’ Lê serlêdan dortira rojê hat red kirin. Di encama vê serlêdanê de haya me jê çêbû cezayekî dîsîplînê yê pê serdana malbatan hatiye qedexe di 29ê Rêbendan 2021î de. Daxwazên wek serdana malbatê, serdana parêzeran û bikaranîna temamê mafên pêvagahdar bûyînê ku sererast kirinên cuda yên qanûnî vedihewînin, bi nîşandana wek hinceta cezayê dîsîplînê yê berê bi dizî û nehuqûqî hatiye birêvebirin û bi encam kirin hatine red kirin. Lê belê bi şertê ku cezayekî dîsîplînê li gor huqûqê be jî herî pir heta bi demekê serdan dibe ku werin sînordar kirin.

Tevî ku sererast kirina huqûqî wiha ye daxwaza serdana bi parêzeran re ya di nav serlêdanê de hatiye bi cih kirin jî, bêyî egereke huqûqî bi hinceta ‘’cezayê dîsîplînê’’ hatiye red kirin. Daxwaza serdanê ya parêzeran ancax şertên di xala 59emîn a yasayê bi hejmar 5275 de pêk bihên bi şûn de û bi biryara dadgehê ji bo demeke diyarkirî dibe ku bihê asteng kirin. Lê bi kirina wek pal û pişt a cezayekî dîsîplînê yê bi nehuqûqî hatiye bi rê ve birin bi aşkerehî binpê kirina qanûn e. Bi awayekî ku dişibe, yasa di bin şertên diyarkirî de biryara qedexe kirinê ya hevdîtina bi parêzerê/a xwe re ya girtiyekî/ê tê dayîn. Îcar li Îmraliyê mafê hevdîtinê ye kesî/ê bi parêzeran re tevan tê qedexe kirin.

Ji bo daxwaza serdanê ya malbatê ya di serlêdanê de Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê li nehuqûqî bûyîna cezayê dîsîplînê yê hatiye dayîn nenihêrtiye, hewcedarî pê nedîtiye ku bi çavekî huqûqî bide ber çavên xwe.

Her wiha di ser biryara qedexe kirina ragihandinê ya bi şeş mehan a bi dîrok 7ê Îlona 2020î ku wek hinceta red kirina daxwaza telefonê tê nîşan dayîn re ji şeş mehan bêhtir dem buhuriye. Di serî de xala 42yemîn a yasayê înfazê yê bi hejmar 5275 bi tu xaleke yasayî ji sê mehan zêdetir mafê ragihandinê yê bi telefonê nayê qedexe kirin. Ji bo îtiraza li dijî vê biryara Dadgêriya Înfazê heta bi niha tu bersiv nehatiye dayîn.

Piştî hevdîtina bi telefonê ya di demeke kin de hat birîn salek li ji bo xwe gihandina miwekîlan, ji bo serdan û kirina hevdîtinê û haydar bûyîna ji wan em gelek caran ketin hewilê. Piştî ku ji daxwaza serdanê ya malbat, wasî û parêzeran li Serdozgeriyê Komarê ya Bursayê û bi rêya dozgêriyê li Rêvebiriya Girtîgehê hat kirin û ji nameyên dem bi dem ji miwekîlan re hatin şandin tu encam nehat standin, 22yê Mijdara 2021î cardin serî li Dadgêriya Înfazê ya Bursayê hat dayîn. Di serlêdanê de hat destnîşan kirin ku miwekîl bi kirinên fiêlî yên dijhuqûqî ya jî bi biryarên rêveberî û darazê yên ji pal û piştên huqûqî bêpar ji navgîn (serdana parêzer û malbatan, mafê telefonê û pevnivîsînê û wd. ên hayîdar bûyîna ji hev û din) ên bikarin têkiliyê bi der ve re daînin bêpar hatine hiştin. Hat diyar kirin ku asteng kirina danîna têkiliyê bi der ve re bi temamî di heman demê û bênavbir li dijê mijareya neteweyî û navneteweyî ye, neinsanî ye û pê qedexeya miemeleya xerab binpê dibe. Biwarekî wiha yê tecrîdê tê wateya hepsa hicreyê di hicreyê de. Di biryarên ji aliyê Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hatine dayîn de û di tespîtên CPT’yê rasterast di der barê şertên li Îmraliyê kirine de hatiye aşkere kirin ku halê girtinê ‘’incommunicado’’ ye.  Girtina bi awayê ‘’incommunicado’’, tê wateya nebûyîna tu têkiliyê bi der ve re û ji lewma malbat, heval û parêzer jî di nav de girtî nikarin wan têkiliye bi wan re daînin. Ev awayê girtinê, hiştin wan ji însafê rêvebiriyê re, ji ber pêwistiya taybetiya rewşê nebûyîna tu venihêrînekê şertên dibin ku bibin sedema çêbûyîna binpê kirina bi her awayî.

Di mijareyê de hatiye sererast kirin ku divê girtîgeh li gor mijareyê bihê birêvebirin, xizmeta înfazê li gor rûmeta mirov û mafê bingehîn ê mirov bi cih bê anîn û nehuqûqiyên di vî warî de çêbibin divê ji navê werin hilanîn. Vekolîn û venihêrîna gilî û gazincên di vê barê de tevî di çarçoveya erkên Dadgêriya Înfazê de ne ji nû ve daxwaz tev hatine red kirin. Hat zanîn ku di der barê red kirina serlêdanê û Rêzdar Ocalan û miwekîlên din de du biryarên qedexe kirinê yên ji hev û din cuda berê hatine dayîn. Li gor vê yekê hat zanîn ku 18ê Tebaxa 2021î ji aliyê Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê cezayê bi sê mehan ê asteng kirina serdana malbatê daye. 12ê Cotmeha 2021î jî Dadgêriya Înfazê ya Bursayê biryara qedexe kirina hevdîtina bi parêzeran re ya bi şeş mehan daye.

Li ser vê yekê daxwazên ji bo hilanîna qedexe kirina serdana parêzer û malbatan bi biryara desteya dîsîplînê, teblîx kirina parêzeran nimûneyên biryaran, vekolîna dosyeyên biryarên heyî li ser in jî bi hincetên neyasayî hatin red kirin. Temamê miwekîlên hevdîtina wan bi parêzeran bi rê û rêbazên nehuqûqî hatine asteng kirin, nahêlin piştgiriya huqûqî bigirin bêyî kirina îtirazê ji parêzeran re hatiye ragihandin ku cezayên dîsîplînê yên wan hatine misoger kirin. Bi taybetî li dijê kirinên îdarî û darazî yên sûc ên ji bo asteng kirina çêbûyîna hayê ji hev û dina miwekîlan, 24ê Berfanbara 2021î bi daxwaza kirina tidarekan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hatiye dayîn. Dadgeha Destûra Bingehîn rakirina ji navê ya temamê mafan, qut kirina têkiliya miwekîlan bi der ve re li dijê huqûqê nedît û daxwaza tevdîrê 12ê Rêbendana 2022yan red kir.

Ji Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza biryara tevdîrê hat kirin ku demildest dawî li girtina ‘’incommunicado’’ bihê anîn û şertên hevdîtinê bi miwekîlan re bihên çêkirin. Di daxuyaniyê de hat rave kirin ku bi awayê girtinê yê ‘’incommunicado’’qedexeya êşkenceya bi awayekî giran binpê dibe. Tevî ku bi naviroka bi lezgînî û bi tevdîr bû biryar 31ê Rêbendana 2022yan ragihand parêzeran.

Ji roja ku Girtîgeha Girava Îmraliyê ava bûye heta bi niha binpê kirina azadiyê û mafên bingehîn di asta li dijî qedexeya êşkenceye bi misêwahî, mayîna bêencam a temamê serlêdanên li dadgehan tên kirin ji bo hilanîna ji navê ya van binpêkirinên heyî, ji ber tevgerîna li dijê erkên di qanûnan de diyarkirî yên Rêvebiriya Girtîgehê û mensûbên darazê ye. Nexwe li gor rêgeza bûyîna dewleta huqûqê, organên dewletê jî wek kesan divê li pergala huqûqê tevbigerin. Her erkdarek di vê di nav sînorên li gor huqûqê hatine çixêz kirin bimîne. Ji ber binbariya negatîv divê bikaranîna mafan nehê asteng kirin, li gor pêwistiya binbariya erênî jî binpêkirinên çêdibin divê ji navê werin hilanîn. Lê mixabin, tevî temamê serlêdanan huqûqî mafê û qaîdeyên di PMMA’yê û Destûra Bingehîn û yasayê bi hejmar 5275 de bi cih in ji bo Rêzdar Ocalan û miwekîlên din bi meriyet nabin, bi destê darazê bêencam tên hiştin. Helbet sûc e li şûna tevgerîna li gor Destûra Bingehîn û yasayan tevgerîna li dijê huqûqê li gor dem û kesan.

Ji wê boneyê di der barê temamê dadgêr û dozgêrên di pergala Tecrîdê ya Îmraliyê de li dijê huqûqê tevdigerin de, 22yê Berfanbara 2021î li Desteya Dadgêr û Dozgêran, 27ê Berfanbara 2021î de li Serdozgêriya Komarê ya Bursayê bangewaziya sûc hatiye kirin. Hêj tu geşepêdanek neqewimiye ji bo bangewaziya sûc a ji ber egera kirina sûcê asteng kirina bikaranîna maf ku di xala 298emîn de hatiye sererast kirin û sûcê bikaranîna erka xwe ji bo xerabiyê yê di xala 257emîn ê Qanûnê Ceza yê bi hejmar 5237 de.

5- Serlêdan û geşedanên din ên li dijî tecrîd û bêgahiya muwekilan:

2021î de ji ber negirtina tu xeberekê ji Girtîgeha Îmraliyê, serî li gelek sazgehên fermî-sivîl, neteweyî-navneteweyî hatiye û banga hestewar bûyînê li wan hatiye kirin. Ji ber hêj tu xeber ji miwekîlan nehatiye girtin ev serlêdan û bang ji bo ji sala 2022yan pê de jî derbasdar in.

Di vî barî de di salekê de bi navbirên diyarkirî çar caran serî li Komîteya Girtina Ber li Êşkenceyê anku li CPT’yê ku di nav sînorên Konseya Ewropayê de ji girtina ber li êşkence, şertên kirinên xerab û li dijî mirovahiyê, tespît kirin û rakirina ji navê berpirs e hatiye dayîn. Di van serlêdanan de bi kitekit hatiye aşkere kirin ku şertên girtinê di Girtîgeha Girava Îmraliyê de ji miemeleya xerab derbas bûne, kirinên li dijî rejîma înfazê ya hetabihetayê, û qedexeya êşkenceyê û cihêkirina ji hev û din bi awayekî sîstematîk berdewam in, ji 25ê Adara 2021î ve me tu hay ji miwekîlan nîn e û rewşa girtinê veguheriye ‘’incommunicado’’yê. Daxwaz hat kirin ku ji ber van egeran CPT bi awayekî de facto serdana girtîgehê bike û çavdêrî û vekolînan bike, bi mebesta bi dawî bûyîna qedexeya serdanan û baş kirina şertên girtinê kirina tidarekên dayîna zorê werin kirin û prosedurên pêwendîdar karîger bibin. Lê sala 2021î bû saleke wisa ku CPT’yê jî tu gav neavêt li hember Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê û bêkêr û bêbandor ma.

Di asta cemaweriya neteweyî de serî cihê bi cihê li Dadgêriya Înfazê ya Bursayê, Wezareta Dadê, Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan, Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan, Komîsyona Vekolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê û Sazgeha Mafê Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê hat dayîn.

Tevî Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê ku berpirsiyar e ji parastina raseriya huqûqê û mafê mirovan û karîger kirina van têgihan, bi daxwaza ketina hewilê li dijê tecrîda eseh a li ser miwekîlan serî li Baroya Edeneyê, Baroya Semsûrê, Baroya Enqereyê, Baroya Antalyayê, Baroya Êlihê, Baroya Çewlikê, Baroya Bedlîsê, Baroya Bursayê, Barsoya Dêrsimê, Baroya Amedê, Baroya Edirneyê, Baroya Elezîzê, Baroya Erziromê, Baroya Eskişehirê, Baroya Dîlokê, Baroya Colemêrgê, Baroya Stenbolê, Baroya İzmirê, Baroya Qersê, Baroya Mêrdînê, Baroya Mêrsînê, Baroya Mûşê, Baroya Sêrtê, Baroya Şirnexê, Baroya Rihayê, Baroya Tekirdağê, Baroya Trebzonê û Baroya Wanê hat dayîn.

Di asta sazgehên mafên mirovan ên sivîl ên neteweyî de serî li Komeleya Civaka Sivîl Di Pergala Înfaza Ceza de, Komeleya Huqûqzanên Hevdem, Komeleye Çavdêriyê Ji Wekheviya Mafan, Navenda Hiş û Bîrê, Komeleya Mafê Mirovan, Komeleya Huqûqnasan a Ji bo Azadiyê, Federasyona Komeleyên Huqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran Med – Tuhad Fed, Weqfa Mafê Mirovana Tirkiyeyê hat dayîn.

Di asta navneteweyî de jî serî li Parêzerên Ji bo Parêzeran, Parêzerên Demokrat ên Ewropayî, Konseya Yekîtiyên Baroyan û Huqûqê yên Ewropayê, Federasyona Baroyan a Ewropayê, Komeleya Huqûqzanan a Ji Bo Demokrasiyê ya Ewropayê, Rêxistina Li Dijê Êşkenceyê ya Cîhanê, Rêxistina Çavdêriyê ya Mafê Mirovan, Komeleya Girtina Ber Li Êşkenceyê, Projeya Piştgiriya Mafê Mirovan a Tirkiyeyê, Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî, Komeleya Demokratîk a Huqûqzanan a Navneteweyî, Xizmetguzariya Mafê Mirovan a Navneteweyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hat dayîn.

Bi mebesta anîna dawiyê li rewşa ne hayîdar bûyîna miwekîlên xwe, çêbûyîna temasê bi fizîkî û baş kirina şertên îzolasyonê yên dijhuqûqî me daxwaza hevdîtinê li Wezareta Dadê kir. Lê wezaretê hêj tu bersiv nedaye me.

Ji bo birina balê bi ser nediyarî û binpêkirina mafê mirovan li Îmraliyê, kirina vekolînê û anîna dawiyê li vê rewşa endîşedar danîna têkiliyê bi miwekîlan re bi fizîkî serî Komîsyona Vekolînê ya Mafê Mirovan a Meclîsa Mezin a Gel a Tirkiyeyê hat dayîn. Komîsyonê bi tenê wiha bersiv da: ‘’Ji bo kirina vekolînê di cih de û guftûgo kirinê serlêdan hewalêyê komîsyona jêr hatiye kirin ku karê guftûgo kirinê yê wê ye û di der barê rewşa miwekîlan de ji Midûriyeta Bi Tevahî ya Ceza û Girtîgehê ya Wezareta Dadê agahî hatine xwestin.’’

Li ser serlêdana li gelek baroyên wek Baroya Amedê û Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê jî di nav de bûn, Baroya Amedê di serî de şertên jiyanê yên serlêderan ji bo kirin çavdêrî û tespîtan di der barê mafên bingehîn û azadiyê yên wan de ji bo destûrên pêwist bên dayîn serî li Wezareta Dadê da. Baroya Amedê di vê serlêdana xwe de daxwaza anîna bi cih mafê hevdîtinê bi malbat û parêzeran re û mafê ragihandinê yê serlêderên di Girtîgeha Îmraliyê de tên girtin jî kir. Lê Wezareta Dadê hêj tu bersiv nedaye bê serîlêdanê.

Sala 2021î, ji aliyê her der û dorê ve hat têgihîştin ku Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ji pergaleke kirinên berpêyî kesan wêdetir bû pergaleke rêvebririnê ya pêşî li giravê çêbû paşê li temamê welêt û civakê belav bû. Gelek sazgehên mafên mirovan li dijê şertên tecrîdê yên giran ên di Girtîgeha Girava Îmraliyê lê tê dewam kirin gelek daxuyanî dan û ji bo bi keys kirina şertên girtinê li gor mafê mirovan ketin hewilên cur bi cur.

Bi pêşengiya Komeleya Huqûqzanan a Ji Bo Azadiyê 768 parêzer bi mebesta ji bo cih bi cih kirina mafên huqûqî yên Rêzdar Ocalan û dankirina hevdîtinê bi parêzerên xwe re bi aşkerehî bang hat kirin.

Herwiha Komeleya Huqûqzanan a Ji Bo Azadiyê, Komeleya Huqûqzanên Hevdem, Komeleya Mafê Mirovan, Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê, Weqfa Lêkolînên Huqûqî û Komeleya Civaka Sivîl di nav Pergala Înfazê ya Ceza de, berpêyî CPT’yê serlêdan û bang hatin kirin. Sazgehan rexne li CPT’yê kirin ku çima di dana serî li Tirkiyeyê ya 11-5 Rêbendana 2021î neçûye serdana Girtîgeha Îmraliyê û ji bo bi cih hatina tiştê hewce yê rapora 5ê Tebaxa 2020î xwest ku biçe serdana Girtîgeha Îmraliyê û raporê amade bike.

 6- Binpêkirina qedexeya îşkenceyê

Mebesta asas a derketina meydanê ya qedexe kirina êşkenceyê û rûmeta mirov bihê parastin û di çi şert û mercan de dibe bila bibe tevahiya û laşî û giyanî bihê parastin. Qedexe kirina êşkenceyê, di serî da Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê, di danezana Mafê Mirovan a Gerdûnî, Peymana Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî û gelek belgeyan de hatiye sererast kirin. Ji xeynî qedexe bûyîna êşkenceyê miemeleya neinsanî, cezayê dijmirovî, miemele û cezayê bi heqaret jî dikevin çarçoveya xala 3yemîn a Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê. Wek ku ji aliyê DMME’yê ve bi pir zêde tê dubare kirin xala 3yemîn nirxekî ji nirxên herî giring ê civakên demokratîk di nav xwe de vedihewîne. Ji lewma divê dewletên endam rêzdar bibin ji vî hukmî re û di nav sînorên rayeya darizandinê ya vî hukmî de ji bo ku ev xal bi awayekî bi bandor bi cih bihê divê tidarekên pêwist tev werin kirin.

Wek ku di xala 1emîn a PMME’yê de jî hatiye îfade kirn ji xeynî stendina azadiyê ji destê girtiyî bi biryareke li gor huqûqê hatiye dayîn krîtereke mafê mirovan a bingehîn e gerdûnî ye girtî divê xwedanê temamê mafên din bibin.  Girtî bûyîn divê guncavê rûmeta mirov be, ji şertên sînordar kirinê yên asgarî yên xwezayî nebuhurin. Lê Rêzdar Ocalan û miwekîlên me yên din bi salan in rû bi rûyê şertên gelek giran ên tecrîdê hatine hiştin. Bi ser van şertên girtinê yên wek miemeleyeke dijmirovî tê pênase kirin de îcar ji 25ê Adara 2021î ve ye ku nahêlin haya me ji wan çêbibe. Pêwendiya miwekîlan bi der ve re hatiye birîn, di der barê rewşa wan a tenduristiyê, ya huqûqî, şertên girtinê, şertên tevdîrê yên di der barê pandemiyê de haya mirov ji tu tiştî çênabe. Bi şertên heyî qedexeya êşkenceyê tê binpê kirin. Li gor vê yekê miwekîl duçarê êşkence, ceza û kirinên dijmirovî tên hiştin.

Rêxistina Girtina Ber Li Êşkenceyê ya Ewropayê heta bi niha heşt caran çûye serdana Girtîgeha Girava Îmraliyê û rapor weşandine. Di temamê raporan de derketiye holê ku ji ber şertên girtinê li Îmraliyê li dijê qedexeya êşkenceyê ne divê werin sererast kirin. Di rapora xwe ya dawîntirîn a di der barê serdana sala 2019an a li ser mijara Girtîgeha Girava Îmraliyê weşand de jî li derket meydanê ku biwarên binpêkirinê yên qedexeya êşkenceyê xedartir bûne. Li gor vê; tespît kiriye ku cezayên dîsîplînê yên dane Rêzdar Ocalan û miwekîlên din tu pêwendiya xwe bi huqûqê re nîn in, mirov ji sedemên ku wek pal û piştên cezayên dîsîplînê hatine nîşan dan bawer nake, ev ceza cezayên polîtîk in û cezayê heta bi hetayê yê girtîgehê jî xwedî sererast kirineke cihêkar e û pêşniyaz kiriye ku şertên girtinê yên endîşedar werin baş kirin.

Daxwaza pêkanîna serdanên malbat û parêzeran bi her çar miwekîlên me yê li Girava Îmraliyê ne ji Tirkiyeyê hat kirin û di der barê van serdanan de daxwaza agahdar kirina sazgehan bi mehane hat kirin. (Rapora 5ê Tebaxê ya CPT’yê).

Di heman raporê de qedexe kirina qut kirina têkiliya miwekîlan bi der ve bi temamî ku nahêlin ew û kes hev û din bibînin CPT’yê wek awayekî hepsa hicreyê (incommunicado) nirxand. Hat diyar kirin ku ev rewş nayê qebûl kirin û hat destnîşan kirin ev rewş li dijê belge û standardên mafên mirovan e. (Rapora CPT’yê ya 5ê Tebaxa 2020, rp.48).

Komîteya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, di bûyera Berzig û Cezayirê de îfade kir ku girtina bi awayê incommunicado, hiştina mexdûran ji însafê yên ew girtine re, nebûyîna tu venihêrînekê ji ber taybetiya rewşê, rîska xwe ya binpê kirina mafê jiyanê nayê qebûl kirin heye. KMM Berzig – Algeria, Comm. Nu.1781/2008, rp. 8.4). Çimkî kesê wenda yê jiyana wî di bin berpirsiyariya dewletê de be rû bi rûyê gefên bi cidî û misêwa ye.’’

Di biryara bi sernav ‘’Êşkence û Kirinên Zalimane, Dijmirovî ya jî Piçûkker’’ bi tarîx 23yê Avrêla 2003yan a Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de wiha tê gotin: ‘’ (…) binçavkirinên bi demdirêjî yên incommunicado tevî ku êşkence pê hesan dibin, jixwe bi serê xwe, awayekî kirineke dijmirovî û piçûkker e’’

Bi rejîma înfazê ya girankirî bixwe ya bi ‘’sererast kirina yasayî’’ bi rê ve tê birin di Girtîgeha Girava Îmraliyê de qedexe bûyîna êşkence binpê dibe. Bi biryara DMME’yê ya Ocalan Nu:2 ya bi tarîx 18ê Adara 2014an, hukm hatiye dayîn ku mercên rejîma înfaza girankirî yên pê qedexe bûyîna êşkenceyê ku di xala 3yemîn a PMME’yê de cih hatiye dayîn binpê dibe hene. Yanî bi navneteweyî biryar hay dayîn ku ji serê rejîma înfazê ya girankirî ya Îmraliyê heta bi niha rêjîmeke êşkenceyê heye. Biryar hatiye dayîn ku di ve biryarê de binpêkirin ne gava dayîna biryarê, lê ji gava sererast kirina yasayî hatiye kirin û pê de çêbûye.

 7- Binpêkirina mafê agahdarbûnê,

‘’Mafê her kesî/ê ye bixwaze ku ji pevagahdarbûyîn û pevnivîsîna wê/wî re bi rêzdarî bihê tevgerîn.’’

Xwestina rêzdariyê ji mafê xwe yê pevnivîsînê jî, bi xala 25emîn yasayê bi hejmar 5275, xala 22yan a Destûra Bingehîn, bi xala 8emîn PMME’yê û di gelek peymanên navneteweyî yê Tirkiye jî aliyek jê ye de hatiye parastin. Mafê pevagahdar bûyînê, bi armanca danîna pêwendiyê ya her kesî bi yên din re û dayîna geşeyê bi têkiliyan, mafê nêz bûyîn kesên din, yanî mafê ‘’jiyana taybet a civakî’’ ye. Tevahiya kesî/ê ya fizîkî, derûnî û manewî, mehremiyet û nasname û xweseriya kesan di vê çarçoveyê de ye. Bi ewlehiya bi xala 8emîn a PMME’yê hatiye pekanîn, mebesta pêşîn ew e ku bêyî destwerdanekê, geşepêdan çêbibe di navbira mirov û mirovên de. Di mijara dandewam kirina li hevdîtina bi malî û parêzeran re ya miwekîlan de alî kirina rayedarên girtîgehê, perçeyekî giring ê mafê rêzdariyê ji bo jiyana malbatê ya girtiyî û mafê pevagahdar bûyînê ye.

Tevî ku di mijareya huqûqî de hatiye sererast kirin, miwekîlên wan serdanê ji wan hatiye standin. Li asteng kirina mafê miwekîlan ê danîna pêwendiyê bi telefon, name û faksê jî tê dewam kirin. Jixwe temasa dawîn a bi wan re hevdîtineke bi rêya telefonê bû. Miwekîlan di vî çendeyê di çarçoveyê vê raporê de jî nekariye bi pêwendiyê bi malbatên xwe re daînin. Ji aliyê meqamên edlî û îdarî ve, parêzer û malbat nehatine agahdar kirin ku çima mafê ragihandinê yê miwekîlan hatiye asteng kirin.

Ji ber ku di şertên tecrîdê yên eseh de me bi tu awayî xeber ji miwekîlên xwe negirt, me salek bi şandina nameyê bi îade yên teahudî dem bi dem, em ketin hewila xwe gihandina wan. Wek berê dîsa bi nivîskî tu bersiv nehatin dayîn ji nameyên me re. Haya me tu jê çênebû ku ev name ketine destê miwekîlan ya na.

8- Binpêkirina mafê darizandinê  

Di çarçoveya mafê darizandina bi adilî de, mafê parastinê heta ku miwekîl girtî bin berdewam e. Çimkî yên tên girtin ji xeynî mafê azadiyê ya kesî/ê di mafên din ew û yên negirtî wek hev in. Di vî barî de, mafê hevdîtina bi parêze re li xala 6/1. A PMME’yê bi pir biwarî yên wek huqûqî û civakî jiyanî re hene.

Ji bo rabûyîna ji navê ya binpêkirinên ji ber rejîma înfaza girankirî diqewimin, şertên girtinê yên wan û bi dehan dozên Rêzdar Ocaln û miwekîlên din ên di DMME’yê û Destûra Bingehîn de berdewam in ji bo dozên dê bihên kirin mafê wan ê girtina parêzeran, girtina siûdê ji parêzeran, şêwirîna huqûqî û dayîna serî li dadgehan bi rêya parêzeran bi her awayî xwedan maf in. Ji bo pêvajoya înfazê li gor huqûqê pêk bihê venihêrîna huqûqî, mafê hevdîtinê bi parêzeran re di çarçoveya mafê darizandina bi adilî de ne. Lê li Îmraliyê serdana parêzeran jî tê qedexe kirin û hewildanên huqûqî yên li dijî binpêkirinên mafên miwekîlan ên bi sîstematîk tên kirin jî bi awayekî nehuqûqî tên asteng kirin.

Biryarên îdarî ya jî yên darazî yên berpêyî sînordar kirin û qedexe kirina mafên bi awayekî sînorkirî hatine naskirin di nav Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê de bi awayekî nehuqûqî bi taybetî ji meha Îlonê ya sala 2018an heta bi niha bi dizî hatine meşandin. Cezayê dîsîplînê yê ewil ê pê hevdîtina malbatan hat qedexe kirin û di sala 2018an de dest bi sepandinê hat kirin, gava di dema xwe de ji parêzeran re hatiye ragihandin, parêzeran di demên yasayî de li dijî ceza mafê xwe yê îtirazê yê huqûqa navxweyî de kariye bi kar bînin. Piştî ku hat dîtin, parêzer mafê xwe yê îtirazê bi kar diînin, ji aliyê meqamên rêvebirî darazê ve cezayên dîsîplînê yên bi pişt re bi tenê bi ragihandina miwekîlan bi awayekî li dijî rêgeza eleniyatê dest bi veşartinê hatiye kirin. Paşê biryarên qedexe kirina li parêzeran ên ji aliyê dadgehê ve hatin dayîn jî wek cezayên dîsîplînê beyî ragihandina bi tu awayî bi dizî hatin birêvebirin.

Cezayên dîsîplînê yên wek qedexe kirina hevdîtina bi malbatê re ku ji aliyê desteya dîsîplînê ve hatine dayîn û biryara qedexeya parêzeran ku dadgehê da û dema kirina îtirazê qediya bi şûn de wan em ji van biryarên qedexe kirinê hayîdar kirin. Beriya biryarên qedexe kirinê, di dema ku biryar hatin dayîn û bi şûn de tevî ku parêzer û malbatan misêwa serlêdanên ji bo hevdîtinê kirine jî nehatine agahdar kirin. Bi rasthatinî, dema kirina serlêdanên cuda ji bo cih bi cih kirina mafên binpê dibin, bi bersivên ji bo serlêdanan tên dayîn mirov hîn dibe ku ceza hatine dayîn. Eleniyeta darizandinan û qerîneya mehsûmiyetê piştî hîn bûyîna bi vî awayî ya jî bi awayên din, di çarçoveya mafê parastinê û yê xwe gihandina dadgehê de, daxwaza vekolîna dosyeyên têkildar, girtina nimûneyan û teblîx kirinê tên kirin. Lê ev daxwaz jî bêyî dîtina hewcedariyê bi xaleke yasayî ya pal û pişt bi sedemên kêfî, siyasî û razber hatine red kirin, dosye û biryar ji parêzeran hatine veşartin.

Di tu xaleke Yasayê Dadgêriya Înfazê yê bi hejmar 4675 de vekolîna dosyeyan girtina nimûne jê bi tu awayî nayê qedexe kirin. Xala 153yemîn a Yasayê Mihakemeyên Cezayî yê bi hejmar 5271 ê bi Yasayê Dadgêriya Înfazê îstinad tê kirin jî rayeya parêzer a kirina vekolîn û girtina nimûneyan ji belgeyan sererast dibe. Li gor vê xalê di şertên heyî de veşartina lêpirsînên dîsîplînê ne mimkûn e û jixwe li gor huqûqê divê vekolîna dosyeyên dîsîplînê were kirin û ji biryar ya jî delîlan nimûne werin girtin. Birêvebirina bi elenî ya pêvajoyên darazî, hîn bûyîna îdiayên tên kirin, girtina nimûneyan ji belgeyan û kirina vekolîna dosyeyan ji ber pêwistiya wekheviya alav û amûran e. Bi vî awayî xwe yê bi dezavantaj bûyîna miwekîlan li dijî li dijê meqamên xwedan îdia mafê darizandina bi adilî binpê dibe.

Nahêlin ku mirov di der barê miwekîlên pêwendiya wan bi der ve re bi temamî hatiye birîn de ji der ve jî tu serîlêdanan bike. Yanî jê tê fêm kirin ku kirina têkoşîna huqûqî li dijê binpêkirinên ji der ve parêzeran çavderiya wan kirine jî dihê asteng kirin. Erk, raye û bi cih anîna berpirsyariya xwe ya parêzerên miwekîlên azadî û mafên wan ên bingehîn ên bi yasayî, bi destûrên bingehîn û di peymanan de hatine nas kirin asteng dikin û mafê darizandina bi adilî, mafê xwe gihandina dadgehê û mafê serlêdanê tevan, bi yekîtiya rêvebirî û darazê bi tevahî tên binpê kirin.

 Nebûyîna rêya serlêdanê

Di 23 salên buhurî de têr baş hat tecrûbe kirin ku organekî Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê jî erka darazê ye. Ji aliyê Serdozgêriya Komarê ya Bursayê û Dadgêriyên Înfazê yên Bursayê ku cihên cih ên dayîna biryaran û venihêrîna rejîma înfazê ya Girtîgeha Girava Îmraliyê ne ve 23 salan bi awayekî sîstematîk biryar bisînorkirin û qedexe kirinê hatine dayîn. Di der barê tevahiya cezayên dîsîplînê de biryarên erê kirinê hatine dayîn. Hema bibêje îtirazên hatine kirin tev hatine red kirin. Ji bo radest bi xaricî ya mafan serlêdanên li dadgehan hatine kirin tev hatine red kirin. Ji ber kirina dadgêr û dozgeran a li dijê erk û berpirsiyarên wan, serlêdanên li Desteya Dadgêr û Dozgêran hatine kirin tev jî ji aliyê desteyê bi kiriyar nehatine kirin bûne sedema berdewamiya statuya dijhuqûqî ya heyî. Mafên heta bi niha li di Girtîgehê de hatine binpê kirin û li dijî serlêdanên huqûqa navxweyî yên li dijê van hatine kirin helwesta temamê sazgehên îdarî û darazê nîşan daye, veguheriye pratîkeke îdarî ya xwedan misêwahî bênavbir.

Ev pratîka îdarî ewqas sîstematîk tê birêvebirin ji ber biryarên siyasî yên ji bo Girtîgeha Girava Îmraliyê û şexsê Rêzdar Ocalan e. Vê pratîka îdarî wek ku li jor jî hat rave kirin di sala 2021î de bêyî hebûna tu berpirsyariyeke huqûqî, bi temamê bêperwayiya xwe lî pêkanîna wê tê dewam kirin. Mînakeke wiha giran a ji aliyê civakî, çandî û derûnî û tu têkiliya xwe bi der ve re nehatiye hiştin li tu dera dinyayê nîn e. Helwesta îdarî-polîtîk a di Girtîgeha Girava Îmraliyê de temamê demajoyênhuqûqî araste kirine. Girtîgeha Girava Îmraliyê cihekî wisa ye di Tirkiyeyê, Ewropa û Dinyayê de cihê di asta herî giran de şertên dijmirovî lê tên pêkanîn.

Di der barê binpêkirinên mafê mirovan ên giran ên li Îmraliyê lê tê dewam kirin de sala 2021î ji xeynî serlêdanên di asta xwecihî de, 19 caran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn, pênc caran serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê hatin kirin di sala 2021î de. Tevî van serlêdanan li ser navê her çar miwekîlên me di der barê Girtîgeha Girava Îmraliyê de bi tevahî 79 serlêdanên takekesî yên li Dadgeha Destûra Bingehîn, li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê jî 12 serlêdan li ber dest in. Bi hejmar û naveroka serlêdanên heyî, çarçove û xedariya pergala tecrîdê ya li Îmraliyê rave dibe. Ev di heman demê de dide der ku cihekî neteweyî û navneteweyî, tu bandoreke di asta diyarkir de li Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê nekiriye.

 9 – Rejîma înfazê ya cezayê heta heta yê,

Rejîma înfazê ya cezayê hetabihetayê yê girankirî bi xalên 25emîn û 107an ê yasayê bi hejmar 5275 hatiye sererast kirin. Hatiye diyar kirin ku ceza hetabihetayê berdewam be û bi tu awayî navbir lê nekeve. Herwiha li gor van sererast kirinan kes heta ku di girtîgehê de be dikare di asta mînîmûm de ji mafên bingehîn û azadiyê siûdê werbigire. DMME’yê bi biryara Ocalan Nu:2 ya bi tarîx 18ê Adara 2014an de hukum kiriye ku ev sererast kirinên yasayî li dijî qedexe bûyîna êşkenceyê ne û diyar kiriye ku ji bo bi keys kirina li gor huqûqê divê bihên guhertin.

Ji bo bi cih anîn biryara Ocalan Nu: 2 ya DMME’yê 1ê Mijdara 2021î serî li Dadgêriya Înfazê ya Bursayê hat dayîn. Bi daxwaza betal kirina xala 107/16 ya yasayê bi hejmar 5275 û hukmên xala 17/4 ên yasayê bi hejmar 3713 ji ber ku li dijê Destûra Bingehîn in ji dadgehê daxwaz dayîna serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat kirin. Herwiha wek ku bi biryara DMME’ê tespît bû ku 23 sal in Rêzdar Ocalan di şertên li dijê qedexeya êşkenceyê tê girtin, daxwaz hat kirin ku bêyî dirêj kirina girtî bûyîna wî ji aliyê civakî, siyasî û huqûqî ve û bigihîje azadiya xwe. Encax Dadgêriya Înfazê li tespîtên binpêkirinê yên DMME’yê û nirxandinên di nav biryarê de nenihêrt serlêdan red kir. Ji wê boneyê bi heman daxwazan 3yê Adara 2021î serî li Dadgeha Destûra Bingehîn hat dayîn.

DMME’yê piştî biryara Ocalan Nu: 2 ku bi cezayê hetabihetayê yê girankirî yê hepsê ku qedexeya êşkenceyê binpê dibe, ji bo serlêdanên Kaytan/Tirkiye/Gurban/Tirkiye û Boltan/Tirkiyeyê jî biryarên bi vî rengî dan.

Li ser vê yekê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê her çar dosye nav demajoya çavdêriyê lê tevî ku Tirkiye bi ya biryarê nekir bi heft salan komîteyê ev yek neanî rojevê. Sala 2021î KHA, KMM û TOHAV’ê, di der barê Komîteyê de bi hinceta biryarên DMME’yê bi cih anîn serlêdan kir û piştî van geşepêdanan Komîte biryar da ku van her çar biryara bixe nav rojeva xwe.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku berpirs e ji bicihanîna rakirina ji navê ya binpêkirinên di biryara heyî de, di biryarên navbir ên civîna bi tarîx 30ê Mijdarê-2yê Berfanbara 2021î de cardin tespît kir ku binpêkirina qedexeya êşkenceyê berdewam e, Tirkiyeyê salixdanên heyî yên di der barê mijarê de par nake û biryarê bi cih naîne. Tevî van tespîtan diyar kir ku ji bo mekanîzmeyeke vekolînê derbas kirina di ber çavan re ya cezaye hepsê ye hetabihetayê piştî demeke diyarkirî ya asgarî tidarekên yasayî û yên din bêyî ku derengî bikeve divê bi cih bihên anîn. Daxwaza avêtina gavên hewce demildest û ya agahdar kirina Komîteyê di der barê van gavan de heta bi Îlona sala 2022yan hat kirin. Ev rejîma înfazê ya girankirî ji bo Rêzdar Ocalan bi pêj de çû û li Tirkiyeyê wek rêbazeke êşkenceyê tê pekanîn helbet divê biguhere. Bi cih anîna vê biryarê encax bi azadiya Rêzdar Ocalan ku 23 sal in di şertên giran ên tecrîdê girtî ye mimkûn e.

 10- Tespît û encam

  1. Girtîgeha Girava Îmraliyê ku di nav sînorên serweriya Tirkiyeyê de ye, bi Pergala Tecrîdê ya İmraliyê ya li dijê qedexe bûyîna êşkenceyê, mafên bingehîn û azadiyê, rêgez û qaîdeyên gerdûnî û nirxên demokratîk tê birêvebirin. Rêzdar Abdulah Ocalan duçarê şertên êşkenceyê yên herî giran ên 23 sal in berdewam in tê hiştin. Rêzdar Konar, Rêzdar Aktaş û Rêzdar Yildirim jî tevî vê pergalê hatine kirin 7 salên ku di Girtîgeha Girava Îmraliyê de ne duçarê eşkence û kirinên dijmirovî tên hiştin.

2.Sala 2021î bû sala herî giran a tecrîdê ku me tu xeber ji Rêzdar Ocalan û miwekîlên xwe yên din negirt. Ji 25ê Adara 2021î heta bi niha me tu xeber ji wan negirtiye, pêwendiya wan bi der ve re bi temamî hatiye birîn.

3.Temamê serlêdanên malbat û parêzeran bêencam hatin hiştin û destûr nedan ji bo serdanê. Bi heman awayî derfeta xwe gihandina bi rêya telefon û nameyan jî nehat hiştin.

4.Ji serî heta bi binê sala 2021î qedexeya êşkenceyê ya di xala 3yan a Peymana Mafe Mirovan a Ewropayê hatiye sererast kirin, mafê darizandinê yê di xala 6an de hatiye sererast kirin, mafê rêzdariyê ji malbat û jiyana taybet re û yê pevagahdar bûyînê yê di xala 8emîn de hatiye sererast kirin, rêya serlêdanê ya bandorkir a di xala 13emîn de hatiye sererast kirin û xala 18emîn a pê sînordar kirina maf û azadiyê derveyî mebestê qedexe bûye hatin binpê kirin.

5.Ji aliyê sepînerên Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ve binbariyên erênî û nerênî tev hatine binpêkirin û sûc hatiye kirin.

6.Di demajoya Îmraliyê ya 23 sal di ser re buhurî de, serpêhatiyên li welêt qewimîn ev yek pir baş nîşan da ku; kîngê di mijara meseleya Kurd de polîtîkayên ewlehiyê derxistibin pêş, pê re tecrîda di Girtîgeha Girava Îmraliyê de tê sepandin jî xedartir bûye. Bi taybetî 6-7 salên dawîn bûn serdema herî xedar a vê yekê.

7.Bi heman awayî xedar kirina tecrîda li Îmraliyê, rê li ber rabûna ji navê ya maf û azadiyê vekiriye li Tirkiyeyê. Îro jî şert û mercên welêt tê de ye û tecrîda eseh a li ser Îmraliyê, negirtina tu xeberê jê bi hev û din re pêwendîdar in. Ji aliyekî ve mirov nikare tu xeberê ji Îmraliyê bigire, temasa bi her awayî tê asteng kirin, ji aliyê din ve welêt ji aliyê civakî, çandî, siyasî û huqûqî û ekonomîk û wd. ve di nav qeyran û tengezariyê de ye.

8.Bi vî awayî; Pergala Tecrîdê ya Îmraliyê ya ku Destûra Bingehîn, Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê û pêwendiyên huqûqî yên din tune tên hesibandin, li Tirkiyeyê dibe sedema ava bûyîna jiyaneke dijhuqûqî û dijdemokrasî.

9.Demên ku Rêzdar Ocalan dikarî bi civakê re têkiliyê daîne jî demên ku gelên Tirkiyeyê bi hêvî dikirin bûn, bêhna mirov derdiket.

10.Rêzdar Ocalan di Meseleya Kurd de her tim daye zanîn ku ew ji aliyê çareseriyeke demokratîk, bi destûra bingehîn û aştîxwaz e. Di 23 salên demajoya Îmraliyê de jî li dijê hêzên li dijê diyalog û çareseriyê siyaseteke aştiyê û jiyandinê ya nayê înkar kirin ava kir û rolê xwe yê dîrokî lîst. Aştiyeke bi rûmet a ku Rêzdar Ocalan pêşbînî dike tevî hebûna hêzên li dijê çareseriyê tevan dê rê li ber demokratîk bûyîna Tirkiyeyê vebike, dê bike ku Rojhilatê Navîn bibe erdnîgariyeke mirov bêhtir bikare lê bijî.

11.Parametreyên siyasî, civakî û huqûqî tev, vekirina pêşiya serdana malbat û parêzerên Rêzdar Ocalan û miwekîlên, girtina xeberê ji wan, çêbûyîna şertên azadî û ewlehiyê û derbas bûyîna siyaseta diyalog û mizakereyê di meseleya Kurd de ferz dikin.”