spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên girtiyan serî li OHD’ê da

Malbatên Girtiyan li dijî pêkanînên keyfî, binpêkirinên mafan û zextan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê serî li OHD’ê da.

Malbatên 12 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinên mafan ên zêde dibin û mexdûriyeta di rojên hevdîtinê de dijîn serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê da. Malbatên ku malbata yek rojnameger Mehmet Şahînê di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî rojnamegeran a li Amedê de di 8’ê hezîrana 2022’yan de hate binçavkirin û di 16’ê hezîrana 2022’yan de hate girtin di nav de pêkanînên keyfî yên girtîgehan ragihandin.

Malbatan diyar kir ku xwarinên girtîgehê nebaş in, av bi kotayê tê dayîn û da zanîn ku pêdiviyên girtiyan esas nayên girtin. Malbatan bi lêv kir ku di lêgerînên qawişan de malzemeyên ji kantînê tên wergirtin ji aliyê gardiyanan ve tên desteserkirin û diyar kirin ku girtî di sewqkirina nexweşxaneyan de rastî ferzkirina lêgerîna tazî tên. Malbatan da zanîn ku di hevdîtinên vekirî de tevî ku di cîhazê X-rayê de derbas dibin jî bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimînin û anîn ziman ku bi lêgerîneke hûrgilî re rû bi rû dimînin.

OHD’ê diyar kir ku têkildarî serlêdanan wê ji bo bi rayedarên girtîgehê û girtiyan re hevdîtinê bikin biçin girtîgehê.