spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbatên şehîdan: Heta azadiya Rêber Ocalan têkoşîn dê bidome

Malbatên şehîdan xwestin agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bigirin û gotin: “Heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê têkoşîna me bidome.”

23’yê Sibatê li navçeya Gemlîkê ya bajarê Bursayê ya Tirkiyeyê ya nêzî girtîgeha Îmraliyê ku Rêber Abdullah Ocalan lê hatiye ragirtin bi 4.1 pileyî û bi 10.86 kîlometreyî li binê erdê erdhej qewimî.

Meclisên malbatên şehîdan ên li bajarê Qamişlo, navçeyên Dêrikê, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên kantona Cizîrê û Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê bi daxwaza naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke hevbeş da.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan da. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sebah Hesen daxuyanî xwend. Daxuyaniya Meclisa Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê jî, li ber avahiya meclisê ji aliyê Lîlav Mihemed ve hate xwendin.

Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa jî li ber avahiya meclisê ji aliyê endamê meclisê Husam Hisên ve hat xwendin. Daxuyaniya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê jî ji aliyê endama meclisê Evîn Şêxmûs ve hat xwendin. Li navçeya Til Hemîsê daxuyanî li ber avahiya meclisê ji aliyê endamê meclisê Hemze El Mihemed ve hat xwendin. Amûdê jî endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Etiye  Bîco daxuyanî xwend.

Malbatên şehîdan di daxuyaniyê de bal kişand ser tecrîda domdar a li ser Rêber Abdullah Ocalan û hate gotin ku tecrîd ne qanûnî ye.

Malbatên şehîdan ji ber erdhejê fikarên xwe li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan anî ziman û xwest ku agahî ji Rêber Abdullah Ocalan bigirin.

Malbatên şehîdan bang li desthilata Tirk kir ku destûr bidin parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan bila wî bibînin. Her wiha soz da ku dê têkoşîna li hemberî desthilata Tirk bidomînin heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were.