22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Maseya şaş û paşan

Şeş partiyên şaş û paş şeş caran li maseyekê civiyane, her şeş caran ne maseya reben tiştek ji wan fêm kiriye û ne jî wan ji xwe.

Şeş caran li ser maseyê axivîne, şeş caran xwarin xwarine, şeş caran behsa PKK’ê kirine, şeş caran behsa Rojava kirine, şeş caran behsa HDP’ê kirine, şeş sed û şêst û şeş caran jî Tirkiye li hev parkirine, nîv carê behsa desthilatê kirine lê navê AKP û MHP’ê hilnedane.

Şeş şaş û paşan çi gotine?

Gotine AKP û MHP li dijî PKK’ê nekêrhatîbûne, wan nekarîn bi PKK’ê, lê em dikarin. Pifff

Gotine ji niha û pê ve divê me hay ji liv, tevger û gotinên xwe hebin û pêwîst e em kurdan neêşînin û divê polîtîkaya me ya ji bo atmosfera hilbijartinê xapandina kurdan be. Pifff

Gotine divê em hemû hewldanên AKP-MHP’ê yên ji bo tunekirin û tunehesibandina HDP’ê destek bikin û deriyê siyasetê li HDP’ê bigirin, ev ji bo me baş e. Pifff

Gotine em tev bi hev re yek mase ne û careke din tek û yekên xwe anîne bîra xwe; yek welat, yek dewlet, yek milet, yek ziman, yek al û yek pergal. Pifff

Gotine maseya me maseya Tirkiyeyê ye, Kurdistan ne di nav de ye, lê em dikarin têkiliyên xwe bi noker û tirşikçiyên Kurdistanê re deynîn. Pifff

Karûbarê şaş û paşan

Gotine karûbarê Tirkiyeyê karûbarê me ye, lewre em tev bi hevre Kiliçdaroglû ne. (CHP)

Gotine karûbarê Tirkiyeyê yê derveyî welat karûbarê me ye, lewre em tev bi hevre Davûtoglû ne. (Gelecek Partisi)

Gotine karûbarê Tirkiyeyê yê hundirîn karûbarê me ye, lewre em tev bi hevre Akşener in. (İYİ Parti)

Gotine karûbarê aboriya welat karûbarê me ye, lewre em tev bi hevre Babacan in. (Deva Partisi)

Gotine karûbarê dîn û dîndariyê karûbarê me ye, lewre em tev bi hevre karamollaoglû ne. (Sadet Partisi)

Gotine karûbarê şaredariyan karûbarê me ye, lewre em tev bi hevre Ûysal in. (Demokrat Parti)

Rêya şaş û paş naçe gundê baş!

Dibêjin şeş partiyên mijara gotinê xwe di heft avên helal û zelal de bişon û veşon jî heke di meseleya kurdan de ne samîmî û durist bin dê nikaribin guhertin û veguhertinên bingehîn pêk bînin.

Dibêjin kurdan bi têkoşîn û berxwedana xwe AKP-MHP têk bir lê şeş partiyên di rengê AKP-MHP’ê de dixwazin fêkiyê dara kurdan bixwin.

Dibêjin rêya şaş û paş naçe gundê baş; lewma maseya şaş û paşan bi projeyên AKP-MHP’ê naxemile. Rêya rast, helwesta durist û nêzîkatiya baş qebûlkirina kurdan e. Heke na dê di bin maseya xwe de bimînin.

Bimire yekitiya maseyê koledaran

Bijî yekitiya maseyê bindestan.