30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çima pêwîstiya Qazakistanê bi hilbijartinên pêşwext heye?

Serokê Qazakistanê Kasim-Jomart Tokayev, di peyama xwe ya ji bo gel de pêşniyar kir ku di mehên payîzê de hilbijartinên pêşwext ên serokomariyê bên lidarxistin. Tokayev, dixwaze ku dema serokkomariyê were guhertin û ji bo vê pêşniyar kir ku pêvajoya heft salan bê sînorkirin û ji nû ve hilbijartin were qedexekirin.

Li gorî Destûra Bingehîn a Qazakistanê ku di sala 1995’an de hatiye qebûlkirin, Serokkomar ji bo du serdemên her yek ji wan 5 sal in tê hilbijartin. Di heman demê de serokkomarê berê yê welat Nursultan Nazarbayev ji sala 1990’an ve 29 salan li ser postê desthilatê ma. Di sala 2019’an de Tokayev ket şûna wî. Di destpêka meha hezîranê de Tokayev ragihandibû ku ew bi guhertina makezagonê dema wezîfeya xwe dirêj nake.

Li gorî daxuyaniyên Tokayev, ew dixwaze sîstema siyasî ya Qazakistanê demokratîk û zelaltir bike.  Xwepêşandanên li Qazakistanê zêdetir ji ber westandina kombûyî ya ji veneguherîna desthilatdariyê pêk hatin. Niha jî Tokayev dixwaze di vî warî de gavekê biavêje da ku hinekî tengezariya raya giştî rabe û dest bi veguherandina yekitiya neteweyî ku di meha çileyê de hejandibû bike.

Li gorî Tokayev, divê hilbijartina pêşwext ji bo pêkanîna reforman erkê bide wî. Reformên li Qazakistanê wê tenê bandorê li saziya serokkomariyê neke di heman demê wê bandorê li şaxên hukûmetê jî bike, mînak dadwerî.

Lê belê, li vir pir girîng e ku reform rast bin. Ger pêvajoya serokkomariyê were dirêjkirin û modela Sovyetê ya lidarxistina hilbijartinan bimîne wê demê bandora reforman ne mimkûn e ku weke tê xwestin be.

Reformên li Qazakistanê wê li welatên cîran ên herêmê ku pirsgirêkên bi vî rengî dijîn bi eleqeyek mezin werin şopandin. Rêya reformîst a ku Tokayev dixwaze bişopîne wê weke meşa li ser agir be…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê